1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Kovara Felsefevan derket!
Kovara Felsefevan derket!,kovara,felsefevan,derket

Kovara Felsefevan derket!

Guman tê de nîne, ku bar barekî giran e û pêdivî bi zanîn û têgihiştineke kûr heye û lema ev kar, bar û berpirsiyariya me girantir jî dike

A+ A-

Daxuyaniya Hejmara Yekem ya Kovara Felsefevan

20 Ocak 2015 Salı 01:12

JI BO RAYA GIŞTÎ Û XWÎNERÊN KURD Daxuyaniya Hejmara Yekem ya Kovara Felsefevan

Merheba ji we re…

Bi hejmara xwe ya yekem, em li pêşberî we ne. Demeke dirêj e ku me dixwest em bi zimanê xwe ê şîrîn, kovareke xwerû bi kurdî û kurmancî ya felsefeyê biweşînin, lê mixabin heta a niha me îmkaneke wiha peyda nekiribû. Lew re ev daxwaz wisa demeke dirêj, di hişê me de weke xewnekê mabû. Lê qasî beriya du-sê mehan me biryara xwe da ku em kovareke felsefeyê ya xwerû bi kurdî biweşînin.

Guman tê de nîne, ku bar barekî giran e û pêdivî bi zanîn û têgihiştineke kûr heye û lema ev kar, bar û berpirsiyariya me girantir jî dike. Ligel hemû astengî û dijwariyan em baş dizanin ku avêtina gava pêşîn, gelekî girîng e û bêguman, bi demê re em pêbawer in ku dê di zimanê kurdî de berhevdanek baş ya zanyariyên felsefî û zanistî pêk were. Di vî warî de, meyl û bala xwînerên kurdî hêviyên me her geş dikin û wêrekiyek bêpeyan didine me. Weke zanîna we ye ku felsefe û zanist jî, di jiyana mirovî de qasî wêjeyê xwediyê roleka girîng in û di navbera wan de jî, bêguman têkiliyek xurt heye.

10923080_10203994458481527_1502062051_o

Kovara Felsefevan, dê di sê mehan de carekê biweşe û di her hejmareka xwe de, em ê herî kêm li ser du mijarên bingehîn (dosyeyan) rawestin. Herweha, em ê cih bidin mijarên mîtolojî, civaknasî û psîkolojiyê û têgînên felsefî jî. Belam, mijarên civaknasî û psîkolojiyê, dê betir mijarên destpêkê bin û armanc, dê nasandina wan zanista be. Weke din, em ê bi berfirehî li ser mijarên felsefî rawestin.

Di vê hejmar ewil de, em li ser du mijarên taybet rawestiyan:

1- Di pêşketina zimanan de fîlozofî û felsefe

2- Têkiliya felsefeyê û dîn çi ye gelo? Çima di civakên lipaşmayî de, felsefe her dem weke dijberê dîn/olê tê dîtin û nirx andin?

Di rûpelên pêş de, dê hûnê li gotarên gelek hêja yên Shahînê Bekirê Soreklî, Zeynelabidin Zinar, Fêrgîn Melîk Aykoç, Omer Dilsoz, Zeynel Abîdin, Newaf Mîro, Mahmut Ozçelik, Mîr Qasimlo, Y. Gul Seven, Rênas Xendekî, Sultan Arslan, Konê Reş, Evîn Berçem, Kêmzan Bêwar, û Agirî Soran rast werin ku bi şêweyek felsefî û akademîk mijarê li qelemê dane û têgihiştineke xwe a kûr hene.

10917100_676835935769655_448154074029287462_n

Herweha dîsa nivîsa Panait Îstratî ya , derheqê dîn de nêrînên ramanwerên cuda, Destana Gilgamêş, Ferhengoka Felsefeyê, di quncikê civaknasiyê de

, di quncikê psîkolojiyê de jî cih digrin.

Nesrîn Rojkan, rêwîtiya xwe ya li warên Antîk Yewnanîstanê bi nivîseke xweş ya bi navê

li qelemê daye û geştnameyeke xweşik nivîsiye. Herweha, Ali Gurdilî bi nivîskarê yê bi H. Kovan Baqî re hevpeyvînek pêk anîye, ez bawer im dê ew jî gelekî bala we bikşîne.

Di her xebat û karên destpêkî/pêşîn de, bêguman dibe ku hinek çewtî pêk werin. Lê ya girîng ew e ku mirov ji çewtiyan jî ders bigre û rê nede dubakirina wan. Li ser navê hemû xebatkarên kovarê, ez gelekî spasiya hemû rewşenbîr û nivîskarên me yên qedirbilind dikim, ku bi gotarên xwe yên hêja piştgirî dane me û me bi tenê nehiştine. Herweha em spasiya we xwîneran jî dikin ku we bala xwe daye vê kovarê û dixwînin. Em ji xwe bawer in û hêvîdar in ku em ê bikaribin bi berdewamî vê xebatê bidomînin û berfirehtir bikin.

Heta hejmareke din bimînin di xweşiyê de…

Li Ser Navê Kovarê Edîtorê Kovarê

Ali Gurdilî

[email protected]

17.01.2015

Abonetiya ji bo salekê (çar jimar) 40 TL û ji bo Ewropayê jî 40 € ye.

Hesabê Bankeyê: IBAN:

Hesab:iş bankası: 3405 1434028

IBAN:TR16-0006 4000 0013 4051 4340 28

Hesabê Ewro:3405 0517044

IBAN:TR72 0006 4000 0023 4050 5170 44

Bo têkilî: [email protected]

Tel: 0.532 552 42 78

Buhayê Kovarê: Li Kurdistana Bakur û Turkiyeyê: 10 TL û ji bo Ewropayê jî, 10 € ye.

facebook: https://www.facebook.com/KovaraFelsefevan

twitter: https://twitter.com/KovarFelsefevan

Malper: www.felsefevan.org

Hotmail adres: [email protected]


Jêderka vê nûçeyê: http://www.mezopotamya.gen.tr/felsefe/kovara-felsefevan-derket-h2250.html


Bêjeyên Miftehî