1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Kovara W Hejmara 50 derket
Kovara W Hejmara 50 derket,kovara,w,hejmara,50,derket

Kovara W Hejmara 50 derket

A+ A-

JI EDÎTOR…

Dema we xweş be… Ji bo kovargeriya Kurdan cihê serbilindî û şanaziyê ye ku Kovara W’yê ya ku ji hêla Enstîtuya Kurdî ya Amedê ve tê derxistin xwe gihand hejmara 50’emîn û ket 10 saliya xwe. Di vê dema ne zêde dirêj de, ku dîsa jî ji bo kovargeriya Kurdî serkeftineke mezin e, gelek mijarên curbecur di Kovara W’yê de hatin nirxandin û Kovara W’yê ya Çandî, Hunerî û Wêjeyî roj bi roj berga xwe firehtir dike û gotina xwe ya di derbarê çand, huner û wêjeya kurdî de xwurtir dike. Kovara W’yê bi saya serê bi dehan nivîskar û keddarên xwe û bi hezaran xwendekaran gihîşt van hejmarên ku ji bo kovargeriya Kurdî gelekî girîng in. Rewşa me kurdan weke her carê esirîn an jî çilesirîn e ku bela her dibarin û em jî dev ji azadiyê û lêgerîna azadiyê bernadin. Wele mîna inyata Siyabend em ê dozdarê evînê bin ku evîn ji me re jiyan û azadî ye.

Bi van hestan em dixwazin, ligel astengî û çavtengiya Konferansa Netewî pêk were û em kurd zanibin pirsgirêkên xwe bi dilgermî û dilrihetî bi hev re nîqaş bikin û çareseriyan biafirînin. Lewra em zêde û zêde cangoriyan diyarî axa pîroz dikin. Windakirina hunermendên ciwan janeke dijwar a dilê me ye; şanogerê kurd Erhan Sonmez, xebatkarê Şanoya Mem û Zîn a Şaredariya Cizîrê Mehmet Karana çûn ser dilovaniya xwe ku ev çûyîneke bi dilêş bû ku hê dem pir û pir zû bû. Seyda Celaleddîn Yoyler jî tevlî karwanê gorbuhiştan bû, em ê wî bi xebatên ziman û wêjeyî bi bîr bînin û emanetê wî li erdê nehêlin. 29 sal bûn ku me Cegexwîn spart axa ku ew evîndarê wê bû, ew dengê berxwedêr ku digot; “Naçim cineta bi minet / Serbest û azad diçim cehennem…” bû disoziya zarokên çiyê. Seyda bila ruhê te şad be û îro Rojava qada govenda azadiya te ye jî… Û Arjen Arî, ev bû salek ku di pêxêla dêya xwe ya pîroz de ye, em çiqasî bêriya te dikin lo, ruhşad be… Her çiqas ev hejmara me ji ber pirsgirêkên teknîkî, barkirina Enstîtuyê ya cihê xwe yê nû û gelek astengiyên wek her gav bi derengî ketibe jî em bi bicihanîna sozê hevalên xwe serbilind in. Ew hevalên di xwedêdana Kovara W’yê de sozek dabûn û di beşa ‘ji edîtor’ de ya hejmara 12’emîn de gotibûn; Wexta ku me dest pê kir, me berê sê hejmar, piştre salek, piştre du sal dan ber xwe. Tevî hemû zehmetiyan me ev soza xwe anî cih. Niha em sozeke din jî didin, weku ku Xwedê xerab lê neyne, bê qeda û bela em ê deh salên din bi hev re bin. Belê xebat û lebata me ew ê ji îro û pê ve ji bo 10 salan be. Bi destpêka seleke nû û hêviyên nû em sersala we pîroz dikin û sozekî din li sozê wan hevalên xwe zêde dikin; dîsa bi alîkariya wan û we em ê W’yê bigihînin 20 saliyê… Bi hêviya dilgeşî û ruhekî têrwêjeyî û germahiya jiyana azad ku bîra wêje, huner û çandê ye, em bi van dosyeyan li benda afirînêriya pênûsa we ne; Mijara dosyeya me ya Adar û Avrêl 2014’an Osman Sebrî ye, Mijara dosyeya me ya Gulan û Pûşpera 2014’an Dengbêjî ye, Mijara dosyeya me ya Tîrmeh û Gelawêja 2014’an Di Romana Kurdî De Karakter e Heta hejmareke dinê her bimînin bi xêr û xweşiyê… Xêr û xweşiya azadiyê…

NAVEROK

Ji edîtor / 2 BizavaW’yî - Dilawer ZERAQ / 3 Nivîseke otomatîk - Fewzî BÎLGE 8 Manîfesto - Berken BEREH/8 Keremû Asliye - Arêkerdox: Alî Aydin ÇÎÇEK / 9 Çaya demnegirtî - Çiya MAZÎ / 11 Çirisîna kêfê - Roşeng ROJBÎR/ 12 Hêvî û daxwazên me - Reyhan SARHAN/ 13 Du helbest - Shel SILVERSTEIN /14 Law REŞÎD û di kovara “JÎN”ê de folklor - Mem BAWER/ 15 Tendûra Jiyanê - Krîstîn OZBEY/ 19 Ji bo giyanê pak ê Şêrko Bêkes - SelîmGULFIRAZ/ 21 Beşek ji destana “Dêliya Çolê” - Naîf BAL / 22 Ey Canfeda - Fehmî KOÇ/23 Yaresan (Ehlê Heq)* - Zekî AKDAG - RONÎ / 24 Wêjeya devkî çavkaniya wêjeya nivîskî ye - Bêrî BIHAR / 27 Dosye: Di rewşenbîriya kurdî de rola Binxetê/ 30 Xet û Binxet - Adar JIYAN / 31 Roj wê bê - Bêrîvan DOSKÎ / 36 Tevgera Rojnamegerî û nivîsîna Kurmancî li Roava - Berzo MEHMÛD / 38 Ez Rojava me - Tajdîn TÛRAN/ 44 Serxet û Binxet - Helîm YÛSIV/ 46 Binxet, komira bin terafê!! - Kawa ŞÊXÊ / 47 Binxet /Rojava stargeha kurdên bakur - Lokman POLAT / 48 Derengmayî…? - Mehmet TEKÇE / 49 Qamişlo û herêma Cizîrê (Binxetê) - Konê REŞ /51 Binxet warê havênê rewşenbîriya kurdî ye - Feratê DENGIZÎ /52 Nîvê veşarê - Teymûr EVDIKÊ /54 Serxet û Binxet - Şêxmûs SEFER /55 Li çiya masiyekî tî - Omer DILSOZ / 57 Bêbuhar (1931-2009) - Narîman EVDIKÊ /58 Rojava - Hogir BERBIR /59 Li Rojava roj hiltê - Narîn ŞÊXÊ /60 Gername - Omer FÎDAN / 62 Hevpeyvîn bi Mizgîn Tahir re /65 Ji bo Şîrîn Elemhulî - Şêrko BÊKES /69 Qulibî roj - Wîldan SEVÎM /70 Sê qonaxên wêjeya kurdî - Welat DILKEN /71 Raporeke ji bo akademiyê - Franz KAFKA /


Bêjeyên Miftehî