1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kurd hem aştîxwaz hem jî berxwedêr in
Kurd hem aştîxwaz hem jî berxwedêr in,kurd,hem,aştîxwaz,hem,jî,berxwedêr,in

Kurd hem aştîxwaz hem jî berxwedêr in

A+ A-

09:01 23.04.2014 1 / 5 COLEMÊRG (DÎHA) - Gelê Kurd yê ku li gundên der dora Çiyayên Katoyê dijîn demên berê pir rastî zext, zordarî û polîtîkayên asîmîlasyonê yê dewletê hatin. Welatiyên gund anîn ziman bi tevgera PKK'ê re hem ji aştî yê re hem jî ji berxwedanê re amade ne.

Gundên li derdora çiyayên Kato yê Colemêrgê dijîn, ji salên 1970'an heta niha ji hêla dewletê ve rastî zext, zordarî û talankirinê hatin. Gelê Kurd ji ber gundên wan hatin şewitandin, koçkirin û pir zehmet kişandine. Dewlet berê li Kurdanbi çavê koleyan mêze dikir. Bi polîtîkayên asîmilasyonê nêzîk dibû. Piştî tevgera PKK'ê gel jî berxwedan nîşanda û piştgirî da PKK'ê. Bi vê yekê re dewletê êdî polîtîkayek hişktir li ser kurdan meşand. Gundê Marînus jî li kêlaka Çiyayên Katoyê, gundekî welatparêze û her dem piştgirî da tevgera PKK'ê. Demekê borî nêzikte hêzên leşkerî li çiyayên Meskanê ku li jora Marînusê ye dest bi çêkirina qereqol û operasyonên leşkerî kir. Lê Gelê Kurd ji ber çêkirina qerekol û operasyonên leşkerî li jora Marînosê konên berxwedanê ava kir û berxwedan nîşanî da. Ji bo ku pêvajoya çareseriyê dawî nebe gel berbi çiyayê Meskanê ve cihê ku qereqol tê çêkirin meşiya. Ligel midaxeleyan jî dîsa gelê Kurd meşiya û alê PKK'ê li ser çiya daliqand. Piştî vê bûyerê bi encama berxwedanê operasyonên leşkerî dawî bûn. Ji Gundê Marînus Hamdî Ozkan yê 63 salî di jiyana xwe de her dem rastî zext û zoradriya dewletê hatiye. Ozkan, li gundên der dora Katoyê ji ber sedema zordariya leşkerên dewletê di navbera salên 1970 û 1980'an de dû gund guhartiye û îro li Marînus dijî. Ozkan, der barê zext û zordariyên dewletê de diyar kir gelê Kurd pir êş kişandiye û îro herî zêde aştîxwaz dîsa gelê Kurd e.

'Zimanê me kurdî ye lê ne fermî ye'

Ozkan, destnîşan kir ku demên berê nedihiştin kurd bi kurdî biaxfin û wih got: "Gelê kurd zêde êşaye. Bapîrên me, dayîkên me zêde êş kişandin. Ez bi xwe karmend bûm. Nedihiştin em tu caran bi kurdî biaxfin. Li her derê 'Zimanê me yê fermî Tirkî ye Kurdî qedexeye.' hatibû nivîsandin. Me jî tirsa nikaribû bi kurdî biaxiviyana. Piştî 12 Îlonê me zêde êş kişand. Ji gundê me 88 zilam birin zindana Amedê û îşkence kirin. Tê bîramin 2 heb leşker dihatin ber derê mizgeftê. Dema ku cemaat ji mizgeftê derdiketin leşker dihatin pûşiyên (cemedan) mirovan ji serê wan dihêlandin û dişewitandin. Em zarokbûn qereqola gundême zêde leşker tûnebûn. 8 heb hebûn herî zêde 12 leşker hebun. Yanî 2 heb jî ji wan leşker bê çek dihatin nava gund tedê li welatiyan dikirin alozî derdixistin."

'Li me gelê kurd wekî koletî mêze dikirin'

Ozkan, diyar kir ku zilma dewletê hir diçû zêde dibû lê piştî tevgera PKK'ê gel jî li hember vê zilmê bertek nîşan daye û serketiye. Ozkan, bi lêv kir ku beriya tevgera PKK'ê kê/kî li hember dewletê serî hildida dihat kuştin û wiha got: "Wê demê zilma dewletê pir zêde bû. Yê ku digot, 'Kû em li hember vê zilmê rabim, yên me bikujin wê zarokênme biqelînin wê gundê me talan bikin. Ji bona vê çende jî gelî hima digotin, 'Em malbata xwe xwedî derkevin.' Li me Gelê Kurd wekî koletî mêze dikirin. Dewleta dagirker li Gelê Kurd heta salên 1980'ê wekî koletî mêze dikir. Bi çavên mirovahtiyê li me mêze nedikirin. Lê tevgera PKK'ê, serokatî û hevalên wan piştî salên 1980 ev tevger avabû pir tişt guheriya. Pişti ev tevger serhildan kir mêzekirina dewletê ji koletiyê derket. Dewletê wekî dijmin li me dinerî. Yanî em ji statuya koletî derketin em bûn dijminê dewletê. Dema ku PKK'ê dest bi berxwedanê jî kir aştîxwaz û demokratbû. Lê ew nizanibûn ku ew ê gelê Kurd serbikeve û hima digotin, 'Em bikûjin.' Kurd îro hatiye asteke wusa hem aştî hem jî ji bona berxwedanê amadene."

'Tu gel jî wek gelê kurd aştîxwaz nîne'

Ozkan, diyar kir ku Gelê Kurd gihaştiye hêzek xurt û tu kes nikarê mafê Gelê Kurd bindest bike. Ozkan, got ku Gelê Kurd bi xwe hesiyane û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Bes heta dawiyê jî em aştîxwazin. Em hez şerê nakin. Em demokrasiyê dixwazin. Em jî wekî gelên cihanê gelin. Divê ku vî tiştê bê qebul kirin.Tu gel jî wek gelê Kurd aştîxwaz nîne. Hez aştî hez wekheviyê dikin. Bila azmanê wî, rengê wî, olê wî çibe li cem Gelê Kurd tû cûdabûn tûneyê. Talanqirin, gund şewitandin, zindankirin, koçberkirin tu tişt nema ye ku li Gelê Kurd hatiye kirin. Hemû zextû zordariyan li ser gelê Kurd hate ceribandin. Lê gelê Kurd dîsa ji baweriya doza xwe kir. Ez bawerim ku aştî gelek gelek nêzike."

(mk/mae)