1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Kurdistan bêyî Kerkûkê wekî werzişvanekî felcbûyî ye"
"Kurdistan bêyî Kerkûkê wekî werzişvanekî felcbûyî ye",kurdistan,bêyî,kerkûkê,wekî,werzişvanekî,felcbûyî,ye

"Kurdistan bêyî Kerkûkê wekî werzişvanekî felcbûyî ye"

Dr. Necmedîn Kerîm: Kurdistan bêyî Kerkûkê wekî werzişvanekî felcbûyî ye

A+ A-

10:10 20.04.2014 1 / 2 MIHEMED ORHAN / ALÎ DAGLI

KERKÛK (DÎHA) – Serokê lîsta Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) li Kerkûkê, endamê polîtburo û parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm da zanîn Kurdistan bêyî Kerkûkê wekî werşizvanekî felcbûyî ye. Necmedîn Kerîm diyar kir ku wan wek YNK dixwestin kurd li Kerkûkê bi lîsteyekê beşdarî hilbijartinê bibin, lê 24 saet li ser wê peymanê re derbas nebû, PDK bi hincetên ne cih ji wê lîstê vekişiya.

Serokê lîsta YNK’ê li Kerkûkê û endamê polîtburoya YNK’ê di beşa sêyemîn a hevpeyvîna ligel DÎHA’yê de derbarê nakokiyên navbera Hewlêr-Bexda, maddeya 140, peywendiyên navbera Hewlêr-Enqere û sozên YNK’ê yên ji bo hilbijartinê de axivî. Dr. Necmedîn Kerîm li ser nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de wiha got: “Gelek sedemên nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de hene. Piştî sala 2003 û hilweşandina rejîmê, piraniya yên mûxalifetê ji bilî aliyên Kurdistanî li derve bûn û hatin Iraqê. Bi hev re ligel hinek kesên kêm ên di nava Iraqê de, di bin çavdêriya Amerîka de bûn deshilatdarên Iraqê. Gelek civîn hatin lidarxistin ku ji bo ji Iraqê re destûrek were çêkirin. Ew destûr bi awayekî rast nehat nivîsandin. Destûrê deshilatekî zêde da serokwezîr. Ev deshilat li welatek ku sîstema serokatiyê heye, serok bi qasî vî serokwezîrê Iraqê deshilat tune ye. Di heman demê de parlamentoyek hat hilbijartin û ev parlamento bi awayekî hat hilbijartin, kurdan dengê xwe da kurdan, ereban da ereban , şîe û sunneyan deng dan şîe û sunneyan. Bi vî awayî rêkeftin din ava aliyan de hatin kirin.”

Parêzgarê Kerkûkê wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Dema di navbera van aliyan de nakokiyên siyasî çêdibin, parlamento şelalê (felç) girtiye û êdî nikare kar bike. Ger parlamento nekarî xebatê bike, li aliyê din jî serokwezîrek heye û xwediyê hemû deshilatekê ye. Deshilatên xwe bi awayekê bikartîne, ger parlamentoyek dirûst hebe ku karê xwe bike; wê lêpirsînê bike. Lê mixabin ev çênebûye. Ev jî yek ji wan sedemane ye, lê di rastiya xwe de divê ew deshilata serokatiya cıvata wezîran be û wezîr jî bikarin di biryardanê de xwedî deng bin. Lê di rastiya xwe de ev yek li Iraqê tune ye.

Niha jî Iraq tênagihe ku divê herêmek federal xwediyê deshilata xwe be

Dr. Necmedîn li ser federalî û destûrê wiha got: “Iraq ji dema avabûyî ve bi awayekî navendî hatiye avakirin. Ango hemû tişt ji navendê ji bo aliyên din diçe. Madem di destûra Iraqê de Herêma Kurdistanê wekî herêmek federal hatiye naskirin, niha jî Iraqê tênagihe ku divê herêmek federal xwediyê deshilata xwe be. Divê parastin ango hêza wê hebe. Herwiha deshilata wê yekê hebe ku çavkaniyên xwe yên weke; av, petrol û hwd… bikare bikarbîne û ji bo xwe pê jiyan bike. Lê di heman demê de pêwîste hevsengî ligel hikûmeta navendî hebe. Li vir jî ew nakokî di navbera dewletek ku bi nav federal e, lê di bingehê xwe de niha jî li ser bingehê navendîtiyê birêve diçe.”

'Hê qanûnên Seddam Hûsên tên bikaranîn'

Serokê lîsta YNK’ê ragihand ku hê jî yasayên dema Seddam Hûsên tên bikaranîn û wiha got: “Dema mirov temaşeyî dewleta Iraqê dike, serokwezîr û bi xwe jî vê yekê îtiraf dikin, ew yasayên ji zimanê Seddam Hûseyîn û hikûmetên berê hebû, bi taybet ên Seddam Hûsên, niha jî tên bikaranîn. Rojane nivîs ji me re tên û dibêjin, filan tişt li gor biryarên civata rêveberiya şoreşê yên hatine hilweşandin e. Yasa hatiye hilweşandin, lê hemû biryar mane û gelek biryarên xirab in. Ev jî peywendî bi xaka li Herêma Kurdistanê hatî dagîrkirin û welatiyên Herêma Kurdistanê yên hatine derbiderkirin ve heye.”

'Dibe Bexda firsendê ji neyekrêziya kurdan wergire'

Endamê polîtburoya YNK’ê bal kişand ser Herêma Kurdistanê û ragihand: “Raste krîzek derketiye û deng bûne yek, lê di nava me de ew hevsengî çênebûye ku em rûnin û biaxivin. Behsa siyaseta xwe bikin û ji bo hemû bi hev re kar bikin. Belkî hinek caran hatibe kirin û aliyek bêje agahdariya min jê çênebûye ku ev biryar hatiye wergirtin. Ger em ji bo Kurdistanê ne yekdeng bin, piştgiriya hev nekin û biryarên tên dayîn, hemû aliyên sereke li ser ne hemfikir bin û beşdar nebin; dibe ku Bexda jî firsendê ji wê yekê bibîne ku me ji hev dûr bixe.”

Kerîm da zanîn ku Malikî ne tenê pirsgirêk ligel kurdan heye û wiha got: “Îro hikûmeta Malikî pirsgirêk ligel aliyên din ên di nava ereban de jî heye. Ne tenê ligel Sûnneyan, belkî ligel Şîeyan jî heye. Ji ber van pirsgirêkan em temeşa dikin, em zêdetir piştgiriya aliyekê dikin. Aliyê deshilatdar jî hest dike ku tû ligel dijminê wî dijmintiyê dikî. Ji bo dijberî û pêşîgirtina wî, hemahengiyê dikî. Em wekî kurd bi giştî û YNK bi taybetî, divê em bi obje temaşeyî peywendiyên xwe yên ligel hemû aliyên siyasî yên li Iraqê bikin. Ji bo em bizanin çawa temaşeyî pirsa kurd dikin.”

'Baweriya wan bi Kurdistanîbûna Kerkûkê nayê'

Dr. Necmedîn wiha got: “Gelek caran behsa Kerkûk, maddeya 140, petrol û gazê tê kirin. Yên îro nêzî Kurdistanê ne û ji ber em li dijî Malikî ne, ti baweriya wan bi maddeya 140 nayê. Lîsteya el-Iraqiye baweriya wan bi maddeya 140 û Kurdistanîbûna Kerkûkê nîne. Lê bi nav jî peywendiyên wan ligel Herêma Kurdistanê baş e. Çima? Ji ber ku herduyan jî pirsgirêk ligel Malikî hene. Nabe em ji ber pirsgirêkên navbera du aliyan de biçin aliyekê nêzî xwe bikin ku tu baweriya wan bi pirsgirêkên me re nebe. Lewra divê peywendiyên me ligel aliyên siyasî bi awayekî be, berjewendiyên gelê Kurdistanê ligel hebe.”

Parêzgarê Kerkûkê li ser bihêzbûna peywendiyên navbera Hewlêr-Enqere û di heman demê de kurbûna nakokiyên navbera Hewlêr-Bexdayê de jî dîtinên xwe anî ziman û ev tişt got: “Mafê kurdane xwedî welat bin. Divê peywendiyên Herêma Kurdistanê ligel welatên cîran ne li ser bingehekê be destê aliyekê bilind û yê aliyê din jî nizim be. Ji bo ger sibê biryarek hat dayîn ku dergeh li ser te bigire, alîkariyê li ser te qut bike yan jî êdî tu nekarî bibî xwediyê ti vebijarkekî din, ev pir xirab e. Peywendiyên navbera Hewlêr-Enqereyê tiştekî pir baş e û ji bo Kurdistanê karekî pir baş e.”

Endamê polîtburoya YNK’ê Dr. Necmedîn Kerîm da zanîn ku berî her kesê sekreterê YNK’ê Celal Talabanî dest bi peywendiyên ligel Tirkiyê kiriye û got: “Kesê dest bi van peywendî û başkirina wan kirî, birêz Mam Celal bû. Demekê di gotin Mam Celal gelek tenezûlê ji Tirkiyê re dike, lê di rastiya xwe de peywendiyên ku wî ligel Tirkiyê dirûst kir bû bingeh ku îro peywendiyên wan ligel Herêma Kurdistanê bi vî awayî bin.”

Dr. Necmedîn diyar kir ku Talabanî ji bo pêvajoya aştiyê ya di navbera rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Tirkiyê de rolekî mezin leyîstiye û got: “Peywendiyên Mam Celal ên ligel Tirkiyê bû bingehê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê û rolekî wê yê berçav heye. Ez bi xwe li civîneke Neteweyên Yekbûyî (NY) de ligel birêz Talabanî bûm û birêz serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîp Erdogan jî li wê derê bû. Ez dizanim Mam Celal çi daxwaz ji bo meseleya kurd li Tirkiyê jê kir û wê demê rewş ne wekî niha bû.”

Rasterast peywendiyên Tirkiyeyê ligel PDK’ê ne

Li ser pirsa ‘Hûn niha hest bi wê yekê nakin ku peywendiyên Herêma Kurdistanê yên ligel Tirkiyê tenê bi rêya PDK’ê tên birêvebirin?’ Dr. Necmedîn wiha got: “Ji ber niha serok û serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji PDK’ê ne, peywendî bi vî awayîne. Lê peywendiyên YNK’ê ligel AKP û serokwezîrê Tirkiyê hene. Lê raste bi awayekî serekî peywendî ligel serokatiya PDK’ê ne.”

Serokê lîsta YNK’ê derbarê cih bi cih kirina maddeya 140 û bernameya YNK’ê ya ji bo wê jî ev agahdarî dan: “Kerkûk xaka Kurdistanê ye, ev nayê wê wateyê ku tenê kurd lê dijîn. Xeletiya maddeya 140 di wê yekê de bû, cihekî wekî Kerkûkê û cihên din ên nakokî li ser, çima em bêxin di rewşekê de ku divê em li ser rûnin û xelkd deng li ser bide. Divê tu kar li ser wê yekê bikî ku gel bawerî bi wê yekê bêne ku hatina wan a ser Herêma Kurdistanê, ji bo ereb, tirkmen, kildanî û aşûriyan jî bi sûd e. Wek YNK tişta li ser milê Mam Celal bû, anî cih. Berî du salan bernameyek da parlamentoya Iraqê û ji bo cihên ji Kurdistanê hatine veqetandin û maddeya 140 digire nava xwe, sinorê parêzgehên wekî; Kerkûk, Mûsil û Diyale bên çêkirin. Her wiha divê ew sînor vegerin ser sînorên berî guhertinên demografîk yên li wan cihan hatine kirin. Lê mixabin ev li civata nûneran maye û heta aliyên Kurdistanî jî neşopandin. Ev wê bibe sedemek ji bo çareserkirina maddeya 140'emîn. Ger ev yek hat kirin, wê demê mirov dikare serjimêriyê bike û piştre jî dikare biçe referandumê. Berî referandumê jî pêwîste em ligel hemû aliyên din bicivin. Cih bi cih kirina maddeya 140 ne li Kerkûkê ye, tiştek di navbera serkirdeyên kurd bi giştî, hikûmet û parlamentoya Iraqê de ye.”

Kurdistan bêyî Kerkûkê wekî werzişvanekî felcbûyî ye

Li ser pirsa ‘Ger maddeya 140 neyê cih bi cih kirin, çi rêyek din li pêşiya kurdan heye. Gelo kurd dikarin bêyî Kerkûkê ji Iraqê cûda bibin û serxwebûna xwe ragihînin?’ endamê polîtburoya YNK’ê Kerîm wiha got: “Mijara cûdabûn an jî serxwebûna Kurdistanê, bi biryara partî yan jî kesekê nayê kirin. Divê mirov mijara aborî, leşkerî û kî piştgiriyê bike, li ber çavan bigire. Ger sibe ev herêm bû serbixwe, wê li navçeyê çawa be. Herêma Kurdistanê û tevayî Kurdistanê jî, bêyî Kerkûkê wekî werzişvanek ku di her warî de jîr be û gelek xelatên yekemîntiyê wergirti be, di cihekê de felcbûyî be ye. Kerkûk ji bo Kurdistanê pir giring e. Parastina Kurdistanê ji Kerkûkê dest pê dike. Enfal û sîstema erebkirinê ji Kerkûkê dest pê kiriye. Bêyî Kerkûkê pir zehmet e, lê berî vê yekê divê lihevkirinek hebe ku em çawa dikarin vê yekê bikin. Gelo vê qonaxê di berjewendiyên me de ye?”

Despêkê PDK ji lîsteyê vekişiya

Parêzgarê Kerkûkê û serokê lîsta YNK’ê Dr. Necmedîn Kerîm bersiva pirsa ‘Çima kurdan nekarîn li Kerkûkê bi lîsteyeke hevbeş beşdarî hilbijartinê bibin û ev wê bandorekî çawa li dengên kurdan bike?’ da û wiha got: “YNK’ê xwest kurd li Kerkûkê bi lîsteyekê tevlî hilbijartinê bibin. Wekî berjewendiyên hizbî ji bo YNK’ê bi lîsteyekê beşdar bûn zerer bû. Ji ber lîsteyên din ên weke, PDK, Tevgera Goran û aliyên îslamî jî wê beşdar bibûna. Me daxwaz kir û em li ser lihev hatin jî, herwiha peyman jî hat îmzekirin. Berî 24 saet li ser re derbas bibin, PDK’ê bi hincetek ku baweriya tu kesê pê nayê xwe ji lîsteyê vekişand. Piştre em ligel Yekgirtûya Îslamî û Tevgera Goran jî rûniştin. Nûnerên wan ên Kerkûkê bi niyet bûn bimînin, lê bi fermana rêveberên partiyên wan ên li Hewlêr û Silêmaniyê ji lîsteyê vekişiyan. Mixabin ev bû sedem ku ew lîste hilweşe. Ev jî wê bibe sedem ku hemû dengê kurdan ne ji bo lîsteyên kurdan be, ji ber dibe ku hinek lîste deng bidestnexin ku nûner bişînin parlamentoya Iraqê. Ev deng jî wê bişewitin.”

(mo/ça)