1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Şaredariya Westanê nelirêtiya 14 tirilyonê DOSYA-1
Li Şaredariya Westanê nelirêtiya 14 tirilyonê DOSYA-1,li,şaredariya,westanê,nelirêtiya,14,tirilyonê,dosya,1

Li Şaredariya Westanê nelirêtiya 14 tirilyonê DOSYA-1

A+ A-

SELMAN KELEŞ

WAN (DÎHA)- Li Şaredariya Westanê ya AKP'î di navbera 2009 û 2014'an de derket holê ku 14 tirilyon nerlirêtî hatiye kirin.

Hikûmeta AKP'ê OHAL kir hincet û bi riya Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) qeyûm tayînî 25 şaridariyên DBP'ê kir. Li aliyê din derket holê ku li Şaredariya Westanê ya Wanê ya AKP'î 14 tirilyon nelirêtî kiriye. Şaredariya Westanê ku 3 serdem e di destê AKP'ê de ye Şaredar Necmî Sezer ê du 2009-2014'an de şaredarî kiriye navê wî yê Midûrê Xizmetên Aboriyê yê Şaredariyê Osman Kiziltaş tevlî nelirêtiya 14 tirilyonê bûye hemû amûr û wesayîtên şaredariyê deyndar in û ji aliyê saziyan ve hatine heczkirin. Wezareta Karên Hundir û Walîtiya Wanê li ser nelirêtiyê girtin.

Komîsyona lêkolînê hate tehdîdkirin

Di navbera 2009 û 2014'an de malzemeyên ku bêyî îhale hatiye girtin, malzemeyên înşeatê yên ji buhayê zêdetir hatine kirîn, îhaleyên uk dane şîrketên AKP'î, tiştên ku ji bo şaredayiê bê fîş hatine kirîn û derbasî raporan kirine, avansên bêusul, îhaleya benzînê ya bêusul, alîkariyên ku tê îdiakirin dane yên pêdiviya wan heye, ev tişt hemû di encama 10 endamên meclîsa şaredariyê yên DBP'ê ku xwestin lêkolîn bê kirin de derket holê. Komîsyona ku lêçûnên 2009-2014'an lêkolîn kirin kiri ev derxestin holê. Endamên komîsyonê yên ji 5 kesan pêk dihat û 3 ji wan DBP'î bûn ji aliyê Midûrê Xizmetên Aboriyê yê Şaredariyê Osman Kiziltaş ê teqawît bû ve bi gotina "Ev dê ji bo we nebaş be, dev ji pey vê yekê berdin" hat tehdîdkirin, ji aliyê şaredarê dem3e Necmî Sezer ê AKP'ê ve jî nelirêtî bi gotina "Ji vê tişten darnakeve jixwe hûn giliyê kê li kê dikin" ve hate îtirafkirin.

Walîtî: Ev dijberî eleyhê we ne

Endamên komîsyonê di encama lêkolîna 5 mehan dosyaya lêkolînê amade kirin û ji bo pêvajoya qanûnî bê destpêkirin di 28'ê mijdara 2014'an de ji Walîtiya Wanê re şand. Walîtiyê ku xwest li ser dosyayê bigire lêkolînek pêk neanî, hate hînbûn ku ji walîtiyê peywirdarekî bi telefonî Midûrê Karên Nivîsan a Şaredariyê geriyaye û gotina "Ev çi ye we şandiye? Hûn çima wisa dikin? Ev li eleyhê şaredariya we ye" bi kar aniye.

Şaredariya firotinê!

Piştî ev hewldana walîtiyê ya li ser dosyayê girtinê vê carê jî endamên komîsyonê dosya ji Wezareta Karên Hundir re şandin. 2 mufetîşên ku ji aliyê wezaretê ve ji bo lêkolînkirina mijarê hatin şandin bêyî ku lêkolînê bikin tevlû hewldana li ser girtina nelirêtiyê bûn. Piştî ev nelirêtiya bi tiriylonan ku welatî û wezaretê hawl dan li ser bigirin hecz hat şaredariyê. Şîrketên taybet û fîrmayan doz vekirin û di encama dozên hatin vekirin de lêçûnên parêzeran jî di nav de li navenda navçeyê arseyekî aydî şaredariyê ya 100 donim, 200 lojman, 2 cihên marketê, 220 wesayît, avahiya şaredariyê ya berê, ji ber deynên nehatine dayîn ketin heczê. Şaredariya ku deynê wî ji ber faîzan her diçe zêdetir dibe bêyî agahiya welatiyan wekî tu derxistine firatinê.

(sa)