1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Şengalê Cejna Şerfedîn bi girseyî hat pîrozkirin
Li Şengalê Cejna Şerfedîn bi girseyî hat pîrozkirin,li,şengalê,cejna,şerfedîn,bi,girseyî,hat,pîrozkirin

Li Şengalê Cejna Şerfedîn bi girseyî hat pîrozkirin

A+ A-

RÊBER ŞINGALÎ/ ŞENGAL

Di 18 û 19’ê Tebaxê de li ser mezargeha Şerfedîn a li bakûrê Çiyayê Şengalê ye, bi merasîmekî tevlîbûna hezaran gelê Êzidî yên ji gelek deverên cûda hatîn, Cejna Şerfedîn hat pîrozkirin. Gelê Êzidî her sal Cejna Şerfedîn di meha Tebaxê de pîroz dikin. Her wiha şervanên YBŞ û YJŞ’ê jî tevlî pîrozbahiyê bûn.

Gel dema digihan ber mezargehê, ji bo dua û hêviyên xwe ji xweda bikin, diçûn hindirê mezargehê de. Yek ji dua û hêviyên gelê Êzidî yên îsal herî li pêş, rizgarkirina keç û jinên Êzidî yên di destê çeteyên DAIŞ’ê de bû.

Têkildarî wate û pîrozbahiya Cejna Şerfedîn, Micêwirê Şerfedîn, Xelîl Silêman Behrî ku ji ajansa me re axivî, wiha got; “Em vê cejnê li tevahiya gelê xwe yê Êzidî pîroz dikin. Ev cejin her sal di meha Tebaxê de tê pîrozkirin. Sala 2015’an ji ber ku gelê me di fermanekê re derbas bibû zêde nehatibûn cejnê, lê belê îsal bi hezaran ji gelê me yê li Rojava, Başûr û yên li Şengalê hatin vê derê ji bo pîrozbahiya vê cejnê. Ev cejnek kevnare ji ber vê hezarên sala ev cejin heye û em mala Behrî Micêwirên vê mezargehê ne û em xizmetê li vir dikin. Me îsal ev cejin bi awayek girseyî pîroz kir, lê belê me kêf û xweşî wekî salên derbas bûyî nekir, ji ber ku gelê me di fermanekê re derbas bûye û heta roja me ya îro bi hezaran ji keçên me di destê dijminê hov dene.”

Xelîl Silêman Behrî di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî gelê Êzidî kir ku dev ji çanda xwe ya kevnar bernedin û bibin tifaq.

Her wiha dayika binavê Meyan Xwedêda ji têkildarî vê rojê wiha hestên xwe anîn ziman; “Ez Cejna Şerfedîn li tevahiya gelê Êzidî pîroz dikim. Her ji dema bav û kalên xwe de em li ber mezargeha Şerfedîn her sal xêrê çêdikin. Gelê me yê ji dûr tên wan pêşwazî dikin.”

Meyan Xwedêda bang li hemû kesê kir ku ji bo azadkirina keçên Êzidî yên destê çeteyên DAIŞ’ê de hewldan bikin û ji bo rizgarkirina gund û xaka Êzidiyan a niha destê çeteyan de jî alîkarî bikin.

Cejna Şerfedîn ku du rojan dewam kir, duh bi dawî bû.

(sk)