1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Li Amûdê konferansa jinê destpêkir
Li Amûdê konferansa jinê destpêkir,li,amûdê,konferansa,jinê,destpêkir

Li Amûdê konferansa jinê destpêkir

A+ A-

EGÎD ÇOLÎ

AMÛD-ROJNEWS

Li Kantona Cizîr bajarê Amûdê konferansek bi duruşmeya ‘Tundiya li dijî jina, tundiya li dijî mirovahiyê ye hat çêkirin.

Bi boneya hatina roja 25’ê Mijdarê roja tund û tujiyê ya li dijî jinan desteya jinan ya kantona Cizîrê bajarê Amûdê konferansek hat li darxistin. Konferans li cihê navenda xweseriya demokratîk ya bajarê Amûdê hat çêkirin. Di konferansê de parlamentera Qersê Mulkiye Birtane, liser navê jinên Rojhilatê Kurdsitan Bexşan Ezîzî, cîgira seroka têkiliyên ji derve Samiram Şemûn û ji fermandariya YPJ’ê jî Nesrin Mihemed amadebun.

Di destpêkê de seroka desteya jin ya kantona Cizîr Emîne Emer axaftinek kir. Emer li ser giringiya roja 25’ê Mijdarê ji bo jinan axivî û xêrhatina hemû beşdarvanên konferansê kir. Herwiha di konferansê behsa rolê jinê yê di şoreşê de hat kirin û hat gotin ku bi tayet jina Kurd rolekî sereke di şoreşa rojavayê Kurdistanê de leyistiye û doza mafê şoreşa jinê li tevahiya cîhanê kir.

Li gorî agahiyên hatine standin konferans hêjî berdewam dike û bi taybet mijarên sereke li ser rola jinê di şoreşa Rojavayê Kurdistan û li ser li ser roja tund û tujiya li ser jinê tê axaftin.