1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Cizîrê wê dibistana Bêrîvan bi merasîmeke girseyî bê vekirin
Li Cizîrê wê dibistana Bêrîvan bi merasîmeke girseyî bê vekirin,li,cizîrê,wê,dibistana,bêrîvan,bi,merasîmeke,girseyî,bê,vekirin

Li Cizîrê wê dibistana Bêrîvan bi merasîmeke girseyî bê vekirin

A+ A-

ŞIRNEX 14.09.2014 11:07:02 Di çarçoveya xebatên perwerdeya bi zimanê dayikê ‘Dibistana Seretayî ya Bêrîvan’ ya wê li Cizîrê perwerdeya Kurdî, bide bi merasîmeke girseyî wê sibe vebe. Banga tevlîbûnê li gel, saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî hat kirin.

Di çarçoveya perwerdeya bi zimanê dayikê yek ji sê herêmên wek pîlot hatine diyarkirin li Cizîrê, ji bo merasîma vekirina ‘Dibistana Seretayî ya Bêrîvan’ a sibe bang li gel, saziyên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî hat kirin.

Di bangawaziyê de Hevserokê Rêxistina HDP’ê Alî Akdenîz, Hevşaredarên Cizîrê Leyla Îmret û Kadîr Kunur, endamên meclîsa Şaredariya Cizîrê, rêveberên MAPER, Kurdî-Der, MEYA-DER-KESK, mamosteyên wê di dibistana Seretayî ya Bêrîvan de perwerdeyê bidin û gelek kes li ber Dibistana Seretayî ya Bêrîvan de cih girtin.

Yek ji mamosteyê Dibistana Seretayî ya Bêrîvan Huseyîn Çatikaş ê li ber dibistanê daxuyanî da got ku zimanê dayikê nasname û rûmeta gelan e û wiha got, “Tu gel bêyî zimanê xwe nikare hebûna xwe biparêze. Her gelê bixwazê hebûna xwe biparêze divê bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne.”

Çatikaş diyar kir li hember polîtîkayên dewlet û hikûmetê yên înkarker û asîmîlasyonîst wê sibe dibistanên dewletê boykot bikin û li Cizîrê dest bi perwerdeya Kurdî bikin. Çatikaş wiha dewam kir, “Gelê me bila ji sibe û pêve hefteyekê dibistanên dewletê boykot bike. Em ji bo merasîma vekirina dibistana xwe ya sibe bang li hemû gelê xwe dikin. Gelê me çiqasî li dibistana xwe xwedî derkeve wê evqasî bi ser bikeve.”

Çatikaş got ku wê Dibistana Seretayî ya Bêrîvan sibe saet 10.00’an vebe û wiha axivî: “Wê girseya me sibe, saet: 10.00’an li ber Kurdî-Der Şaxa Cizîrê kom bibe û ji wir jî em ê meşên xwe yên boykotê bikin. Em ê paşê bi awayekî girseyî dibistana xwe vekin. Ji tevayî gelê me re ser xêrê be.”