1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li dijî zilmkaran pira biratiyê. Muzeya Roboskî
Li dijî zilmkaran pira biratiyê. Muzeya Roboskî,li,dijî,zilmkaran,pira,biratiyê,muzeya,roboskî

Li dijî zilmkaran pira biratiyê. Muzeya Roboskî

A+ A-

ÎBRAHÎM AÇIKYER - ENQERE 31.08.2014 07:26:06 Dogûkan Unlu yê di nava hewldana xebatên Muzeya Roboskî ya di meha Cotmehê de çêkirina wê destpê dike de cih digire destnîşan kir ku muze xebateke ku komkujiya Roboskî û komkujiyên li erdnîgariya Anatolî-Mezopotamyayê nede jibîrkirin e.

Di ser komkujiya Roboskî re 974 roj derbas bûn. Piraniya wan zarok 34 Kurd bi xwînxwarî li pêş çavên cîhanê hatin qetilkirin û li gel ewçend dema di ser re derbas bûye jî bi hesasiyeteke mezin berpirsyar ji dadgehê, ji dadgeriyê tên vegirtin.

Hewldana Muzeya Roboskî di têkoşîna ji bo darizandina berpirsyarên komkujiyê de mora xwe avêt binê projeyeke girîng. Hewldan, ji bo komkujiya li Roboskî nede jibîrkirin di meha Cotmehê dest bi çêkirina muzeyê dike.

Ji Hewldana Muzeya Roboskî Dogûkan Unlu der barê mijarê de ji ANF'ê re axivî.

Unlu da xuyakirin ku muzeya ew plan dikin li Roboskî çê bikin divê bibe nirxên hevpar ê tevahiya welatiyên Tirkiyeyê û got, "Divê her kesî hembêz bike. Pêwîste paşeroj weke agahiyeke ku her tim pêwîste were bîranîn, di hişê mirovan de bê parastin. Pêşeroj jî divê ji îro ve bê amadekirin. Divê Muzeya Roboskî jî ji bo plankirina pêşerojê ji îro ve, cihekî biafirîne. Mala malbata her mirovê di komkujiya li Roboskî de jiyana xwe ji dest da jî, parçe bûye. Muzeya li Roboskî bê avakirin divê xwedî wê taybetmendiyê be ku parçebûyîna di 28'ê Kanûna 2011'an de rû da, li hev bîne, bike yek. Muzeya Roboskî xwedî taybetmendiya ji nû ve yekgirtina di bin heman sîwanî de ye. Mala hatiye parçekirin divê ji nû ve bê çêkirin. Mala ku êşên berê tîne bîra mirovan, pêwîste bê çêkirin, bê qedandin û nîvco neyê hiştin."

Unlu da zanîn ku bi vê xebata xwe re ew dixwazin bala raya giştî bêtir bikşînin ser komkujiya Roboskî û vê yekê jî bi giranî ji bo Rojavayê welêt dikin.

Unlu diyar ku muze wê bi xebateke kolektîf bikeve meriyetê û anî ziman ku ew li bendê ye her kesê tiştek ji dest tê alîkariyê bidin wan.

Endamê Hewldana Muzeya Roboskî Dogûkan Unlu da xuyakirin ku alîkariya herî watedar a heta niha hatiye kirin ji girtîgehan hatiye û got, "Girtiyên siyasî 334 berhemên çêkirin ji me re şandin û hatineyên ji firotina wan bi dest bikevin, ji muzeyê re hiştin. Ragirtina di tecrîdê de jî, ji bo alîkarîdayîna muzeyê nebû asteng."

EGER LI DIJÎ ZILMÊ YEKÎTÎ BÊ AVAKIRIN

Unlu diyar kir ku ew dixwazin haya her kesî ji vê projeyê hebe û got, "Bi awayekî zelal em dibêjin; her kes dikare alîkariyê bide vê projeyê. Bi taybetî em girîngiyeke mezin didin alîkariya ji rojavayê welêt bê dayîn. Eger bi rastî jî em karibin pireke biratiyê ava bikin, em karibin li hemberî zalimkaran yekîtiyeke mezin pêk bînin, em ê karibin pêşî li komkujiyên nû yên li erdnîgariya me bên jiyîn bigirin. Lêgerîna edaletê ya gelê Roboskî hînê dewam dike û ji bilî mezinkirina vê têkoşînê ya bi hev re, rêyeke din li pêşiya me nîne.

Unlu herî dawî got, "Bi dîtina min malbatên Roboskî dengê wicdanê vê xakê ne. Êşa Soma mîna êşa xwe dîtin, ji bo Berkîn gotin "Li ber xwe bide berxê min em bi te re ne" û niha jî hembêza xwe ji gelê Êzidî yê ji komkujiyê reviyan e vekirine. Em vê muzeyê ji bo êşa van mirovên xwedî dilekî mezin parve bikin, ji bo careke din komkujiyeke bi vî rengî rû nedin, çê dikin.