1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li eniya rojhilat rengê berxwedanê
Li eniya rojhilat rengê berxwedanê,li,eniya,rojhilat,rengê,berxwedanê

Li eniya rojhilat rengê berxwedanê

A+ A-

KOBANÊ – Di berxwedana dîrokî ya Kobanê ku bandor li ser tevahiya cîhanê çêkiriye de, yek ji tiştên balê dikişîne jî, hevkariya şervananên YPG’ê û welatiyên herêmê ye. Li eniya rojhilat ji ciwanên 20 salî heta kalên 70 salî hemû kes bi hevre li dijî çeteyan şerekî dijwar dimeşînin.

Di roja 38’emîn a berxwedana Kobanê de me xwest xwe bigihînin eniya rojhilat a şer. Ji bo em xwe bighînin çeperên şervanên YPG ê şervanekî YPG ê Canfeda Cudî bû rênasê me û di rêkê de ji me re behsa pevçûnên di navebera YPG û çeteyên DAIŞ’ê de kir. Bi guhdarkirina gotinên Canfeda û dîtina bergehên li pêşiya çavên me, agir bi dilê mirov diket. Dîmenên mu me dîtin şahidiya êrîşên ku çeteyên DAIŞ’ê li ser Kobanê daye meşandin dikir. Çeteyên DAIŞ’ê bi avêtina hewanan û teqandina wesayetên bombebarkirî gelek mal û cadeyên bajar ên dikevin milê rojhilat hilweşandine. Şervanên YPG’ê li her kolanekê bi xwîna xwe dîroka berxwedaniyê dane nivîsandin. Wexta ku em di wan kolanan de dimeşiyan hemû ziraviyên wan dîmenan berxwedaniya Kobanê ji kûrahiya wê bi te didan hîskirin.

Şervanan em pêşwazî kirin

Şervanên YPG’ê û YPJ’ê bi rûkeniyekê em pêşwazî kirin. Hinek ji wan keleşinkofa wan li milê wan bû yek ji wan jî hem B7 li ser milê wî bû hem jî kelaşinkofa wî li milê wî bû. Bi ruhê xwe yê ciwan silav da me û çû ciyê xwe. Berî ku em derbasî malê bibin dengê teqîna BKC hate min. Wî dengî heyecanekî mezin xiste dilê min û min bi lez berê xwe da ciyê ku deng jê dihat. Min dît şervana YPJ’ê Nefel Zîlan berê BCK’ê daye ciyê ku çeteyên DAIŞ’ê xwe tê de veşartine û wan hedef digire. Li kêleka şervana YPJ’ê Nefel kalê bi navê Xelîl Hemî Osman ê 65 hebû. Osman ji destpêka berxwedaniyê heyanî niha di çeperên pêşde û li kêleka YPG’ê li ber xwe dide. Bi heyecan ji min re behsa berxwedaniyê kir. Gotina wî ya ku balkêş ev bû; “ Elhemdulah min dest ji xaka xwe berneda û ez ciyê xwe di nava berxwedaniyê de digirim.”

Ciwanekî ji Reqayê

Di nava koma şervanan de ciwanekî din balê dikişîne. Muhemed Şêx Muhemed di sala 1991’an de li bajarê Reqayê ji dayîk bûye. Piştî ku ji Reqa koç dibin derbasî Tirkiyê dibin. Bi destpêkirina berxwedaniya Kobanê re Muhemed jî berê xwe dide Kobanê û ev 15 rojin di eniya rojhilat de li kêleka hevalên xwe li berxwe dide. Muhemed kêfxweşiya xwe ya tevlîbûna berxwedaniya Kobanê weha anî ziman: “Wexta ku min berxwedaniya Kobanê ji dûrve dişopand gelekî li zora min diçû. Wijdanê min tehemul nedikir. Ji ber vê yekê min berê xwe da berxwedaniya Kobanê û ez niha gelekî kêfxweşim ku ciyê xwe di nava vê berxwedaniyê de digirim. Çeteyên DAIŞ’ê wexta êrîşî me dikin qîr qîra wan e û dixwazin şerê taybet li hemberî me bidin meşandin, lê belê ev yek bandor li ser me nake û heval bi awayekî lehengî bersiv didin êrîşên wan.”

NALÎN PALE