1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Helebê berxwedana El-Ekrad: Bi dehan çete hatin kuştin
Li Helebê berxwedana El-Ekrad: Bi dehan çete hatin kuştin,li,helebê,berxwedana,el,ekrad,bi,dehan,çete,hatin,kuştin

Li Helebê berxwedana El-Ekrad: Bi dehan çete hatin kuştin

A+ A-

HELEB 31.07.2014 09:35:10 Piştî ku komên çekdar ên ser bi Artêşa Sûriyeya Azad xwe vekişandin û tevî çekan herêmên xwe radestî DAIŞ'ê kirin, li Helebê di navbera DAIŞ'ê û şervanên Eniya El Ekrad û çend komên pê re tevdigere, şerên dijwar diqewimin. Hat ragihandin ku di pevçûnên danê vê sibê de bi dehan çete hatin kuştin, tankek û wesayîteke bi çekên giran ên çeteyan hatine rûxandin.

Şer û pevçûnên ku ji duh ve di navbera çeteyên DAIŞ'ê û şervanên Cebhet El-Ekrad tevî çekdarên opozîsyonê derketibûn, îro di danê sibê de bi giraniya xwe dom kirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin îro di sateen sibê de di navbera çeteyên DAIŞ'ê û şervanên Cebhet El-Ekrad tevî çekdarên opozîsyonê de li bajarokên Extarîn û Dodiyan ên derdora bajarê Helebê, pevçûnên giran derketin.

Hat diyar kirin ku di encamê de bi dehan çeteyên ku hewl didan ber bi herêmê ve pêşde biçin, hatin kuştin û tankek tevî wesayîteke çeteyan ên bi çekên giran barkirî bûn, hatin rûxandin.

Li gorî agahiyan, çeteyên li vê derê derbên giran xwarin, neçar man xwe vekişînin.