1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Hemdaniyê şerê kolanan destpê kir
Li Hemdaniyê şerê kolanan destpê kir,li,hemdaniyê,şerê,kolanan,destpê,kir

Li Hemdaniyê şerê kolanan destpê kir

Leşkerên Iraqê di çarçoveya operasyona xwe ya kontrolkirina Mûsilê de, niha li Hemdaniyê dijî çeteyên DAIŞ’ê dest bi şerê kolanan kirine

A+ A-

ROJNEWS/ HANA AZAD

Heya niha beşek mezin ji taxên qezaya Hemdaniyê ku dikeva bakûrê Mûsilê ji aliyê leşkerên Iraqê ve hatine rizgarkirin û ala Iraqê li ser gelek avahiyan daliqandine.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, leşkerên Iraqê hewl didin îro tevahiya qezaya Hemdaniyê kontrol bike û ber bi gundê Şore ve pêş bikeve.

Li aliyekî din ji balafirên koalîsyonê bi giranî baregehên çeteyên DAIŞ’ê bombe

Di heman demê de li gor daxuyaniyek ya hêzên hevbeş ên Iraqê di encama bombebarana balafirên koalîsyonê ya li ser çeteyên DAIŞ’ê de alîkarê Ebubekir Bexdadî, Ebu Usame hatiye kuştin.

Li gor daxuyaniyê bombebaran li ser navçeya Tilsiqufî ya başûrê Mûsil pêk hatiye û Ebu Usame li gel hinek çeteyên ku li gel wî bûn, hatine kuştin.

(rn)