1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Hesekê şer bi dijwarî dewam dike
Li Hesekê şer bi dijwarî dewam dike,li,hesekê,şer,bi,dijwarî,dewam,dike

Li Hesekê şer bi dijwarî dewam dike

Li taxên Neşwa Şerqiye û Xiwêran ên Hesekê di navbera hêzên YPG/Asayş/HPC’ê û hêzên rejîmê, çekdarên Hizbûllah û Îranî de şerên dijwar diqewimin. Ji ber bomberdûmana hêzên rêjîmê ya şevê din, zarokekî jiyana xwe ji dest da

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN Ji şevê din û heta niha li taxên Neşwa Şerqiye û Xiwêran di navbera hêzên YPG/Asayş/HPC’ê û hêzên rejîmê, çekdarên Hizbûllah û Îranî de şerên dijwar diqewimin. Hêzên rejîmê di van êrîşan de hemû rengên çekên giran bi kar tînin û herêmên sivîlan jî topbaran dikin. Li gorî hin agahiyên di topbarana de ku li ser taxa Salihiyê pêk hat, zarokekî 3 salî ku malbata wî ji Dêra Zorê koçber bûye û li wir bi cih bûye, birîndar bûye. Her wiha şevê din balafirên şer ên rejîma Baas taxa Neşwa Şerqiye û Xerbiye, Xiwêran û Sûka bajar bombebaran kirin. Di encamê de ziyanên madî gihiştin mal û milkên welatiyan, lê têkîldarî kuştî û birîndaran agahî nehatin zelalkirin. Ji ber bomberdûmanê zarokekî jiyana xwe ji dest da Ji ber bombedûmana hêzên rêjîmê ya şevê din ya li ser taxên Hesekê, zarokekî jiyana xwe ji dest da. Her wiha bi giştî 5 sivîl birîndar bûne, 4 jê zarok in. Ziyanên madî yên mezin gihiştin milkên welatiyan. Li gorî agahiyên ji nexweşxaneya Wetenî ya Hesekê, ji ber topbarana hêzên rêjîmê ya li ser taxên Miftî, Salihiyê, Til Hecer, Ezîziyê, Xeşman, Neşwa û Nasra, ku şevê din pêk hat, ciwanê bi navê Hanî Îsa (17) jiyana xwe ji dest da û sê zarokên bi navê Xelîl Îbrahîm Bedrî (13) ji taxa Neşwa Xerbiye, Yehya Ebdulrezaq Xinêş (13) ji taxa Salihiyê, Mihemed Rakan Mihemed yê (17) ji taxa Xişman û welatiyê bi navê Hisên Elûş El-Necim (35) ji taxa Ezîziyê û zarokê sê salî ku nasnameya wî nehate zanîn û ji taxa Salihiyê ye, birîndar bûne. Her wiha ziyana madî gihişt mal û milkên welatiyan. Çavkaniyên ji nexweşxaneya Hesekê diyar kirin ku heta niha ji ber bomberdûmana li ser taxên Hesekê 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Li aliyê din jî ji birîndarên Hesekê ku rakiribûn nexweşxaneyên bajarên din ên Kantona Cizîrê, sivîlek li nexweşxaneyên Amûdê û 2 sivîl li nexweşxaneyên Qamişlo jiyana xwe ji dest dane. Her wiha bi dehan welatî jî birîndar bûne. Rewşa gelek birîndaran jî giran e.