Li Hewlêrê civînek bi beşdariya 43 aliyên siyasî ji bo Rojava hat lidarxistin
HEWLÊR/ROJ NEWS
Duh li bajarê Hewlêrê yê başûrê Kurdistanê ji bo piştgiriya kurdên Rojava û hewldanên ji bo yekxistina aliyên siyasî yên kurd, civînek bi beşdariya 43 partî û aliyên siyasî yên herçar parçeyên Kurdistanê hat lidarxistin. Di civînê de ji ber nasandina kantonên Rojava, spasiya parlamentoya Herêma Kurdistanê hat kirin. Herwiha daxwaz ji komîteya amadekar a Kongreya Netewî ya kirin ku ji nû de dest bi xebatên xwe bikin.
Civîn li Melbenda 3’ya rêxistina Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) û bi beşdariya 43 partî û aliyên siyasî yên herçar parçeyên Kurdistanê hat lidarxistin. Di civînê de nûnerên KCK, PDK, YNK, Tevgera Goran partiyên Îslamî, KNK, partiyên rojhilatê Kurdistanê û çend partiyên Tirkmenan jî beşar bûn. Herwiha biryar hatiye dayîn ku nûnerê wan aliyên siyasî ligel serokatî, serokwezîrtî û serokatiya parlamentoya Herêma Kurdistanê jî bicivin.
Piştî civînê daxuyaniyek bi navê 43 partî û rêxistinên herçar parçeyên Kurdistanê hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku wan di civînê de bûyer û pêşketinên çêdibin guftûgo kirine û bernaeyek ji bo karûbarên dahatû amadekirine.
Di berdewama daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Me di vê civînaê de carekî din xebat û berxwedana pêşmerge û şervanan bilind nirxand. Herwiha em bi pêşdeçûna di meydana şer de ya li başûrê Kurdistan, Kobanê û rojavayê Kurdistanê keyfxweş in û spasiya hêzên navneteweyî dikin ku navendên DAIŞ’ê yên li Kobanê bombebaran kirine. Ev jî bûye sedemê hevsengiya şer li Kobanê were guhertin.”
Partî û aliyên siyasî spasiya tevayî gelê Kurdistanê û gelê kurd yê li diyasporayê kirin û wiha hat gotin: “Wan bi çalakiyên xwe yên cûr bi cûr terrorist şermezarkirin, moralê pêşmerge, gêrîlla û şervanan bilind kirin. Ev yekdengiya gel li tevayî Kurdistanê derdixe holê ku em yek dil, yek gewdene û çarenivîsa me yek e.”
Di berdewama daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Beşdarvanên civînê, însiyatîfa serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ji bo nêzîkirin û rêkeftina aliyên rojavayê Kurdistanê bilind dinirxîne. Herwiha daxwaz ji TEV-DEM û ENKS’ê dike ku milmilanêyên hizbî bidin aliyekê û di nava xwe de bigihin rêkeftinekê. Ji ber ku yekrêzî û yekdengiya wan, wê bibe fakterek ji bo bihêzbûn û serkeftina şoreşa rojavayê Kurdistanê.”
Partî û aliyên siyasî spasiya parlamentoya Herêma Kurdistanê jî kirin û di daxuyaniya wan de wiha tê gotin: “Di civîna me de ji ber nasandina kantonên Rojavayê Kurdistanê, spasiya parlamentoya Herêma Kurdistanê kir. Herwiha me di civîna xwe ya 29.09.2014’an de daxwaz ji serokatî, serokwezîrtî û serokatiya parlamentoya Herêma Kurdistanê kiribû ji bo cîbicîkirina vê biryarê tiştên pêwîst bikin.”
43 partî û aliyên siyasî daxwaza yekdengiyê kirin û wiha gotin: “Emê ji bo yekrêzî û yekdengiya gelê Kurdistanê, di kar û xebata xwe de berdewam bin. Em daxwazê ji hemû aliyekê dikin ku alîkarî û piştgiriya me bikin, ji bo yekrêzî û yekdengî çêbibe. Ji bo vê yekê em daxwaz dikin ku komîteya amadekar a Kongreya Netewî dest bi karên xwe bike. Ji bo di demekî herî zû de Kongreya Netewî wekî sêwanekî hevbeş ji bo hemû aliyan bê lidarxistin.”
Di dawiya daxuyaniya partî û aliyên siyasî yên herçar parçeyên Kurdistanê de wiha tê gotin: “Me biryar daye di kar û çalakiyên xwe yên bê de sindoqa alîkariyê ji bo piştgiriya rojavayê Kurdistanê danin. Ji bo vê armancê em daxwaz ji gelê Kurdistanê dikin ku di dema danîna vê sindoqê de li hewara xwişk û birayên me biçin û alîkariyê bidinê. Ev jî erkekî neteweyî, nîştîmanî û mirovî yê li ser milê her neteweyekê ye.”
Navê partî û aliyên siyasî yên beşdarî civînê bûne wihane:
1-Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê
2-Partiya Komînîst a Kurdistanê
3-Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK)
4-Tevgera Goran
5-Yekîtiya Netewî ya Demokrat a Kurdistanê (YNDK)
6-Tevgera Demokrat a Gelê Kurdistanê
7-Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê
8-Partiya Ayînde ya Kurdistanê
9-Tevgera Îslamî ya Kurdistanê
10-Partiya Karker û Kedkaran a Kurdistanê
11-Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê
12-Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK)
13-Tevgera Demokrat a Gelê Tirkmen
14-Sazûmana Xebat a Kurdistana Îranê
15-Partiya Şirûq a Tirkmenî
16-Partiya Demokrat a Bêt Nehrîn
17-Partiya Rizgarî ya Kurdistanê (RPK)
18-Partiya Yekîtiya Demokratîk
19-Partiya Parêzgaran a Demokrat ya Kurdistanê
20-Partiya Aştî û Demokrasiyê
21-Komele (Rêxistina Kurdistanê ya Partiya Komînîst a Îranê)
22-Partiya Gel a Tirkmenî ya Iraqê
23-Partiya Demokratîk a Tirkmenên Kurdistanê
24-Partiya Rizgariya Netewî ya Tirkmen
25-Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK)
26-Partiya Netewî ya Kurdistanê
27-Partiya Pêşketinxwaz a Demokrat ya Kurdistanê
28-Tevgera Aştîxwazên Kurdistanê
29-Tevgera Guhertina Demokratîk a Kurdistanê-Sûriye
30-Partiya Parêzgaran a Kurdistanê
31-Kongreya Nîştîmanî ya Kurdistanê (KNC)
32-Partiya Serbestî ya Kurdistanê
33-Komela Îslamî ya Kurdistanê
34-Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK)
35-Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)
36-Hizba Demokrat a Kurdistanê
37-Koma Civakên Kurdistanê (KCK)
38-Partiya Sosyalîst a Demokrat ya Kurdistanê
39-Tevgera Rirzgariya Demokrat a Kurdistanê
40-Partiya Komarî ya Kurdistanê
41-Komeleya Rewşenbîrî ya Tirkmenan li Kurdistanê
42-Hizba Tirkmen a Êlî
43-Tevgera Tirkmen a Bê Alî