1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Kobanê çete ketin kemînê
Li Kobanê çete ketin kemînê,li,kobanê,çete,ketin,kemînê

Li Kobanê çete ketin kemînê

A+ A-

KOBANÊ - ANF Çeteyên ku ji aliyê başûr ve êrîşî bajarê Kobanê kirin, ketin kemîna YPG’ê. Di pevçûnê de 2 wesayîtên doçka li ser bûn hatin rûxandin, tangek hate derbkirin û bi dehan çete hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, çeteyên DAIŞ’ê di saetên serê sibehê de ji aliyê başûr ve bi çekên giran êrîşî bajarê Kobanê kirin. Lê li nêzî salona dawetê ya bi navê Newroz ku li rex bajar e, ketin kemîna şervanên YPG’ê.

Di pevçûna ku derket de wesayîtek çeka doçka ya 23 û wesayitek ku çeka doçka a 14.5 li ser bûn hatin rûxandin, tangek hate derbkirin û bi dehan çete hatin kuştin.

Pevçûn didome.

Li rojhilatê Kobanê jî pevçûn li gundê Helincê berdewam dikin


Bêjeyên Miftehî