1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Kobanê 120 çete hatin kuştin
Li Kobanê 120 çete hatin kuştin,li,kobanê,120,çete,hatin,kuştin

Li Kobanê 120 çete hatin kuştin

A+ A-

KOBANÊ - Di pevçûnên 24 seatên borî de li rojavayê herêma Kobanê di operesyona YPG'ê ya bi navê 'Tolhildana ji bo Şehîdên Kobanê' de 120 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û gelek çek ketin destê YPG'ê.

Yekîneyên Parastina Gel di 22'ê tîrmehê de li dijî çeteyên DAIŞ'ê li herêma Kobanê operesyona leşkerî ya bi navê 'Tolhildana ji bo şehîdên Kobanê" da destpêkirin.

Di çarçoveya operesyonê de roja sêşemê di seatên êvarê de YPG'ê li gundên rojavayê herêma Kobanê Cib El-ferec, Geteş, Şêxler û Girê Zagros li dijî çeteyên DAIŞ'ê kampaniyeke paqijkirinê dest pê kir. Di encamê de di navbera herdu aliyan de pevçûnên giran derketin û heta 24 seatan bi giraniya xwe dom kirin.

Di wan pevçûnan de zêdtirî 120 çete hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn. Li aliyê din şervanên YPG'ê dest danîn ser çekekên wekî doçka 12.5, RBC, Kilaşinkovek û dûrbîneke şevê yên çeteyan. Her wiha di van pevçûnan de 14 şervanên YPG/YPJ'ê jiyana xwe ji dest dan.

Çeteyên DAIŞ'ê gundên rojavayê herêmê bi topên hawanê topbaran kirin. Di encamê de ziyanên madî gihiştin milkên welatiyên sivîl.

Heta van kêliyan, li gundên rojavayê herêma Kobanê pevçûn bi awakî demî didomin.

(ne/he)