1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li ser Girê Til Şeîrê ala YPG’ê li ba ye
Li ser Girê Til Şeîrê ala YPG’ê li ba ye,li,ser,girê,til,şeîrê,ala,ypg,ê,li,ba,ye

Li ser Girê Til Şeîrê ala YPG’ê li ba ye

A+ A-

KOBANÊ – Girê Til Şeîr ku çete ketibû, demek beriya niha ji aliyê şervanên YPG’ê ve paşve hatibû girtin. Ji ber ku ev gir cihekî stratejîk e, çete hewl didin ku dîsa bidest bixin, lê her hewldanek wan tê şikandin û serweriya YPG’ê ya li vir dom dike.

Li derdora Girê Til Şeîr ku dikeve rojavayê Kobanê di nava 2 rojên dawiyê de şer û pevçûnên giran di navbera şervanên YPG`ê û çeteyên DAIŞ`ê de rû dan. Di şeva 24’ê cotmehê de şervanên YPG`ê ji seat 22.00’an heta seat 03.00’an li hember çeteyên DAIŞ`ê çalakiyeke bi bandor li dar xistin. Di encama çalakiyê de çete ji herêmê hatin durxistin.

Ji bo şopandina rewşa dawî me jî di saetên serê sibehê de berê xwe da Girê Til Şeîrê. Li gir em rastî şervanên YPG’ê hatin. Hinek di çeperan de bûn, hinekan herêm kontrol dikirin û hinekan jî bêhna xwe vedidan.

Destpêkê me ji fermandarê Eniya Rojavayê Kobanê Akif Amed rewşa herêmê pirsî. Amed rewş wiha vegot: "Di herdu rojên dawiyê de di nav kenalên çapemeniyê de jî hin agahî hatin belavkirin ku girê Til Şiîrê ketiye bi kontrola çeteyên DAIŞ`ê de. Lê nerast in. Çete êrîş dikin, lê nikarin biser bikevni. Me jî 24’ê cotmehê çalakiya xwe li dar xist. Şervanên me dora çeteyan girtin, derbeyên giran li wan xistin. Di encamê de gelek kuştiyên wan çêbûn û cebilxane ketin destê me. Rastî jî di şerê duh de car din ew heqîqet derket holê, ku şervanên me fedayî vî gelî ne. Ji aliyekî me dixwest wan koçberê li ser sînor ji çeteyan biparêzin û çeteyan ji herêmê dur bixin.”

Piştî hevdîtina bi fermandar re, em li nava şervanên li ser gir geriyan. Ji herêma Cizîrê, Bakurê Kurdistanê, Kobanê, welatiyên kurd û Ereb şervan hene. Moralên şervanan bilind bûn û digotin; “ala me ya li ser gir bilind dibe. Bila her kes ala me bibîne.”

Dema em darebasî gel şervanên di nobetê de bûn, sekvanên çeteyan li wir hin gule jî avêtin. Şervanekî got: "Çalakiya me serkeftî bi dawî bû, xwe bitewînin, em naxwazin tu bedelan bidin". Wê demê şervanekî din ê bi navê Qomîtan keniya û ji me re got: "Dizanin, em pir kêf xweşin. Bila guleyan li me bibarînin. Ev hêrsa binketina wan e".

NAZDAR EBDI