1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Silêmanî muzeya îşkenceyê: Emna Şureka
Li Silêmanî muzeya îşkenceyê: Emna Şureka,li,silêmanî,muzeya,îşkenceyê,emna,şureka

Li Silêmanî muzeya îşkenceyê: Emna Şureka

A+ A-

MÛSTAFA DOGAN - SILÊMANÎ 21.07.2014 08:31:00 Girtîgeha Emna Şureka ku di dema dîktatorê Iraqê mezintirîn girtîgeha leşkerî û navenda îstîxbaratê ya li Silêmanî bû û bi hezaran mirov bi îşkenceyê lê hatin kuştin, veguherî muzeyê. Avahiya ku di serhildana li Silêmanî de hat bidestxistin, ji bo bîranîna 182 hezar kesên hatin kuştin, niha bi gelek eynikên şikestî hatiye dagirtin.

Li hewşa muzeyê tank û topên ji wê demê mayî tên nîşandan, beşek ji muzeyê jî ji berhemên kevnare yên çanda Kurd re hatiye veqetandin.

Beşa muzeyê ya bandorê li mirovan dike jî, odeyên îşkenceyê ne ku bi hezaran jin-mêr lê hatin îşkencekirin. Daliqandina 'Filistînê', Sêdar, manyetoyên di dema îşkenceyê de elektrîk hildiberandin...

Li Emna Şureka'yê, nivîsên girtiyan ên hingî li dîwarên girtîgehê nivîsandin, parçeyên betaniya girtiyan bikar dianîn û kincên wan ên bi xwîn, hînê mîna xwe lê ne.

Yek ji kesên ku li Emna Sureka îşkence dîtiye û bi şensê filitiye Serdar Tayyîp Kadîr e ku niha li Silêmanî karê taksîtiyê dike.

Hînê di 17 saliya xwe de di sala 1986'an de li Silêmaniyê hatiye binçavkirin û ew anîne navenda îşkenceyê ya Emna Şureka. Tevî ku di ser re 28 sal derbas bûne jî li zend û destê wî şopên îşkenceyê hînê tên dîtin.

Bi gotina, "Ji ber sedemên polîtîk hatim binçavkirin. Çawa hatim girtin, ez anîn Emna Şureka. Haya malbata min jê tunebû. Gelekî hindik mirovên dikevin vir bi saxî derdikevin" behsa navdariya Emna Şureka dike.

Ji bilî îşkenceya li wir lê hat kirin, îşkenceyên li jin û zarokan hatin kirin û înfazên wî jê re şahidî kir, hînê di bîra wî de ne.

Kadîr destpêkê li tiştên bi serê 3 zarokên Kurd ên 15 salî hatin kirin re şahîd kir: "Destpêkê bi rojan îşkence li wan kirin. Dûre ji nişka ve îşkence sekinandin. Piştî çend rojan hatin koxûşa me ya mîna hucreyê û gotin, 'hûnê sibê bên berdan, xwe li gorî wê amade bikin.'

Em li cem hev bûn. Ew her sê zarokên Kurd heta serê sibê ji kêfa raneketin. Serê sibê polîsên sivîl hatin ew birin. Dûre me bihîstin ku ev her sê zarok li meydana Filkey Kawa ya Silêmanî li pêş çavê gel hatine gulereşandin."

EGER EZ EMNA ŞUREKA BINIVÎSÎNIM WÊ PIRTÛKEK JI 3 BERGAN JÊ DERKEVE

Kadîr anî ziman ku di nava 16 mehên li Emna Şureka de birînên ji ber îşkenceyê li bedena wî derketine bi kûçikan hatine alastin, av û sabûn tunebû, rojane bi tenê ji bo carekê çûyîna destavêt destûr jê re dihat dayîn, dema diçûn jî rastî lêdana bi kabro ya leşkerên di rêzê de bûn û got, "Carna em 50-60 kes li hucreyên têra 8-9 kesan dikir, dihatin bicihkirin. Em hemû tazî bûn. Zivistanê ava cemidî berdidan ser bedena me ya tazî, dûre jî vantîlator dianîn ber deriyê hucreya me ya vekirî û vedikirin. Her roj îşkence li me dihat kirin. Îşkence li Kurdan, sosyalîstan, oldaran li her kesî dihat kirin. Di vê mijarê de cihêkarî nedikirin."

Kadîr da xuyakirin ku eger ew tiştên di nava sal û nîvekê de li Emna Şureka hatine serê wan binivîsîne wê pirtûkek ji 3 bergan jê derkeve û wiha behsa wan rojan kir:

"Destpêkê em li hucreyeke bi şêweyê koxûşa ji 45 kesan diman. Em hemû tazî bûn û bi zincîran bi hev ve girêdayî bûn. Zincîr jî li lûleyeke dirêj girêdayî bû. Kengî aciz dibûn, bêhna wan teng bû dihatin elektrîk didan wê lûleyê. Bi vî rengî bi carekê ve elektrîk didan 45 kesan. Elektrîk didan û berdidan. Li qêrîna me ya di dema dayîna elektrîkê de temaşe dikirin û dikeniyan. Ji bo kêfxweşiyê carna malbatên xwe yan jî sivîlên nasên xwe yên ji derve dianîn û li pêş çavê wan bi vî rengî eletkrîk didan me û dikeniyan."

HER ROJ JI BER ÎŞKENCEYÊ MIROV DIMIRIN

Kadîr ragihand ku wî ji sedan mirinan re şahidî kiriye û bi sedan mirinên li koxûş û hucreyên din jî bihîstiye. Kadîr yek ji mirinên ku jê re şahidî kiriye wiha vedibêj: "Yek hebû navê wî nayê bîra min. Bi rojan îşkence lê kirin. Di nava xwînê de mabû. Piştre varîlek anîn korîdora hucre lê bûn û xwê û av dagirtin. Me fêm nekirin çi ye. Dûre ew mirovê her derê wî di nava birîn û xwînê de mabû ragihiştin xistin hundirê wî varîlî. Diêşiya, feryad dikir. Du caran ew xistin hundirê varîl û derxistin, gava cara sêyemîn xistin hundirê varîl ew miribû. Cesedê wî bi min da hilgirtin. Heta beşa kêleka korîdorê min cesed hilgirt. Nizanim ku piştre çi anîn serê cenazeyê wî."

Kadîr diyar kir ku her kesên birine Emna Şureka îşkence dîtine û destnîşan kir ku her roj mirov ji ber îşkenceyê hatin kuştin. Kadîr anî ziman ku temamiya kesên hatin kuştin Kurd bûn û ji ber sedemên siyasî îşkence li wan dihatin kirin.

DI SERHILDANÊ DE CIHÊ YEKEMÎN HAT ZEVTKIRIN EMNA ŞUREKA BÛ

Kadîr da zanîn ku dema ew li Emna Şureka dihat ragirtin, navê Midûrê Emniyetê Rahîp Taha, alîkarê wî efserê bi navê Hasan, Mulazim Tarik, Mulazim Abbas, Mufavvaz Selman, Rahman û Şakir tên bîra wî û ragihand ku herî zêde van kesan îşkence kirine û mîna mêşan bikujin bi îşkenceyê mirov dikuştin.

Kadîr diyar kir ku ji doza lê hat darizandin destpêkê 10 salan dûre jî 24 salan ceza lê hat birîn û paşê ew birin Girtîgeha Ebû Gureyb. Kadîr da xuyakirin ku ji bo xatirê serketineke li dijî Îranê ya di dema şerê Îran-Iraqê de, di meha 9'an a sala 1988'an de Saddam Huseyîn efûyeke giştî îlan kiriye û bi vî rengî ew serbest hatiye berdan.

Kadîr ê ji ketina Emna Şureka re şahidî kir, behsa wê rojê kri: "Raperîna destpêkê ya li Kurdistanê di 5'ê Adara 1991'ê de li Ranya destpê kir. Di 7'ê Adarê de bi raperîna li Silêmanî re gel azad bû. Gel avêt ser Emna Şureka. Hemû efser û îşkencekarên li wê derê zevt kir, kuşt. Di nava yên hatin kuştin de ew kesên ku min navê wan jimartin û îşkence li me dikirin jî hebûn."

Serdar Tayyîp Kadîr ê ji Emna Şureka bi saxî filitî hînê li Silêmanî karê taksîtiyê dike û di heman demê de endamekî çalak ê komeleyên xizmên windahî û mexdûrên îşkenceyê ye.