1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ligel gefan tabelaya Dibistana Ferzad Kemanger hate daliqandin
Ligel gefan tabelaya Dibistana Ferzad Kemanger hate daliqandin,ligel,gefan,tabelaya,dibistana,ferzad,kemanger,hate,daliqandin

Ligel gefan tabelaya Dibistana Ferzad Kemanger hate daliqandin

A+ A-

AMED (DÎHA) – Tabeleya Dibistana Sereteya ya Ferzad Kemanger a ku dê sibehê dest bi perwerdehiya kurdî bike ligel gefên wekî “neqanûnî ye” dê der barê kesên berpirsyar karên fermî bê kirin hate daliqandin.

Bi salan e ji bo daxwaza perwerdehiya zimanê kurdî ya gelê kurd dewlet tenê nezîkatiya “dersa bijarte” nîşan da. Li ser vê nêzîkatiyê TZP Kurdî, Mala Piştgiriya Perwerdehiyê (MAPER) û Egîtîm Senê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, navçeya Gevere ya Colemêrgê û navçeya Rezan a Amedê dibistanên kurdî vedike, tabeleya Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger hate daliqandin. Qaymeqamiya Rezan perwedehiya kurdî ya li dibistanê bê destpêkirin wekî “neqanûnî” bin av kiribû gefa der barê kesên berpirsyar de dê karên fermî bê destpêkirin kiribû.

Ligel gefa qaymeqamiyê di dibistana ku tabelaya wî hate daliqandin de pol, odeya kişikê, atolyeyên resiman, odeya muzîkê, serwîsa rehberiyê û mutbaxa ku zarok xwarinê bixwin hene.

Ne dibistanên asîmîle dikin, ên cudabûnan esas digirin

Di bernameya dibistanê de hemû dersên ku zarokên diçin dibistana seretayî bibînin hene û pirtûk ji bi kurdî hatin çapkirin. Li şûna mufredata perwerdehiyê ya dogmatîk. Netewperest û zayendperest li dibistanê modela perwerdehiyê ya cudabûnan, demokrasiyê, bihistiyariya ekolojîk pêş dixe û azadiya zayendan esas digire tê hedefkirin. Di dibistanan de dibistana seretayî 5. dibistana navîn 3 û lîseyî wekî 4 sal hate diyarkirin. Di dibistanên kurdî de perwerde ewil dê bi zaravayên kurdî yên kurmancî û dimilkî bên dayîn û di demên pêş de jî tirkî û îngîlizî yan j îli gorî daxwazên xwendekaran bi zimanên cuda perwerde bê dayîn.

Jibilî 5 mamosteyên polan, mamosteyên ku dersên resim, muzîk û sporê bidin jî li dibistanan dersan bidin. Ev mamosteyên ku dersan bidin xwendekaran dê bi tevahî li ser esasê dildariyê bixebitin.

Cilên xwendekaran û hemû pêdiviyên wan ên qirtasiyeyê ji aliyê gel û malbatên zarokan ve dê bê bicihanîn.

Dibistan sibehê vedibin

Li dibistana ku tabelaya wî jî hate daliqandin û hemû amadekariyên wî temam bû sibehê dê bi dibistanên li Cizîr û Geverê ve dest bi perwerdehiyê bike. Sibehê li saet di 11.00’an de ewil ji Navenda Çand û hunerê ya Cigerxwîn heta ber Midûriyeta Perwerdehiyê ya NAveçay Rezan meş bê lidarxistin û piştre jî perwerdehî bi merasîmê dest pê bike.

(sa)