1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Meşa Gerîla ya Çareseriya Demokratîk' bû belgefîlm
'Meşa Gerîla ya Çareseriya Demokratîk' bû belgefîlm,meşa,gerîla,ya,çareseriya,demokratîk,bû,belgefîlm

'Meşa Gerîla ya Çareseriya Demokratîk' bû belgefîlm

“Meşa Çareseriya Demokratîk” a gerîlayan ji aliyê hunermendê wêneyan Selîm yildiz ve bû belgefîlm

A+ A-

HAYRÎ DEMÎR

AMED (DÎHA) – “Meşa Çareseriya Demokratîk” a gerîlayan piştî ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di Newroza 2013’ê de ji bo çareserkirina pirsgirîka kurd deklerasyon weşand û piştre jî KCK’ê biryara vekişandina gerîlayan a devreyî sînor girt ji aliyê hunermendê wêneyan Selîm yildiz ve bû belgefîlm.Yildiz diyar kir ku di meşê de tiştên ku hatine jiyîn vedibêje û yekîneyeke leşkerî ku rasti gerîlayan hatiye rê daye gerîlayan.

Piştî ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di Newroza 2013’an de ji bo çaresserkirina pirgsirêka kurd deklerasyon weşand, Konseya Rêveberiya KCK’ê di 23’yê Adara 2013’an de agirbest îlan kir û di 8’ê Gulanê de jî gerîla dest bi vekişandina devreyî sînorê bakurê Kurdistanê kiribû. Ev meşa ku “Meşa Çareseriya Demokratîk” tê gotin û piştre gavên ku hikûmetê dê bavêta dê biba xwedî wateyeke dîrokî bû lê li aliyê din jî fikara bûyerên ku di dema vekîşana 1999’an hebû.

‘Meşa Çareseriya Demokratîk’ di 8’ê Gumanê de dest pê kir

Ji bo ev gava dîrokê bê avêtin Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan di 25’ê Nîsana 2013’an de li Qendîlê daxuyanî dabû çapemeniyê û biryar ji raya giştî re parve kiribû. Koma ku ji 15 gerîlayên HPG’ê pêk dihat di di 15’ê Gulanê de gihîşt herêma Metînayê. Lê ji berk u dewletê gavên pêwîst neavêt KCK’ê di 9’ê Îlona 2013’an de daxuyand ku wan derketina devreyî sînorên Bakur rawestandine.

Hunermendê wêneyan Selîm Yildiz ji bo ku bibe şahidê vê rêwîtiya ku KCK’ê daye destpêkirin û bigire bin qeydê bi koma gerîlayan ve tevli meşa 29 rojan bû û ew rojê dîrokî derbasî qeydan kir.

Ji Şaxa Wanê dest pê kir li Metînayê bi dawî bû

Yildiz 29 rojan ji bo ku ve meşê bigire bin qeydan û bibe şahidê hestên gerîlayan bi wan re meşiya. Yildiz ê ku ji bo meşê bigire bin qeydan kete nava hewldanan di 1’ê tebaxê de li navçeya Şaxê ya Wanê bi gerîlayan re kete rê. Ev meşa dijwar ji kato, Cudî û Bestayê derbas bû û piştî 29 rojan li Metînayê bi dawî bû. Yildiz di meşê de bi gerîlayan re heman zehmetî kişand û hin caran restî leşkeran hatin hin caran jî tevli pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê yên li lutkeyên çiya bûn. Yildiz meşa dîrokî ku bûye şahidê we re navê “29” daniye û ev meşa xwe ji DîHA’yê re vegot.

Hêviya aştiyê bû sedema heyecanê

Yildiz diyar kir ku gelê kurd 30 sal in têkoşîna azadiyê dide û di nava van salan de gelek caran agirbest îlan kiriye lê ev hemû bi qatlîaman hatine bersivandin. Yildiz destnîşan kir ku Meşa Çareseriya Demokrat^ki a di 2013’an de di hemû beşên civakê de hêviya aştiyê ava kiriye û bûye sedema heyecanê. Yildiz sedema kişandina belgefîlmê jî bi gotinên “min di v îşerî de hevalên xwe winda kir. Ji bo ku aştî pêk bê û careke din mirin çenebin tenê ev ji bo kişandinê sedemek e.”

Yildiz bilê kir ku ji berk u meheke qeyd kiriye ev yek di warê tekînîkê zehmet bûye, ev yek karê ekîbekî ye lê ji ber şertan wî tenê ev kar kiriye.

Yildiz got ku ji ku şert û merv giran bûn ewil ev daxwaza wî nehatiye qebûlkirin lê ji ber ku pir israr kiriye derketiye rê. Yildiz wiha axivî: êvarê piştî saet heftan hemû amûrên ronahiyê qedexe bûn, qeyd girtin qedexe bû tenê rêwîyekî ev yek ji bo ku balafirên keşfê nebinin quralek bû. 29 rojan tenê bi şev tenê 5 deqîqe min dîmen kişand. Bêguman bi rîsk. Ez bibêjim ez ji pevçûnan û mirinê netirsiyam dê derew be. Ev dibe ku biba rêwîtiyeke vegera tunebû jî. Min ev tişt hemû girt ber çavan û ez çûm.”

Dema rêwîtiyê 29 roj bû ji ber vê yekê Yildiz î navê “29” li belgefîlmê kiriye. Yildiz anî ziman ku “Ev çîroka rê ya 29 rojan e.”

Yildiz zehmetiyên ku rasthatine jî wiha anî ziman: “Rê pir dirêj bû. Ne kîlometre, palanên rojan dihat kirin. Derbasbûna ji Şaxê li Katoyê, Bestayê û Cudiyê û Başûr ne tiştekî wisa rehet bû.”

Yildiz diyar kir di rêwîtiyê de her tim balafirên keşfê hebûne û li ber qereqolên wekî Seda Çînê re derbas bûne, ji ber vê yekê tirsiya ye, lê gerîla elimîne vê rewşê. Yildiz da zanîn ku li her derên ku derbas bûne re mirovên nû naskirine ev tiştekî hestewar bûye, gelek gerîla di demên borî bi hevre mane, ji ber vê yekê jî merasîmên hevdîtinê û xatirxwestin çîrokên cuda bûn.

Yildiz got ku di dema rêwîtiyê de demên herî xetere li hev hatina gerîla û leşkeran bûye û wiha berdewam kir: “Dİ xeta sînor bi şev dema ku derbasî Heftanînê dibûn di riya qereqolê de em rastî wesayîta leşkeran hatin. Wesayît sekinî. Ez şoq bûm. Gerîla pir xwînsar nêzîk bûn û derbasî pozîsyona parastinê bûn. Wesayît li benda derbasbûna me ma. Piştî ku em derbas bûn wesayît çû. Wan jî nexwestin pevçûn derkeve. Wê demê min bawer kir ku dê şer biqede.”

Yildiz di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ez di nava ruheke eceb de bûn. Li aliyeke dîmen kaindin li aliyê din j îli gorî komê tevgerandin. Gelek caran min westandina xwe jî ji bîr dikir. Ji berk u paşve kişandin zor û zehmet bû. Îhtîmala kemîn û pevçûnê hebû. Lê gerila elimîbûn. Rê nasdikirin. Rêwitiye êvarê dest pê dikir û heta noqteya ku em bigihijîn berdewam dikir.”

‘PKK’ê misyona xwe bi cih anî’

Yildiz di dema ku derbas bû de çi hatiye guhertin jî wiha anî ziman: “Di 21’ê Adara 2013’an de ji Tirkiye û Rojhilata Navin gaveke dîrokî hate avêtin. Aştî pêşeroja zarokên taxa Xaçortê ye. Li hemû cihanê s^sitemên dewletan vê stratejiyê dişopînin. Aqilê dewletê her hal ev e. Ji ber ku civaka ku ev sed salin dagir kirine nagire hesabê. Aştî pir bi nirx e. Li hemberî daxwazake wisa dewlet nexwaze jî mecbûr dimîne tiştekî bike. Di merhaleya ku em tê de ne PKK’ê rol û mîsyona xwe heta dawî bi cih anî.”

Belgefîlma Yildiz a girîng di 27’ê Cotmeh û 2’yê Mijdarê de li Amedê di 2’yemîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Amedê dê bê pêşandan.

(sa)