1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Mihemed Ebdullah: Êrîş parçeyek ji plana navneteweyî ye
Mihemed Ebdullah: Êrîş parçeyek ji plana navneteweyî ye,mihemed,ebdullah,êrîş,parçeyek,ji,plana,navneteweyî,ye

Mihemed Ebdullah: Êrîş parçeyek ji plana navneteweyî ye

A+ A-

KERKÛK - ANF

VÎDEO: https://www.youtube.com/watch?v=GWdhB6HGrkY

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah ji gelê Kerkûkê xwest, hê bi dîsîplîn û rêxistinbûyî tevbigere û got, "Ev êrîş mesajek hêzên hewl didin Kurdistanê dagir bikin, e. Gelê me wê bi berxwedanê bersivê bide van êrîşê, hesabê êrîşê bipirse û teslîmiyetê qebûl neke."

Mihemed Ebdullah da xuyakirin, ku Tevgera Azadî wê li cem gel û hêzên parastina Kerkûkê be, bajêr biparêze û got, "Ev êrîş wê dewam bike. Armanca esasî ya van êrîşan, plana Tirkiyeyê ya li ser wîlayeta Mûsilê ye. Tirkiye dixwaze li tevahiya Kurdistanê serdest be. Tirkiye ku dixwaze wîlayeta Mûsilê kontrol bike, li pey wê ye ku herêmên din ên Kurdistanê jî kontrol bike. Ji bo pûçkirina vê planê, em amade ne canê xwe jî bidin. Heta em hebin wê ev êrîş bi ser nekevin. Weke Tevgera Azadî em gelê Kerkûkê pîroz dikin, dibêjin; rehma xwedê li şehîdan be û ji birîndaran re em şîfa xêrê dixwazin."

Ebdullah bal kişand ser plana hêzên navneteweyî ya li ser çar parçeyên Kurdistanê û wiha dewam kir: "Weke parçeyek ji vê planê, DAIŞ'ê êrîşî Kerkûkê kir. Lê gelê Kerkûkê bi lehengî li dijî van êrîşan li ber xwe da û êrîş şikand. Wêneyê herî bedew li çeperên berxwedanê derket holê ku gel, gerîla û pêşmergeyan bi hev re li dijî êrîşan li ber xwe dan."

Ebdullah bang li aliyên siyasî kir, ku bibin yek û got, "Ji bo şikandina van êrîşan divê aliyên siyasî bi hev re tevbigerin. Daxwaza gelê Kerkûkê jî ev e. Divê di bin sîwana fermandariya hevpar de tevlî operasyona Mûsilê bibin. Ji bo peymanên Lozan û Sykes Pîcot dubare nebin, lazim e Kurd bibin yek. Ji bo pûçkirina planên dewleta Tirk pêwîstî bi yekîtî û hevgirtina Kurdan heye."

Di roja destpêkê ya şer de endam û rêveberên Tevgera Azadî hatin herêmê û tevî pêşmerge û gerîlayan cihê xwe di nava berxwedanê de girtin.