1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. MPKE li dijî DAIŞê bang li cîhanê kir
MPKE li dijî  DAIŞê bang li cîhanê kir,mpke,li,dijî,daişê,bang,li,cîhanê,kir

MPKE li dijî DAIŞê bang li cîhanê kir

Komîteya Pirsgirêkên Siyasî û Demokrasiyê ya Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê, di rapora xwe ya têkildarî DAIŞ de diyar kir ku DAIŞ ji bo mirovatiyê tehdît e

A+ A-

Komîteya Pirsgirêkên Siyasî û Demokrasiyê ya Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê, di rapora xwe ya têkildarî DAIŞ de diyar kir ku DAIŞ’a li hember Xiristiyan, ol û etnîkên din şidetê bi kar tîne ji bo mirovatiyê tehdît e û ji raya giştî ya cîhanê hat xwestin ku di vê mijarê de wezîfeyên xwe bîne cih. Di rapora 12 rûpelî de êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Êzidiyan û Kobanê di bin serenaveke cuda de hat nirxandin.

Serokê Komîteya Pirsgirêkên Siyasî û Demokrasyê ya Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropa (MPKE) Theodora Bakoyannîs ku rapora der barê DIAŞ de amade kiribû. Bakoyannîs di raporê de pêvajoya derketina DAIŞ û komkujiyên DAIŞ’ê pêk anîne nirxand. Di raporê de behsa êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Êzidiyên li Iraqê û Kobanê tê kirin û ji bo hovîtiya li wir bê rawestandin bang tê kirin.

Di raporê de cih ji nêrînên yek saziya ramanê ya Îngîlîz RUSÎ re jî hatiye veqetandin. Di raporê de Steîn dide xuyakirin ku ji Tirkiyeyê hezar kes beşdarî DAIŞ bûne, ji bo tevlîbûnan jî tê gotin ku li Tirkiyeyê ji bilî deverên cuda Enqere wek navend tê bikaranîn û ji ber Tirkiye muxalifê Esad e kes zêde ji vê ne aciz e.

Di raporê de tê diyarkirin DAIŞ’a li hember Xiristiyan, ol û etnîkên din şidetê bi kar tîne ji bo mirovatiyê tehdît e û ji raya giştî ya cîhanê hat xwestin.

‘JI BO ASTENGKIRINA ŞIDETÊ DIVÊ BIKEVIN NAV TEVGERÊ’

Di raporê de tê xwestin ku meclîs rewşa li herêmê, encamên trajediya însanî, pirsgirêka şervan-terorîstan ji nêz ve bişopîne.

‘DIVÊ ÇAVKANIYÊN ABORÎ YÊN DAIŞ BÊN QUTKIRIN’

Di raporê de ji hin xisûsên ku bal dikişînin ev in: "Divê ji 3 hezar kesên ji welatên Ewropa ji bo li rex DAIŞ şer bikin çûne were destpêkirin, ew welatên mijara gotinê ji bo çavkaniyên aborî yên rêxistinê, komkirina endaman bê qutkirin bikevin nav hewldanan.

BEŞA BI SERNAVÊ ‘REWŞA NEBAŞ A ÊZIDIYAN Û ROLA KURDAN’

Hat ragihandin ku di civîna meclîsê ya 4'ê Îlonê de ku Hevserokê PYD'ê Salih Muslim û Nûnerê Komîsyona Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî Gert Weterveen jî lê amade bûn de, agahiyên nû ji komîteyê re hatine ragihandin, Salih Muslim di serî de Kobanê şert û mercên Bakurê Sûriyeyê ji komîteyê re ragihandiye û hat gotin bi sernavê "Rewşa nebaş a Êzidiyan û Rola Kurdan" di beşeke cuda de hatiye nirxandin.

Di vê beşê de hat diyarkirin ku li Başûrê Kurdistanê nêzî 600 hezar Kurdên Êzidî hene û hat gotin ku ji ber Êzidî civakek xwe li derve girtiye, der heqê wan de gelek nêrînên şaş hene, lewma li herêmê tifaqeke wan a ku karibe xwe pê biparêze nîne û ji ber vê yekê jî li êrîşan vekirî ye. Hat ragihandin ku di êrîşên DAIŞ'ê yên ji 3'ê Tebaxê û vir ve de li dû qetilkirina 500 Êzidiyan nêzî 130 hezar Êzidiyên li Şengalê derbasî aliyê Kurdistanê bûne.

Di raporê de hat diyarkirin ku Êzidî li dû Erebên Sunnî duyemîn koma herî mezin a li Iraqê ji cih û warên xwe bûne û bal hat kişandin sekna raya giştî ya cîhanê li pêşberî vê rewşê. Hat diyarkirin ku di dawiya dawî de DYA û welatên Rojava di çarçoveya van rastiyan de biryar dane ku alîkariyê ji Kurdan re bişînin.

Di beşa encamê ya raporê de wiha hat gotin: "Pêwîste raya giştî ya navneteweyî emîn be ku berpisryarên binpêkirinên mafên mirovan ên li herêmên lê şer hene derdikevin pêşberî edaletê û hemû welatên li herêmê di vê mijarê de bi yên din re hevkariyeke tam bikin. Welatên endamê Konseya Ewropayê, welatên çavdêr û welatên din ên partner divê alîkariyê bidin welatên di asta destpêkê de deriyê xwe vekirine. Ji ber ku 3 hezar ciwanên Ewropî li nav refên DAIŞ'ê ne, divê ev welatên mijara gotinê ji bo bêbandorkirina çavkaniyên rêxistinê û tespîtkirina endamên wan, gavên pêwîst biavêjin. Ji aliyê weşanên rê li ber nefreta etnîkî vedikin ve, divê li gorî azadiya çapemeniyê tedbîr werin girtin û pêwîste hemû komên etnîkî yên li Iraq û Sûriyeyê bi taybetî jî Kurdên Êzidî di nava vê pêvajoya nîqaşê werin bicihkirin. Li gorî têgihiştina 'demokasî ti tena serê xwe têrê nake' divê hurmeta li mafên pêkhateyên hemû civakê bi destûra bingehîn bê ewlekirin."