1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Muslim: Barzanî karakterê DAIŞ'ê baş fêm nekiriye
Muslim: Barzanî karakterê DAIŞ'ê baş fêm nekiriye,muslim,barzanî,karakterê,daiş,ê,baş,fêm,nekiriye

Muslim: Barzanî karakterê DAIŞ'ê baş fêm nekiriye

A+ A-

BERLÎN 18.07.2014 07:00:00 Êrîşên çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) ên li dijî Kantona Kobanê dewam dikin. Kêm be jî çapemeniya cîhanê van êrîşan dixe rojeva xwe. Radyoya Dengê Elmanya (Deutsche Welle) bi Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim re hevdîtin pêk anî û bal kişand ser gefa DAIŞ'ê ya li Rojava dixwe.

Salih Muslim di hevpeyvîna xwe ya li malpera înternetê ya Deutsche Welle de da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ'ê ji bo êrîşeke nû ya li hemberî Rojava amadekariyan dike. Muslim diyar kir ku ew dixwazin bi rêveberiya Başûrê Kurdistanê re li dijî DAIŞ'ê têkoşîneke hevpar bimeşînin û destnîşan kir ku Mesûd Barzanî hînê 'karakter'ê DAIŞ'ê baş fêm nekiriye.

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim di hevpeyvîna xwe de ragihand ku êrîşên DAIŞ'ê bi giranî li hemberî Kobanê tên kirin û kanton ji aliyê çeteyan de hatiye dorpêçkirin. Muslim diyar kir ku cihê lê êrîş tê kirin sînorên wan ê bi Tirkiyeyê re ye, ku lê deriyên sînor ên Karkamiş û Kaniya Xezalan heye. Muslim da zanîn ku Kobanê di nava van her du deriyên sînor de cih digire û got, "Kobanê nîşaneya nasname û hêza berxwedana Kurdan e. DAIŞ'ê ji destpêkê ve Kobanê hedef girtibû û şervanên wan ev dever ji xwe re weke hedefeke hêsan didîtin. Lê belê nikarîbûn vîna Kurdan bişkînin.

NAVBERÊN HATIN DAYÎN JI BO AMADEKARIYA ÊRÎŞEKE NÛ NE

Salih Muslim der barê asta êrîşên DAIŞ'ê de destnîşan kir ku Rojava kêm caran rojek du rojan şer nejiyaye. Muslim da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ'ê xwe amade dikin pêleke nû ya êrîşan bide destpêkirin û wiha axivî: "Lê belê di van rojan de endamên DAIŞ'ê xwe ji bo êrîşeke nû amade dikin. Di demên dawî de demeke bi vî rengî ya navberê derket holê. Çek û teknîkên nû yên li Mûsilê bi dest xistin anîn Sûriyeyê, li bajarê Reqqayê li milîsan belav kirin. Û piştî temambûna amadekariyên li vê derê, careke din êrîşî Rojava (Kobanê) kirin."

LI DIJÎ DAIŞÊ DAXWAZA TÊKOŞÎNA HEVPAR A BI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ RE

Ji bo pirsa nûçegihanê Deutsche Welle ya "DAIŞ gefê li herêma otonom a Kurd a li Bakurê Iraqê jî dixwe. Di navbera Rojava û Kurdên li Iraqê de tu hevkarî heye?" Muslim ev bersiv da: "Me banga pêwîst li Başûrê Kurdistanê kirin. DAIŞ'ê li Iraqê êrîşî Kerkûkê kir û li dijî hêzên pêşmerge şer kir. Li Sîncarê jî. Li vê derê hêzên YPG'ê bi Pêşmergeyan re li hemberî wan şer kirin. Hevkariya li vê derê hevkariyeke herêmî bû û me xwest vê derxînin asteke bilindtir. Lê belê heta niha bersivek ji vê daxwaza me re nehatiye dayîn. Eger hevkariyek çêbibûya wê baş bûya."

Muslim li ser pirsekê ragihand ku Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî asta xeteriya DAIŞ'ê baş texmîn nake û got, "DAIŞ'ê aşkera kiribû ku ew ne dijminê Kurdan e. Diyare ku Hikûmeta Barzanî jî ji vê bawer kiriye. Lê belê eger karaktera DAIŞ'ê baş fêmkiribûna (Hikûmeta Başûrê Kurdistanê) yan jî li Rojava temaşe bikira, bi dîtina min wê gava pêwîst biavêta."

“EMÊ REFERANDÛMA SERXWEBÛNÊ YA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ NAS BIKIN”

Hevserokê PYD'ê li ser hewldanên Mesûd Barzanî yên ji bo pêkanîna referandûma serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê axivî û careke din dûbare kir ku ewê encamên referandûmê nas bikin. Muslim da xuyakirin ku mijara serxwebûnê ji bo parçeyên din ên Kurdistanê vê gavê ne di rojevê de ye û got, "Eger li Kurdistanê referandûmekê bê lidarxistin, emê encama wê nas bikin. Herêma Otonom a Başûrê Kurdistanê, yek ji 4 herêmên Kurdan e. Eger li wir serxwebûnê îlan bikin jî evê neyê wê wateyê ku li 3 herêmên din (Bakur, Rojava, Rojhilat) evê derbasdar be. Ji ber ku em weke Kurdên li Rojava hînê avakirina netewe dewletekê plan nakin. Dibetiyeke bi vî rengî vê gavê ji bo me nîne."

XWESERIYA DEMOKRATÎK Û SÛRIYEYA DEMOKRATÎK

Salih Muslim ji bo pirsa "Piştî ku şerê navxweyî yê li Sûriyeyê qediya wê statuya Rojava bi çi rengî be?" wiha axivî: "Armanca me xweseriya demokratîk e. Bi vî rengî wê Rojava bibe parçeyek ji Sûriyeyê û serxwebûnê nexwaze. Em neçarin li Sûriyeyê sîstemeke demokratîk ava bikin. Û xweseriya me ya demokratîk jî wê parçeyek ji vê be."