1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Muslim: Pêşniyaza Kobanî bibe muze heye
Muslim: Pêşniyaza Kobanî bibe muze heye,muslim,pêşniyaza,kobanî,bibe,muze,heye

Muslim: Pêşniyaza Kobanî bibe muze heye

A+ A-

KADRÎ OZKAN

KOBANÎ (DÎHA) - Serokwezîrê Kantona Kobaniyê Enwer Muslim piştî berxwedana dîrokî ya azadkirina Kobaniyê têkildarî pêvajoya înşaya Kobaniyê de axivî û diyar kir ku berxwedana Kobanê ya li hemberî êrêşên terorê ji bo dîroka cîhanê mînak e û wiha got: "Ji bo bajarê me yê li hemberî terorîzmê li ber xwe da Kobanî bibe muze pêşniyaz hene."

Piştî çeteyên DAIŞ'ê ji navenda Kobaniyê hatin derxistin û Kobanî hat azadkirin nîqaşên ji nû ve bajar bê înşakirin dest pê kirin. Tevahiya bajar zirar dît û gelek avahî hilweşiyan e. Ji bo înşaya bajar rayedarên Kantonê komîsyona ji endezyar û pisporan hate avakirin. Kobanî ji bo bibe sembola berxwedanê pêşniyaza muzeyê heye. Ji bo welatiyên bajar terkirin vegerin hêj taluke xilas nebûye. Serokwezîrê Kantona Kobaniyê Enwer Muslim têkildarî pêvajoya înşaya bajar û vegera gel re axivî.

'Gava yêkemîn a înşayê tesbîta zirarê û paqijiye'

Muslîm diyar kir ku piştî têkoşînek bi biryar û vîn Kobanê hate azadkirin û wiha got: "Li hemberî êrîşên ewqas bi hêz û çekên giran serkeftin bi destxistin gelek bi qîmet û girîng e. Gelek bîna hilweşiyan e. Li gelek cihan hêj cenazeyên çeteyan hene. Li Mûsilê 4 milyon mirov hebûn lê çeteyên DAIŞ'ê di carekê de girt lê Kobanêli ber xwe da û gihişte serkeftinê." Muslim anî ziman ku operasyonên rizgarkirina gundan hêj berdewam dikin û wiha axivî: "Li gundan berxwedan û paqijî berdewam dike. Me komîsyonên xwe yên pêvajoya înaşyê ava kirin û gava yêkemîn tesbîta zirar û paqijiyê ye."

'Kobanê, bajarê li hemberî terorîzmê li ber xwe da ye'

Muslim da zanîn ku di pêvajoya înşayê de pêşniyara bajar bibe "Muze" heye û wiha pê de çû: "Bi taybet berxwedana Kobanê li hemberî terorîzmê ji bo dîroka cîhanê mînakek e. Yên êrîş li me kirin dijminê hemû mirovahiyê bûn. Em jî li hemberî vî dijminî berxweda. Kobanê, bajarê li hemberî terorîzmê berxwedayî ye. Pêşniyarên Kobanê bibe muze heye."

'Ji bo Kobanê teqez bibe mûze biyara hatî girtin hêj tuneye'

Muslîm têkildarî nûçeyên di çapemeniya tirk de yên "Biryara Kobanê bibe mûze hat girtin" de wiha got: "Biryarekî wisa ya hatî girtin tuneye. Şopên şer hêj zînde ne û li gundan operasyon û pevçûn didomin. Di rewşekî wisa de gotina biryara teqez Kobanê dê bibe muze rast nîn e. Pêşniyarên wisa hene. Nîqaş û lêkolîn didomin. Ji bajar û gelê me re çi layiq be em ê wê bikin."

Muslîm bilêv kir ku ji bo pêvajoya înşayê diyar bikin û tesbîta ziraran bikin hewcehî bi piştgiriyê heye û wiha pê de çû: "Li başûr, bakur û rojhilatê Kurdistanê, Tirkiyeyê û her derê cîhanê kesên pispor û endezyar dikarin bên vir û alîkariyê bidin me."

'Banga me berî ji bo ciwanên Kobanê ye'

Muslîm têkildarî vegera Kobaniyên ji bajar koçberbûyîn jî de axivî û destnîşan kir ku ji bo gelê sivîl vegera bajar hêj rewşek ewle tuneye û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ji bo gel vegere hêj zû ye. Ji ber ku bajar hilweşiya ye û cenaze hene. Ji bo nexweşî pêk neyên divê ewil paqijî bê kirin. Dîsa di malan de kemîn û mayîn hene. Heya ew bi temamî neyên paqijkirin em tu bangan nakin. Em nikarin gelê xwe bavêjin nava talukeyê. Lê divê ciwanên Kobanê hemû vegerin. Bila ciwan bên tevlî berxwedana li gundan û pêvajoyan înşaya bajar bibin. Banga me berî herkesî ji bo ciwanên Kobanê ye. Piştî bajar bi ewle bû em ê ji bo gelê me vebigere bang bikin."

(bd/wk)