1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Navên zarokên êzdî yên li çiyayan tên dinê: Hêvî, Veger, Çiya
Navên zarokên êzdî yên li çiyayan tên dinê: Hêvî, Veger, Çiya,navên,zarokên,êzdî,yên,li,çiyayan,tên,dinê,hêvî,veger,çiya

Navên zarokên êzdî yên li çiyayan tên dinê: Hêvî, Veger, Çiya

A+ A-

MEHMET ZEKÎ ÇÎÇEK/FERZEN ÇATAK

DIHOK (DÎHA) - Jinên êzdî yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji Herêma Federal a Kurdistanê reviyan û hatin qadên di bin paratina şervanên HPG'ê de di bin kontrola doktorên YJA-Star zarokên xwe tînin dinê. Zarokên êzdiyan ên di bin kontrola doktorên HPG'î de hatin dinê navên wan dikin Hêvî, Veger û Çiya.

Koçberiya welatiyên êzdî yên bi êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Şengal û Şêxan dest pê kir berdewam dike. HPG'iyên ji bo gelê êzdî ji qirkirinê xilas bikin "korîdora mirovahiyê" vekirin di riya koçberiyê ya zor û zehmet de jî dibin çavkaniya hêviyê. Şervanên HPG'êyên li Şengalê gelê êzdî hembêz kirin cara duyemîn li sînorê Tirkiyeyê wan hembêz dikin û bi komîteyên avakirin hewcehiyên wan bi cih tînin. Her roj bi hezaran penaberên Şengalî li sînor li nexweşxaneyên hatin avakirin tên dermankirin û jinên ducanî yên dema wan a zarokê xwe bînin dinê nêzbûn jî di bin kontrola doktorên YJA-Star zarokên xwe tînin dinê.

Yekîneyên Tendûrîstiyê yên Gerok jinên ducanî tesbît dikin û kontrol dikin

Ji Şengaliyên li herêmê di bin parastina şervanên HPG'ê de tên mêvankirin piranî jin in û gelek jin jî ducanî ne û ji ber vê yekê konên hatin vedan yek ji bo jinên ducanî zarokên xwe lê bînin dinê hatiye amadekirin û xizmetê dide. Doktorên HPG'î yên welatiyên êzdî pêşwazî dikin û kontrolên wan dikin bi baldarî nêzî jinên ducanî dibin û yên dema wan a zarokên xwe bînin dinê dibin. Jinên ducanî yên ji aliyê yekîneyên tendûrîstiyê yên gerok ve hatin tesbîtkirin piştî muaneya wan a yekemîn hate kirin, dayîkên dema wan a zaroka xwe bîne dinê nêz be di konê nexweşxaneyê de di binçavdêriyê de tên girtin. Jinên di bin çavdêriya doktorên jin de têngirtin rastî eleqeya doktorên YJA-Starê tên. Doktorên YJA-Starê diyar kirin ku ji roja koçberiyê destpêkir heya niha li çiyayan gelek jinan zarokên xwe anîn dinê.

Dayîk dixwazin doktor navan li zarokên wan bikin

Doktorên ligel derfetên xwe yên kêm xebatên xwe dikin jinên zarokên xwe anîn dinê bi awayekî rêk û pêk kontrolên wan ên tendûrîstî dikin û malbat jî ji doktoran dixwazin ku nav li zarokên wan bikin. Li zarokan navên Hêvî, Çiya, Veger û Nesrîn dikin. Doktorên HPG'î diyar kirin ku ji ber amûrên wan ên dema jinên ducanî zarokên xwe tînin dinê tunene gelek zor û zehmetiyan dikêşin lê dîsa jî bê pirsgirêk karê xwe dikin û ev yekê ji wan re dibe moral. Doktoran, da zanîn ku piştî zayînê divê dayîk û zarok demek dirêj bêhna xwe bidin û wiha gotin: "Dayîkên êzdî ji ber tirsa dijîn piştî zarokê xwe anîn dinê çend seat şunda dest bi rêvîngiyê dikin. Her çiqas em bi israr wan bidin sekinandin jî ji bo zarokên xwe li cihek bi ewleh mezin bikin di riyên zor û zehmet de dimeşin."

(bd)