1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Nexweşxaneya Kobaniyê vebû
Nexweşxaneya Kobaniyê vebû,nexweşxaneya,kobaniyê,vebû

Nexweşxaneya Kobaniyê vebû

A+ A-

KOBANÎ – Rêxistina Heyva Sora Kurd li Kantona Kobanê Nexweşxane bi navê ‘Kobanê’, vekir.

Heyva Sora Kurd bi merasîmekê nexweşxana Kobanê vekir. Di merasîman de endamên saziyên civaka sivîl, Kongreya Star, bijîşk û bi dehan şêniyên bajar amade bûn.

Merasîma vekirinê bi deqeyeke rêzigitinê destpê kir. Paşê Rêveberê Heyva Sor Neisan Ehmed bixêrhatina beşdarvanan kir û da zanîn ku piştî ku êrîşên DAIŞ’ê pêk hatin û beşek mezin ji binesaziya bajar hat xerabkirin û di nav de nexweşxane û navendên tenduristiyê, pêwîstiya Kobanê bi vekirina nexweşxane û navendên tenduristiyê hebû.

Di encamên êrîşên çeteyên DAIŞ`ê ya li ser bajar kobanê ku 133`ê rojan dewam kir û gihîşt navenda bajar, sê nexweşxaneyên heyî li herêmê zirarên mezin dîtin. Didu jê bi temamî hatin ruxandin.kobane-heyiva-sora-kurdistane-nexwes-xane-vekir-3

Rêvberê Hîva Sor Ehmed bal kişand ser rola rêxistinên cîhanî ku desteka alîkariyê dan wan û alavên tendirustiyê pêşkeş kirin. Di serî de jî rêxistina UNICEF û bijîşkên sînor nenas.

Her wiha Serokê Desteya Tendirustiyê Hikmet Ehmed jî vekirina nexweşxaneyê li hemû welatiyên kontonê pîroz kir û destnîşan kir ku ev yek bi saya xwîna rizgarvanên Kobanê pêk hat.

Derfetên nexweşxaneyêkobane-heyiva-sora-kurdistane-nexwes-xane-vekir-5

Rêveberê nexweşxaneyê Bijîşk Mihemed Fadil da zanîn ku di nexweşxaneyê de biranşên hundirîn, zarok, emeliyat, hestî û laboratwar hene. Dîsa 40 textên tendirustiyê jî ji bo nexweşan hene.

Her wiha dê di nexweşxaneyê de 6 bijîşkên hundirîn li ser du danan û 24 seatan, bijîşekekî zarokan, yekî hişbirinê û şeş alîkarên wî, 15 berdestên bijîşkan û 10 xebatên tendirustiyê, bixebitin.

Di dawiya axaftinan de, nexweşxane ji aliyê malbatên tekoşeran ve hat vekirin û beşdar di nava nexweşxaneyê de geriyan.

Bi vekirina vê nexweşxaneyê hejmara nexweşxaneyan li Kobanê bû 3. Li rex wan jî gelek navendên din ên tendirustiyê hene.

(nse)

ANHA


Bêjeyên Miftehî