1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Nobeta li dijî qereqolan li Liceyê didome
Nobeta li dijî qereqolan li Liceyê didome,nobeta,li,dijî,qereqolan,li,liceyê,didome

Nobeta li dijî qereqolan li Liceyê didome

A+ A-

10:16 23.04.2014 1 / 6 AMED (DÎHA) - Li navçeya Liceya Amedê nobeta kon a li dijî avakirina qereqolan didome. Welatiyên nobedar şeva xwe di kon de derbas kirin.

Duh Rêxistina BDP'ê ya Amedê bi boneya li dijî avakirina qereqolan bertekên xwe bîne ziman, li navçeya Liceya Amedê kon veda. Endam û rêveberên BDP'ê li dijî qereqola Abali ya Cendirmeyan ku 3 meh berê dest bi avakirina wê kir dest bi çalakiye kirin. Duh bi sedan welatiyên li dijî qereqolê çalakî pêk anîn, li gel astengiyên leşker û polîsan dîsa kon vedan. Welatiyên ku kon vedan, li dijî qereqolên ku tên avakirin li kon dest bi nobetê kirin. Li dîrekê ku li tenişta kon hatiye citkirin posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin vekirin. Dîsa pankarta "Li dijî qereqol û kalekolan ciwan di berxwedanê dene" hat daliqandin. Dîsa bi agir PKK nivîsandin û agirê PKK'ê hat serê sibê geş bû. Welatiyên ku heta serê sibê li dijî êrîşa kon nobet girtin, bi rojhilat re taştê amade kirin û bi hevre taştê xwarin.

Rawestîna maşîneyên zirxî yên polîsan, maşîneyên lekerî, TOMA û agirkujan didome. Welatiyên ji navçeyên Hênê, Karaz û Farqînê hatin dê nobetê girtin dê îro dewrî Navçeya Rezan û Bismilê bikin.

(mae)