1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Notên operasyona Kerkûkê
Notên operasyona Kerkûkê,notên,operasyona,kerkûkê

Notên operasyona Kerkûkê

A+ A-

DEMHAT TOLHILDAN - KERKÛK 02.10.2014 06:04:56 Yekîneyên Berxwedana Kerkûkê ji Gerîla, pêşmerge û mîlîsan pêk dihat li gundên girêdayî Daquqê operasyoneke berfireh li dijî DAIŞ’ê da destpêkirin. Di operasyona ku îrade û berxwedaneke mezin a hevpar hat nîşan, şer û pevçûnên dijwar pêk hatin. Di şer û pevçûnan de darbeyên giran li çeteyan hatin xistin.

Yekîneyên Berxwedana Kerkûkê li gundê Vahde, Saad û Xalihd a girêdayî Daquqê li dijî DAIŞ’ê operasyonek berfireh pêk anîn. Me jî wek komeke rojnamevan operasyon û şer û pevçûn di cih de temaşe kir.

LI GUNDÊ VAHDE 25 ÇETE HATIN KUŞTIN

Operasyona ku di 29’ê Îlonê de destpê kir û di 30’ê Îlonê saet li dora 04.30’an de şer û pevçûn dijwar bûn. Gerîlayan gundê Vahde hedef girt û pêşmergeyan jî her du gundên din hedef girt. şer û pevçûnan heta derengiya şevê berdewam kir.

Mewziyên çeteyan hedef hatin girtin û mewzî hatin îmhakirin. Li gorî agahiyên me ji çavkaniyên HPG’ê girtine herî kêm 25 çete hatine kuştin. Li gorî çavkaniyên herêmî hejmara çeteyên hatine kuştin zêde ne. Dîsa gelek wesayîtên aîdî çeteyan hatin îmhakirin.

Piştî pevçûnan destpê kir şûnde di rêya Kerkûk-Bexdayê de tenê wesayîtên leşkerî derbas dibûn. Wesayîtên sivîl derbas nedibûn.

Operasyona pêk hat ji bo parastina Kerkûkê gelek girîng bû. Fermandarên gerîlayan ên me bi wan re hevdîtin kirin diyar kirin ku hebûna çeteyan ji bo Kerkûkê gelekî xeter e.

DIVÊ HÊZA PARASTINA NETEWEYÎ BÊ AVAKIRIN

Di vê Pêvajoya ku li dijî çeteyên ku êrîşî Kobanê û her wiha her derê Kurdistanê dikin li her derê berxwedan heye û yekîneyên Berxwedana Kerkûkê jî bi pêngava ku pêk anîne peyameke gelek girîng dan çeteyan. Hem gerîlayan û hem jî pêşmergeyan bal dikişandin ser girîngiya hêza parastina neteweyî. Her kesî dixwest demildest yekîtiya neteweyî bê avakirin.

KOBANÊ NE TENÊ YE

Yek ji nuqteya hevpar a gerîla û pêşmerge li ser sekinîn Kobanê bû. Di vê pêvajoyê de bi vî awayî piştgiriyê didin Kobanê û gotin Kobanê ne tenê ye.

Ev hêza operasyoneke ciwanên Kurd ên ku ji gelek bajarên Kurdistanê ciwan hatine. Ji Rojava, Rojhilat, Bakur û Başûr gerîla hebûn û li gel vê jî pêşmergeyên Kerkûk, Hewlêr, Helebçe, Silêmaniyê, Ranyayê hebûn. Kurdên ku ji her çar aliyên Kurdistanê hatine cem hev mil bi mil bi hev re li dijî çeteyan têdikoşin.

HEBÛNA GERÎLAYAN CESARET MEZIN DA

Moralê di rûyê pêşmergeyan bal dikişandin. Pêşmergeyên ku em bi wan re axivîn diyar kirin ku hatina gerîlayan moralek gelek mezin daye wan û cesaretek mezin daye wan. Diyar dikin ku ew di her şert û mercî de dikarin li rex gerîla şer bikin.

MÎLÎS JÎ DI NAVA ŞER DE NE

Her wiha gelek mîlîsên Başûrê Kurdistan û Mexmûrê jî di operasyonê de cih girtin. Rola giran girtin ser milê xwe. Bi taybet jî cesaret û serkeftina ciwanên ku li gel gerîlayan perwerde dîtibûn gelek girîng bû. Li gel hemû şert û mercên zehmet heta derengiya şevê di şer û pevçûnan de cih girtin.

EREB JI ÇETEYAN NEREHETIN

Çeteyên li qadê li dora gundên Ereb bicih bûne. Hebûna çeteyan sînorekî xwezayî kiriye navbera Kurd û Ereban. Lê di vê rewşê de hem Kurd û hem jî Ereb nerehetin. Ji ber ku her du gel jî bi salan e li vir bi hev re dijîn. Çete bi vî awayî dixwazin gelan parçe bikin.

GERÎLAYAN MALBATA EREB XILAS KIR

Gerîlayan malbateke Ereb ku di nava şer û pevçûnan de mabûn, ji mala wan derxistin û rizgar kirin. Malbatê ji ber ku li aliyê Yekîneya Berxwedana Kerkûkê diman mala xwe terk nekiribûn. Lê paşê malbat di nav şer û pevçûnan de ma. Fermandarê gerîlayan Bedîrxan Botan der barê xilaskirina malbatê de diyar kir ku piştî şer dijwar bûye, wan malbat ji nava qada şer kişandiye.

ÇETE CENAZEYAN BI KAMYONAN DIBIN

Heta derengiya şevê operasyonan berdewam kir. Di saetên zû yên sibê de gerîla hatin cihê şer û kontrol kirin. Hate hînbûn ku çeteyan cenazeyên xwe li 5 kamyonetan kirine û birine.


Bêjeyên Miftehî