1. Hemû Nûçe

  2. Çapamenî

  3. NZZ: Ocalan yek ji kesên ku dîroka 2015’an dinivisîne ye
NZZ: Ocalan yek ji kesên ku dîroka 2015’an dinivisîne ye,nzz,ocalan,yek,ji,kesên,ku,dîroka,2015,an,dinivisîne,ye

NZZ: Ocalan yek ji kesên ku dîroka 2015’an dinivisîne ye

Yek ji rojnameya Swîsreyê Neue Zurcher Zeîtung (NZZ) 10 kesên ku wê mora xwe li sala 2015’an de texmîn kir

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN 27.12.2014 11:44:24 Yek ji rojnameya Swîsreyê Neue Zurcher Zeîtung (NZZ) 10 kesên ku wê mora xwe li sala 2015’an de texmîn kir. Di lîsteya bi ser navê ‘10 kesên wê dîrokê binivîsin’ de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di rêza duyemîn de cih girt. Rojnameyê da zanîn ku destê Ocalan wê di sala nû de zêdetir bi hêz be.

Rojnameya NZZ ya Swîsreyê 10 kesên ku wê mora xwe li sala 2015’an bide texmîn kir. Di lîsteyê de lîder û siyasetmedar cih digirin.

Di rêza yekemîn ya lîsteya rojnameyê de Grace Mugabe ya Hevsera Serokdewletê herî kal ê Afrîkayê yê Zîmbabve Rober Mugabe cih girt. Mugabe ku di sala 2014’an de ket rêveberiya partiyê di sala nû wê bibe serokdewlet.

DESTÊ OCALANA WÊ BI HÊZ BE

Di rêza duyem ya lîsteyê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cih girt. Rojnameyê bal kişand ser rola Ocalan a di pêvajoya aştî û muzakereyê de û got ku wê destê Ocalan di sala 2015’an de bi hêztir bibe.

Di rêza sêyem de jî Prensê Taylandê Maha Varjîralongkorn cih girt. Jinên Êzîdî yên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin jî di rêza 5’an de cih girtin.