1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ocalan: Kobanê wê pêvajoyê diyar bike, bila hemû kes xwedî lê derkeve
Ocalan: Kobanê wê pêvajoyê diyar bike, bila hemû kes xwedî lê derkeve,ocalan,kobanê,wê,pêvajoyê,diyar,bike,bila,hemû,kes,xwedî,lê,derkeve

Ocalan: Kobanê wê pêvajoyê diyar bike, bila hemû kes xwedî lê derkeve

A+ A-

ENQERE– ANHA - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bal kişand ku dorpêçkirina Kobanê, tenê dorpêçkirina bajarekê nîn e û got: “Careke din bibîr dixim ku rastiya Kobanê û rastiya pêvajoyê, butunek ku ji hev nayê veqetandin e û bang li vê rêwîtiya me ya demokratîk û têkoşîna me ya mirovahiyê ku bi bedelên mezin pêk hatiye, xwedî derkevin.”

Wekîlên Serokê Koma Meclîsê ya HDP’ê Pervîn Buldan û Îdrîs Balûken, Cîgirê Hevserokên HDP’ê Sirri Sureya Onder duh çubûn Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbû. Şandeyê îro derbarê hevdîtinê de daxuyaniyek da. Li gorî daxuyaniyê peyama Ocalan a derbarê geşedanên dawî de wiha ye:

“Em di pêvajoyeke xeternak ku geşedanên gelekî cidî tên jiyandin de ne. Em di rojên ku ne tenê ji bo herêmê na, ji bo pêşeroja mirovahiyê jî wekî devê kêrê dikare werin pênasekirin re derbas dibin.

Li vir ji hevdîtinên ku di wateya teng de hatine meşandin, biryardariyek ku aliyê wê yê muzakereyan zêde ye derketiye holê û di vê astê de lihevkirinek çêbûye. Di noqteya niha de plana çalakiyê ya nexşerêyê jî derketiye holê.

Êdî tişta ku di rêza yekemîn de girîng ew e ev nexşerê û plana çalakiyê bi butuneke rêgezî bê çarçovekirin. Ji ber ku plana herî gengaz a çalakiyê jî ger ku li gorî butuneke rêgezî neyê nirxandin, ji nivîsek zuwa wêdetir naçe. Zemîna ku dê ev rêgez lê bêne diyarkirin jî, di serî de lijne û komîsyon, bi çêbûna saziyên wesleyên muzakereyê re mumkun e.

Di vê çarçoveyê de li pêşiya pratîkbûna îradeya muzakereyan ku bûye biryara desteya wezîran tu kelem nemane. Gelekî girîng e ku li gorî vê metna (nivîsa) fermî bûye û li gorî naveroka vê nivîsê bêyî ku dem bê windakirin muzakere bêne destpêkirin.

Pêşeroj û selametiya pêvajoyê ku me bi cidiyet û fedakariyek mezin aniye vê noqteyê, rasterast girêdayî lez û cidîyeta pêngavên ku dê bêne avêtin e.

Nexasim rêxistineke hov a wekî DAIŞ’ê ku em dikarin wekî JÎTEM’a Rojhilata Navîn îfade bikin dikare çi bike, hemû cîhan şahidiya wê dike.

Dorpêçkirina Kobanê ji dorpêçkirinek ji rêzê ya bajarekî gelekî wêdetir e, tenê destkeftiyên demokratîk ên gelê kurd hedef nagire, wê Tirkiyê jî têxe pêvajoyek nû ya darbeyê. Ger ku ev hewldana komkujiyê bigihîje armanca xwe, wê hem pêvajoyê bidawî bike, hem jî dê bingeha darbeyek nû û demdirêj bavêje.

Hemû kesên ku dixwazin meseleya Kobanî û Rojava rast fêm bike, divê rastiyê jî baş fêm bike. Ez bang li hemû kesên ku naxwazin li Tirkiyê pêvajo û rêwîtiya demokrasiyê têkbiçe dikim ku bi cidiyek û berpirsyariyek pêwîst xwedî li Kobanê derkevin.

Tê dîtin ku di nava dewletê de jî di navbera yên li gorî çareseriyê tevdigerin û ji tunekirinê hêviyê dikin de çûn û hatinek heye. Di asta jiyanî de ye ku alîgirên çareseriyê di dema xwe de û bi awayekî aktîf mudaxeleyî pêvajo û pirsgirêkan bikin.

Bi vê mebestê careke din bibîr dixim ku rastiya Kobanê û rastiya pêvajoyê, butunek ku ji hev nayê veqetandin e û bang li vê rêwîtiya me ya demokratîk û têkoşîna me ya mirovahiyê ku bi bedelên mezin pêk hatiye, xwedî derkevin.

Di serî de Kobanê, gelê me yê ku li Şengal, Cezaa, Rabîa û Mexmûrê li dijî êrîşên DAIŞ’a hov berxwedanek mezin nîşan daye, dîsa hemû derdorên ku li çar aliyan piştevaniya vê berxwedanê dikin û helwesta xwe ya destekê daniye holê, silav dikim.

(aq)