1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Ok: Divê em xeta parastina hevpar ava bikin
Ok: Divê em xeta parastina hevpar ava bikin,ok,divê,em,xeta,parastina,hevpar,ava,bikin

Ok: Divê em xeta parastina hevpar ava bikin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok bal kişand ser firsend û xeteriyên li pêşiya kurdan û wiha got, "Di her kêliyê de hevsengî dikarin biguherin. Lewma divê em yekîtiya neteweyî û xeta parastina hevpar ava bikin." Ok di mijara yekitiya neteweyî û diyalog navbera Kurdan de got, "Emê xeyalên xwe bicih bînin."

Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Sabrî Ok ji rojnamevan Veysî Sarisozen û Sedat Yilmaz re û derbarê xeterî û firsendên li pêşiya gelê kurd û girîngiya Kongreya Neteweyî nirxand kirin.

Ok, diyar kir ku di rewşa niha de baştir hatiye fêmkirin ku Kongreya Neteweyî çiqasî girîng e û wiha got: "Rewşa dawî ya li Rojhilata Navîn nîşan dide ku hebûn û destketiyên gelê Kurd di bin gefê de ne. Li ber çavan e ku bi avakirina xeteke hevpar a parastinê ya bi yekitiya neteweyî re gelê Kurd wê çiqasî bibe xwedî moral û motîvasyonê, wê çiqasî xwedî li nirx û destketiyên neteweyî derkeve. Em hînê bawer dikin ku Kongreya Neteweyî ji bo gelê Kurd wezîfeyeke gelekî girîng û nayê taloqkirin e."

Ok, anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di têbîniyên hevdîtinê de gelek caran bal kişandiye ser girîngiya Kongreya Neteweyî û bang li Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî kiriye ku di vê mijarê de rolê bigire ser milê xwe û wiha axivî: "Birêz Barzanî û PDK'ê jî gelek caran gotiye ku Kongreya Neteweyî girîng e û nabe bê taloqkirin. Herî dawî nûnerê Barzanî yê beşdarî kongreya HDP'ê bû ev yek got. Vê yekê dibêjin, lê divê êdî bixin pratîkê."

'Hebûna Gerîlayên Kurdistanê û Pêşmergeyan hêz û baweriyê dide gelê me'

Ok, bal kişand ser êrîşên çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) yên li Rojava û Başûrê Kurdistanê û da zanîn ku van êrîşan di nava gel de rê li ber nerehetiyekê vekiriye.

Ok destnîşan kir ku li hemberî van êrîşan hebûna gerîlayên Kurdistanê, hebûna PKK û hebûna hêzên Pêşmergeyan di nava gel de rê li ber hêz û baweriyeke mezin vekiriye. Ok bilêv kir ku gelê Kurdistanê êdî mîna berê xwe bêçare, bêparastin nabîne û wiha axivî: "Gef hene. Li Rojava gef tên xwarin. DAIŞ'ê ji Sûriyeyê heta Mûsilê xetek xistiye bin kontrola xwe. Çekên mûezem bi dest xistiye. Ji ber vê yekê zehmetî û xeterî mirovan neçarî berpirsyariyê dike. Ev zehmetî dikare mirovan ber bi lêgerînên çareseriyê yên rasteqîn ve bibe. Daxwaz û zexta gel a li ser rêxistinên Kurd dikare şensê afirandina bingha yekîtiya neteweyî xurtir bike. Pêwîste ev xebat bi biryardarî bê meşandin. Divê Yekîtiya Neteweyî her tim di rojevê de be. Tiştekî gelekî xwezayî ye ku hêzên parastinê yên gelê Kurd di bin sîwana rêxistinbûyîneke hevpar de kom bibin. Eger ev bibe, kî dikare çi bêje. Eger niha li Kerkûk, Mûsil, Şengal, Rabyayê hêzeke bi vî rengî ya hevpar hebe, ne tenê DAIŞ ti hêz nikare berê xwe bizîvirîne Kurdistanê. Tecrûbe û derfetên Kurdan hene. Xwedî hunera meşandina şer e. Gel wê bi awayekî topyekûn li dora hêzeke bi vî rengî bicive. Ev yek jî bi yekîtiya neteweyî dibe. Bingeh ji vê re heye. Her wiha gelê Kurd xwedî daxwaziyeke mezin e. Pêwîste ev hîn bêtir were pêşxistin. Eger pêwîstî hebe divê meş werin kirin. Gel bêje 'Êdî bên cem hev, hêzên xwe bikin yek'. Kî nayê, divê bi ser wî de biçe."

Ok bang li gelê kurd kir ku hîn bêtir bi hêvî be û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me gelek xeteriyên mezintir ji holê rakir. Dema em li dema bihurî dinêrin em dibînin ku îro em bêtir bextiyar in û emê di dema pêş de bêtir bextiyar bin. Emê hêviyên xwe bicih bînin. Di vê pêvajoyê de derfetên me yên ji bo bicihanîna xeyalên me, hene. Pêwîste her kes li gorî vê yekê bi berpirsyarî rabin."

(bd)