1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Pêşmerge li sînor tên sekinandin
Pêşmerge li sînor tên sekinandin,pêşmerge,li,sînor,tên,sekinandin

Pêşmerge li sînor tên sekinandin

A+ A-

RIHA (DÎHA) - Pêşmergeyên ji bo biçin Kobanê duh bi rê ketin gihiştin Pirsûsê. Pêşmergeyên li Çukobîrlîk a li ser riya Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê tên sekinandin li bendêne ku îro derbasî Kobanê bibin.

Pêşmergeyên ji bo biçin Kobanê duh bi riya hewayî û bejayî hatin gihiştin Pirsûsê. Li Pirsûsê ji ber vê yekê tedbîrên gelek berfireh hatin girtin. Pêşmergeyên bi riya bejayî hatin seat di derdorên 03.30'an de anîn Çukobîrlîkê ya pêşmergeyên din lê dimînin. Pêşmerge ji bo sînor derbas bibin riyên gundan bikaranîn û hemû riyên diçin sînor ji aliyê polîs û leşkeran ve hatine girtin. Welatiyên bi wesayîtên xwe jî xwestin biçin sînor bi bombeyên gazê hatin astengkirin.

Pêşmergeyên li nokteya Çukobîrlîkê ya li ser riya Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê tên sekinandin li bendêne ku îro derbasî Kobanê bibin. Hate hînbûn ku çekên pêşmergeyan bi xwe re anîn jî dê kom kom bibin Kobanê.

(bd)