1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ‘Pêdiviya Kurdan bi rêkeftineke stratejîk a PDK û PKK’ê heye’
‘Pêdiviya Kurdan bi rêkeftineke stratejîk a PDK û PKK’ê heye’,pêdiviya,kurdan,bi,rêkeftineke,stratejîk,a,pdk,û,pkk,ê,heye

‘Pêdiviya Kurdan bi rêkeftineke stratejîk a PDK û PKK’ê heye’

A+ A-

17.08.2014 BasNews (Hewlêr): Li gor çavdêrên siyasî yên Kurd, gelekî pêwist e ku rêkeftineke stratejîk di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de hebe daku doza Kurd li cîhanê ber bi pêştir de biçe.

Çavdêrê siyasî û berpirsê kanala El-Cezîra ya Qeter li Hewlêrê Ehmed Zawîteyî dibêje ku rêkeftinnameyeke stratejîk di navbra PDK û PKK’ê de gelekî pêwist e, wek rêkeftina stratejîk a navbera PDK û YNK’ê.

Bi baweriya Zawîteyî, gelekî bandora wê rêkeftina stratejîk a navbera PDK û YNK’ê li Başûrê Kurdistanê hebû û wiha pêde diçe: ‘’Pirsa Kurdî li İraqê gelekî sûd ji wê rêkeftinnameyê wergirtiye.’‘

Zawîteyî, pêdivîbûna rêkeftinnameyeke wiha di navbera PDK û YNK’ê de bi pêdebûna rêxistina Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAİŞ) û karesata Şingalê ve girêdide û rêkeftineke wiha jî gelekî girîng dibîne.

Ehmed Zawîteyî wiha dibêje: ‘’Girêdana rêkeftineke stratejîk di navbera PDK û PKK’ê de gelekî girîng e bo pêşveçûna doza Kurdî, bi taybetî piştî karesata Şingalê, loma rêkeftineke wiha êdî bûye pêdiviyek bo Kurdan.’‘