1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Parlamentera YNK'ê çû serdana KCD'ê
Parlamentera YNK'ê çû serdana KCD'ê,parlamentera,ynk,ê,çû,serdana,kcd,ê

Parlamentera YNK'ê çû serdana KCD'ê

A+ A-

AMED (DÎHA)- Parlamentera berê ya YNK'ê Nermîn Osman çû serdana Komîsyona Jinan a KCD'ê.

Parlamentera berê ya YNK'ê Komîsyona Jinan a KCD'ê ziyaret kir. Parlamentera YNK'ê û kesên pê re ji aliyê endamên Komîsyona Jinan a KCD'ê ve hatin pêşwazîkirin. Hevseroka Komisyona Jinên a KCD'ê Leyla Guven di ziyaretê de axivi û diyar kir ku ya mirov li ser bisekinin yekîtiya kurdan e û ev yekê jî dê bi destê jinan pêk bê. Guven anî ziman ku jinên êzdî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve li bajaran li dijî exlaqê mirovahiyê bi pere tên firotin û wiha got: "Divê em li ser vê yêkê nîqaşan bikin. Li Kobanê şereke bi wate tên meşandin. Jin di vi şerî de çawa cih girtin mijara meraqê ye. Sedema Sakîne Cansiz li Parîsê hate qertilkirin ew bû ku jinên kurd paşve gav neavêtin. Em baldariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li hemberî jinê dizanin. Divê di vê pêvajoyê de me weke jinên kurd pêşengiyê bikin û şer ji zilam re nehêlin."

Parlamentera berê ya YNK'ê Nermîn Osman jî diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê 3500 jinên êzdî li bazaran difiroşe. Osman anî ziman ku di vê çerçoveyê de jinên kurd heke têkoşîne xurt bidomîne dê encamekê bigirin.

Piştî axaftinê hevdîtina jinan ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

(rd/bd/wk)