1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Partiyên Rojava dikarin fermî kar bikin'
'Partiyên Rojava dikarin fermî kar bikin',partiyên,rojava,dikarin,fermî,kar,bikin

'Partiyên Rojava dikarin fermî kar bikin'

A+ A-

SUNDAY, 20 APRIL 2014 07:00 AMÛDÊ - Endamê Dîwana Meclîsa Zagonsaz a Herêma Cizîrê Ekrem Mehşûş diyar kir ku qanûna partiyan ku ji aliyê Meclîsa Zagonsaza a herêmê hatiye erêkirin rê dide ku hemû pariyên Rojava bi awayekî rewa û fermî xebatan bikin û tevlî rêveberiya xweser bibin. Mehşûş got ku ji bo destûrdayîna partiyên Rojava jî dê komîteyek bê avakirin.

Endamê Dîwana Meclîsa Zagonsaz a Herêma Cizîrê Ekrem Mehşûş ji ANHA'yê re axivî û got ku projeya qanûna partiyan ku ji aliyê meclîsa wan hatiye erêkirin ji 22 madeyan pêk tê û di bin sîwana wê de hemû pariyên Rojava ên ku şertên madeyan pêk bînin, dikarin bi awayekî fermî kar û xebatên xwe bikin.

Mehşûş da zanîn ku wan hin mijarên girêdayî vekirina navendên partiyan, endamtiya wan û ji bo damezirandina partiyên nû gotûbêj kirine.

Ekrem Mehşûş di berdewama axaftina xwe de got ku qanûn rewatiya partiyan di kantonê de diyar dike û anî ziman ku hin komikên li hev dicivin û navê partiyekê li xwe dikin û derbarê doza Kurd de kar û xebatan nakin, di lîsteya partiyan de cihê xwe nagrin.

Mehşûş wiha got: "Ji bo destûrdayîna partiyan dê ji aliyê Serokatiya Meclîsa Zagonsaz, Dîwana Dadê, Desteya Dadê û Desteya Karê Hundir ve komîteyek bête avakirin.Yek ji armancên avakirina vê komîteyê rêlibergirtina tevlîheviya partîtiyê ye ji ber ku hilbijartinên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên kantonê nêzîk dibin."

Di dawiya axaftina xwe de Endamê Meclîsa Zagonsaz Ekrem Mehşûş diyar kir ku deriyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li ber hemû partiyên ku şertên qanûna partiyan pêk bînin, vekiriye.

Meclîsa Zagonsaz a Herêma Cizîrê di civînên xwe yên ku di 16 û 17'ê Nîsanê de hatin lidarxistin, li ser qanûna partiyan ku ji 22 madeyan ve pêk tê erê kir.

(he)