1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. PDK, TEVGERA GORAN BO ŞERÊ SİLÊMANİYÊ Û ROJAVAYÊ KURDİSTANÊ RADİKŞÎNE--Dr. Faîq Mihemed Gulpî
PDK, TEVGERA GORAN BO ŞERÊ SİLÊMANİYÊ Û ROJAVAYÊ KURDİSTANÊ RADİKŞÎNE--Dr. Faîq Mihemed Gulpî,pdk,tevgera,goran,bo,şerê,si̇lêmani̇yê,û,rojavayê,kurdi̇stanê,radi̇kşîne,dr,faîq,mihemed,gulpî

PDK, TEVGERA GORAN BO ŞERÊ SİLÊMANİYÊ Û ROJAVAYÊ KURDİSTANÊ RADİKŞÎNE--Dr. Faîq Mihemed Gulpî

PDK, TEVGERA GORAN BO ŞERÊ SİLÊMANİYÊ Û ROJAVAYÊ KURDİSTANÊ RADİKŞÎNE--Dr. Faîq Mihemed Gulpî

A+ A-

(Wergêra ji Soranî bo Kurmancî - Zekî Şêxo) Yek ji siyasetên nayên guhertin yê serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) duviktiya siyasetên welatên dagîrkerê Kurdistanê û dijayetîkirina tevgera azadîxwaz ya gelê Kurd e.

Eger gelê Kurd li her perçeyekî Kurdistanê, ji bo bi destxistina maf û azadiya xwe dest bi têkoşînê kiribe, yan jî hinek destkeftî qezenc kiribe, dewletên dagîrker, mil bi milê hêzên xwe yên siyasî û serbazî, hêzên PDK’ê jî wek berdestê xwe ji bo rûbirûbûna gelê Kurd bi kar anîye û hewldana serkutkirina xebata gelê Kurd û hewldana tunekirin û jinavbirina destkeftiyên gelê Kurd kirine.

Di dema rabihurî de gelek nimune hene ku van rastiyan tekez dike û eşkere dike ku çawa PDK bûye gopalê destê Îran û Turkiye û hewldana serkutkirina şoreşên wan her du perçeyên Kurdistanê pê hatiye spartin, mînaka wê yekê heye ku çawa bi fitneyên neyar û dujminên gelê Kurd serkirdeyên PDK hatine bi kar anîn da ku destkeftiyên gelê Kurd li Başurê Kurdistanê ji nav bibin û têk bibin.

Her wisa di dema çend salên rabihurî de dema gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi têkoşîn û fedekariya xwe Rojava azad kir û di çarçoveya kantonên Rojavayê Kurdistanê de, xweseriya xwe ya demokratîk ya nû ragihand bi hinek bihaneyên lawaz wek xwedêgiravî PYD takrewiyê dike, serkirdayetiya PDK dest bi dujminayetî kirina destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê kir. Dorpêça aburî li ser danî, dorpêça dîplomasî li ser danî, di van rojan de jî bi hinceta rê li bergirtina derbasbuna “terorîstan”, dest bi kolandina çeperekê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de kiriye.

Kolandina vê xendeqê û çeperê ji aliyê berpirsên PDK’ê ve, sazî û dezgehên hikumeta herêma Kurdistanê ji bo wê nexşeya ne neteweyî û ne mirovahî bi kar tine. Ev yek di demekê de ye ku hikumeta Turkiye dîwarek di navbera Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de bi mebesta rê li ber peywendî û çun û hatina navbera Kurdê Rojava û Kurdên Bakur de bigre çêkiriye. Di heman demê de jî hêzên rêxistina teroristî ya Daiş zêdetirî mehekê ye herêma Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê dorpêç kiriye. Ev tê wê wateyê ew dorpêç û kolandina xendeqan ji aliyê desthilatdarên PDK, pilaneka hevpar ya dujminên Kurdan û hêzeka Başurê Kurdistanê ye ku xwedêgiravî xwe parêzvanê mafên gelê Kurd nîşan dide. Lê di rastiya xwe de ev hêz parêzerê siyasetên şovenîst yên Turkiye û Erebê şovenîstên ku li jêr nav û sîwana parastina ola Îslamê dujminayetiya destkeftên neteweyi yê miletekî musilman dike.

Di dema serdana Mesud Barzanî de bo bajarê Amedê ya Bakurê Kurdistanê û civîna wî bi Erdogan re, Erdogan çend biryarên siyasî bi ser Barzanî de sepand. Barzanî ji amadebûna xwe nîşanda ku bo pêkanîna wan biryaran kar bike. Yekem biryara bi merc ya Turkiye ji bo berdewamiya peywendiyên navbera Turkiye û PDK ew bu ku divê PDK di dijayetîkirina Rojavayê Kurdistanê de dewam bike û wê dujminahiyê berfirehtir bike.

Duyemîn mercê Turkiye ji bo berdewamiya peywendiyên navbera Turkiye û PDK ew bu ku Turkiye rexne û gazin li PDK kiriye çima tenê desthilatiya wê li parêzgehên Hewlêr û Dihokê heye, lewra eger PDK dixwaze Turkiye wek serokê herêma Kurdistanê reftarê digel wî de bike dive PDK di demek nêzîk de li her du parêzgehên Kerkuk û Silêmaniyê bibe desthilatdarê yekemîn. Di wê demê de seranserî herêma Kurdistanê dikeve jêr destê PDK û bi riya wê jî dikeve jêr desthilata Turkiye.

Piştî vegeriyana Mesud Barzanî ji Turkiye ,dest bi pêkanîna daxwaziyên dewleta Turkiye kir, di destpêkê de lîsteya hevpar a Kurdistanî jibo helbijartinên parêzgeha Kerkukê helweşand, mercên giran danî pêşiya Yekîtiya nîştimanî ku eger Dr.Necmedîn Kerîm serokê wê lîsteyê be, PDK bi wê lîsteyê razî nabe û napejirîn. Ji ber ku PDK di wê baweriyê de ye ku eger Dr.Necmedîn serokê lîsteya Kurdistanî a Kerkuk be, di hilbijartinan de wê Yekîtî bi serkeve û careka din Kerkuk dikeve destê Yekîtiya nîştimanî û daxwaziyên Turkiye pêk naye. Lewra dema ku PDK dît YNK ne amadeye Necmedîn Kerîm ji serokatiya wê lîsteyê derxe, ji wê lîsteya hevpar xwe vekişand û derket û ji xwe re lîsteyek taybet avakir bi wê hêviya ku Turkiye dengên Turkmanên Kerkukê jê re misoger bike û desthilatiya serekî ya parêzgeha Kerkukê bikeve destê PDK.

Li ser asta parêzgeha Silêmaniyê jî PDK baş dizanî bi bê piştgiriya tevgera Goran, nikare li parêzgeha Silêmaniyê bibe hêzeka bi bandor. Lewra yek ji karên din yên Mesud Barzanî piştî vegeryana wî ji Turkiye ,vexwendina Newşîrwan Mistefa rêkxerê giştî yê tevgera Goran bû û civînek du alî li darxistin û dûr ji dezgehên ragihandinê civîna xwe saz kirin û yekser piştî wê civîna navbera Mesud Barzanî û Newşîrwan Mistefa, helwesta Goran li hember PDK’ê hat guhertin. Li hember hilweşandina lîsteya hevpar ya Kurdî ya parêzgeha Kerkukê tevgera Goran li dijî wê siyaseta ne netewî ya PDK tu helwesta xwe nîşan neda û ji wê hevpeymaniya neteweyi derket derve.

Piştî çend rojan ji hevdîtina navbera Barzanî û Mistefa, Newşîrwan Mistefa rêkxerê tevgera Goran derbarê siyasetên Turkiye li herêma Kurdistanê daxuyaniyek da û got ew ne li dijî pêgeh û bandora siyasî û aburî û kulturî ya Turkiye li herêmê Kurdstanê ye.

Mijara herî giring li pêşeroja Kurdistanê nakokî û pêşbaziya navbera tevgera Goran û Yekîtiya nîştimanî ye. Desthilata dahatî ya parêzgeha Silêmaniyê ye, di vê pêşbaziyê de, PDK û dewleta Turkiye piştgiriya tevgera Goran dikin. Hikumeta Iraqê û dewleta Îranê û PKK û PYD, piştgiriya Yekîtiya nîştmaniya Kurdistanê dikin. Her çiqas di hilbijartinên 21/9/2013 de bi dengan tevgera Goran li parêzgeha Silêmaniyê, li pêşiya Yekîtiya nîştmanîya Kurdistanê bû, lê ji ber ku hêzên pêşmerge û asayiş û rêveberiya parêzgehê û dahatî û budce di destê Yekîtiya nîştmaniya Kurdistanê de bû, tevgera Goran nikarî li parêzgeha Silêmaniyê bibe xwedan desthilat.

Lewra jibo ku kêmasiyên xwe li sînorê parêzgeha Silêmaniyê nehêle, tevgera Goran berê xwe da PDK û Turkiye, bi hêviya wê yekê eger di helbijartinê 30/4 yên encumena parêzgehê de serkeftin bi destxist, PDK û Turkiye piştgiriya wê bikin daku desthilatdariya Silêmaniyê werbigire. Diyare hevkariya Turkiye û PDK jî bo tevgera Goran bi merc in, ez di wê baweriyê de me ku mercên ew her du hêzan ewqas girane di dawiyê de ji bilî poşmanbunê tu tiştekî din bo tevgera Goran namîne.

Ez di wê baweriyê de me ku siyasetên tevgera Goran di hilbijartinên 21/9 yên perlemana Kurdistanê ji xerab ber bi xerabtir ve diçe, bi bê ku desthilata herêma Kurdistanê tu guhertinan di sîstema birêvebirinê de bike, wê tevgerê biryar daye beşdariyê di hikumeta dahatî de bike û dev ji opozisyonê berde. Ev yek jî şaştiyek stratîjîk bû ku tevgera Goran kir. Dema tevgera Goran dît ku dengên welatiyan ne fakterê serekîye ji bo bidestxistna desthilatdariyê, di şuna ku biryara xwe ya şaş ya beşdarîkirina di desthilatdariyê de di ber çavan re derbas bike, biryarek din daye û ketiye nav destarê hêrandinê yê PDK û Turkiye. Ev yek jî bê seruberiyeka siyasî ye ku tevgera Goran dike, ji ber ku piştgiriya Turkiye û PDK bo tevgera Goran di hemu waran de ne amadeye û mercdare û egera karvedaneka tund a Yekîtiya niştimanî û hikumeta Iraqê û welatê Îranê li dijî tevgera Goran li pey xwe bîne. Di derbarê wê yekê de dengderên sînorê parêzgeha Silêmaniyê tevlî dost û alîgirên tevgera Goran jî hizra wê yekê dikin ku di dema serkeftina tevgera Goran de li parêzgeha Silêmaniyê, egera rudana tundûtîjiyê û pevçunan derdikeve hole û aramiya wî bajarî têk diçe.

Xelkê Kurdistanê têdigihêje ku li jêr sîwana hevpeymaniya desthilatxwaz a navbera Turkiye û PDK û tevgera Goran, dengdan bi lîsteya encumena parêzgeha Silêmaniyê ya tevgera Goran tê wateya dengdan bi pêgeha siyasî û aborî û îdarî ya PDK û Turkiye. Lewra ez bi dur dizanim ku dengderên herêma Kurdistanê bi taybetî dengderên parêzgeha Silêmaniyê, dema ku biçin ser sindoqên dengdanê, dengên xwe bidin bi hevpeymaniya Turkiye û PDK û Goran. Ji ber ku ditirsin çarenivîsa bajarê wan ber bi pêşerojeka ne diyar ve biçe.

Li ser asta navxwe ya herêma Kurdistanê siyasetên PDK û Goran her ku diçe ji hev nêzîk dibin lê ji bo dijayetîkirina Rojavayê Kurdistanê heta niha tevgera Goran bi awayekî kiryar û piraktîkî hevkariya PDK nekiriye. PDK hewldanên cidî dike da ku tevgera Goran rabikşîne nav şerê li dijî Rojava. Civîna roja duşema rabihurî ya navbera cîgirê serokê PDK û nûnerên tevgera Goran-PDK razîbuye ku wezareta pêşmerge û wezareta darayî bidin tevgera Goran bi mebesta zêdetir nêzîkkirina tevgera Gorane ji PDK û Turkiye. Hewldane ku tevgera Goran jî tevlî dijayetîkirina Rojavayê Kurdistanê bike, bi taybetî postê wezareta pêşmerge bo wê mebestê giring. Ji ber ku di dema rabihurî de û heta niha jî PDK bi rêya pêşmergan Rojava xistiye dorpêçê, niha jî bi rêya hêzên pêşmerge xendeqan di navbera Başûr û Rojava de dikole. Eger tevgera Goran di vê demê de postê wezareta pêşmerge werbigre, bi awayekî rasterast tevgera Goran dest bi dijayetîkirina Rojava dike û PDK jî hinekî bêhna xwe vedike.

Ev corê siyasetan bi pîlangêrî tên nas kirin , kultura siyasî ya rojhilata navîne û aliyên Kurdî jî di nav xwe de li dijî hevdu didin meşandin, lê ev ne siyaseta çareserkirina pirisgirêkên Kurdistanê ye. Ev siyaseta kurkirina pirsgirêkan e, siyaseteke aşîtiya civakî ya Kurdistanê dixe metirsiyê û doza rewa ya gelê Kurd ji çareseriyê durdixe. Lewra girîng e gelê Kurd ji van corên siyasetan haydar be û hêzên siyasî yên Başûr agahdarbikin da ku dest ji van corên siyasî berdin û siyaseteka neteweyî û dîmokratîk û dadperwer pêşbixin.

Dr. Faîq Mihemed Gulpî

(Wergêra ji Soranî bo Kurmancî - Zekî Şêxo)

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.org - www.navendalekolin.com -www.lekolin.net - www.lekolin.info