1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Petrola Êlihê bi kêrî Êlihê nayê!
Petrola Êlihê bi kêrî Êlihê nayê!,petrola,êlihê,bi,kêrî,êlihê,nayê

Petrola Êlihê bi kêrî Êlihê nayê!

A+ A-

FERHAT ASLAN - ÊLIH 16.04.2014 07:00:00 Yek ji navendên girîng ên hilberîna petrolê li Bakurê Kurdistanê Êlihê. Ji petrola Êlihê salê 1 mîlyar û 800 mîlyon dolar tê. Lê belê ji sedî 70 ê gelê bajêr di sînorê birçîbûnê de dijî.

Nîqaşên li ser parvekirina hatineyên petrola Kurd a piştî daxuyaniyên Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ket rojevê, dewam dikin. Serokê Şaxê Êlihê ya Sendîkaya Petrol-Îşê Mûstafa Tekîk ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku yek ji pênc parên pêdiviya petrolê ya Tirkiyeyê ji rafîneriya Êlihê tê tedarikkirin, lê belê ji sedî 70 ê şêniyên bajêr di nava xizaniyê de ye.

Serokê Şaxê Êlihê ya Sendîkaya Petrol-Îşê Mûstafa Tekîk da zanîn ku yek ji pênc parên pêdiviya petrolê ya Tirkiyeyê ji Rafîneriya Êlihê tê tedarikkirin û anî ziman ku gel neçare xwedî li petrola ji xaka xwe derkeve. Tekîk wiha axivî: "Petrola li Kurdistanê tê hilberîn, yek ji pênc parên pêdiviya petrolê ya Tirkiyeyê tedarik dike. Pêdiviya petrola Tirkiyeyê 700 hezar varîl e û bi destê sektora dewletê re ji Êlihê 100 hezar varîl tê hilberîn. Ev yek li gorî demsal û mercên teknîkî diguhere. Li Mîdyat, Semsûr û Amedê jî petrol tê hilberîn. Ev petrol feydeyeke gelekî mezin li ekonomiya welêt dike, valahiya carî dadigire. Heta niha qezencek li ekonomiya Kurdistanê nekiriye. Di vê mijarê de tişta Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak anî ziman, em bi salane tînin ziman. Ji bo beşek ji hatineyên petrolê bigihêje gel em dixwazin radestî rêveberiyên herêmî were kirin. Mixabin ev rêxistinbûyîna navendî ya dewletê naxwaze vê bibihîze."

ALTERNATÎF JI PETROLÊ RE NÎNE!

Tekîk da xuyakirin ku tiştekî alternatîfê petrolê nayê dîtin û diyar kir ku heta pêncî salên din wê pevçûnên li ser petrolê dewam bike. Tekîk got, "Em di demeke ku li ser petrolê şerên cîhanê rû didin de dijîn. Di pêncî salên pêşiya me de tiştekî alternatîfê petrolê xuya nake. Lêkolînên zanyaran derxistin holê ku materyaleke bi vî rengî nîne. Hêzên hegomonîk ên herêmî û global, şerê vana yên bi hev re û hewldanên komkujiya talankirina welatên sêyemîn ên cîhanê, karê vê polîtîkayê ne. Bêguman em jî carna pê re mijûl dibin."

DIVÊ PETROL RADESTÎ GEL WERE KIRIN!

Tekîk diyar kir ku bi petrola li Êlihê tê hilberîn re derfetên kar dikarin werin afirandin, lê belê dewlet bi zanebûn pêşî li vê digire û destnîşan kir ku nerazîbûna gel a li hemberî vê yekê zêde dibe. Tekîk got, "Armaca me jî ew e ku petrola li Êlihê û tevahiya Kurdistanê tê hilberîn bikeve bin xizmeta gelê Kurd û tevahiya gelên li welêt. Sed hezar varîl ê rojane, gelek pere dike. Li Êlihê ji bo polîtîkayên afirandina qadên kar, nayê bikaranîn. Eger ji sed karkeran pêncî jê ji bajêr tê girtin, divê ev yek weke alîkariyek ji bo bajêr neyê dîtin. Eger îro navenda eko-kîmya tinebe, febrîqeyên lastîkên wesayîtan hildiberîne tinebe û mirovên herêmê bi hatineyên petrolê re nikarin bibin xwedî kar, ev yek pirsgirêkeke cidî ye û wê îtirazên li hemberî vê zêdetir bibe."

ÊLIH NIKARE ASFALTÊ JÎ PEYDA BIKE!

Tekîk ragihand ku li Kurdistanê gel wê sîstema xwe ava bike û diyar kir ku wergirtina 3-5 karkeran nayê wateya bersiva petrolê û got, "Bi projeya Xweseriya Demokratîk re daxwazên rêxistinên pîşeyî, saziyên siyasî û dînamîkên din ên herêmê wê derkevin pêş. Dewlet di berdêla petrola Êlihê de bi wergirtina 3-5 karkeran re nikare bêje 'em ji we re xizmetê dikin.' Petrola ji vir derdikeve, bi rêya trenê dişînin Rafîneriya Kirikkaleyê. Êlih ji baca vê nikare sûdê werbigire, Daîreya Bacê ya Enqereyê werdigire. Baca Tupraşê jî ji aliyê Daîreya Bacê ya Kocaelî ve tê wergirtin. Lewma Daîreya Bacê ya Êlihê, Şaredariya Êlihê û Gelê Êlihê nikare ji vê rafîneriyê sûdê werbigire. Eger mirov bi awayekî vekirî bînin ziman; ji şaredariya ku rêyên Rafîneyê çê dike, asfalt (qetran) jî nayê dayîn. Em petrolê hildiberînin lê belê ji ber bêderfetiyan rewşa rêyên me li holê ye. Em bi awayekî zelal tînin ziman, divê hatineyên vê petrolê yekser radestî gel werin kirin."

MÎLYAR DOLAR DIÇIN BAJARÊN ROJAVA!

Tekîk diyar kir ku salane 1.800 mîlyar dolar qezenç ji Petrola Êlihê tê û got, "Dema hilberîna petrolê ya li Êlihê rojane bi 50.000 varîlî were hesabkirin, varîlek petrolê bi 100 dolarî ye, rojane ev dike 5 mîlyon dolar, mehane dike 150 mîlyon dolar, salane dike 1.800 mîlyar dolar. Kurdistan rojane 100.000 varîl petrolê hildiberîne. Ev petrol bi kêrî bajarên Kurdistanê nayê."

LI BAJARÊN PETROLÊ GEL XIZAN E

Tekîk destnîşan kir ku li Êliha ku bi mîlyaran dolarî petrol tê hilberîn, ji sedî 70 ê gel di sînorê birçîbûn û xizaniyê de ye û got, "Eger yek ji pênc parên vê hatineyê di ser Şaredariya Êlihê re radestî rêveberiyên herêmî were kirin û biçe ber destê gel, wê pirsgirêka bê xanî û bê karî ya bi sed hezaran welatiyên me yên neçar mane koç bikin, çareser bibe. Em nabêjin bila ekonomiya Kurdistanê bi temamî îzole bibe, lê me heta niha her tim digot bila beşek ji nirxên hilberîna vê derê ji gelê Êlihê ê ji sedî 70'yî wê xizane bê dayîn û emê ji niha û pê ve jî bi dengekî bilindtir bînin ziman. Di demeke ku Paradîgmaya Xweseriya Demokratîk a ji bo tevahiya Tirkiyeyê weke modelekê hatiye pêşkêşkirin de, em vê daxwazê bi dengekî bilindtir tînin ziman."