1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. PIRTÛKEK NÛ JI BERBANGÊ ! Çîrokên Gelêrî- Mesût Fîdan
PIRTÛKEK NÛ JI BERBANGÊ ! Çîrokên Gelêrî- Mesût Fîdan,pirtûkek,nû,ji,berbangê,çîrokên,gelêrî,mesût,fîdan

PIRTÛKEK NÛ JI BERBANGÊ ! Çîrokên Gelêrî- Mesût Fîdan

" Findê Şemalê, aqilsizê, biçûkê, bêkemalê, çêrgê, çîvangê, ji me re bêje, şevên çiryan dom û dirêj e."

A+ A-

" Findê Şemalê, aqilsizê, biçûkê, bêkemalê, çêrgê, çîvangê, ji me re bêje, şevên çiryan dom û dirêj e."

Çîrokên Gelêrî, bi berhevkariya Mesût Fîdan hatiye holê. Ji çîrokên gelêrî û fablên Herêma Botan; Şirnexê, Qlebanê, Cizîrê, Silopî û derdorên wan pêk tê. Mesût Fîdan lîsansa bilind ya ziman û wêjeya kurdî qedandiye û amadekariya doktorayê dike. Wî ev çîrokên gelêrî ji devê çîrokbêjan girtiye û ji bo devoka Botan bê naskirin û lêkolîner nîqaşê li ser bikin, wekî devoka herêmê hatiye nivîsandin. (Weşanxaneya Berbang) Ji ber pêşveçûnên di qadên teknolojiyê de êdî parastina çand û kelepûra me, ya netewî gelek zehmet ketiye. Pêwîst e ku erka me xwendekar û lêkolîneran a herî bingehîn; parastin û nûvejinkirina nirxên me yên netewî be. Em dizanin ku çanda kurdan ya herî paqij û kevnare xwe di edebiyat, edet û toreyên gel de nîşan dide. Lê mixabin di roja me de ev gencîneya welat û gelê me ketiye di bin bandora teknolojiyê de û li ber wendabûyînê ve diçe. Her çiqas li ser çîrokên kurdan ên gelerî hem ji aliyê biyaniyan ve û hem ji aliyê kesên kurd bi xwe ve hinek lêkolîn û xebat hatibine kirin jî, ev xebat ji bo gencîne û kaniya çîrokên welatê me hindik in. Bi taybetî li ser çîrokên herêma Şirnex heya niha bi awayek sîstematîk lêkolînek berbiçav nehatiye kirin. Cara yekem e ku min bi riya kamerayê 41 çîrokên herêmê tomar kirin. Mebest ji vê xebatê ew e ku; ez, çîrokên herêmê ji bo lêkolînên li ser devoka Şirnex, bikim wek çavkaniyekê. (Mesût Fîdan)