1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Pirtukxaneya herî mezin a Kobanê
Pirtukxaneya herî mezin a Kobanê,pirtukxaneya,herî,mezin,a,kobanê

Pirtukxaneya herî mezin a Kobanê

A+ A-

KOBANÊ– Pirtûkxaneya ku di sala 1970’yan de li Kobanê hatiye vekirin û niha navê wê wekî “Pirtûkxaneya Şehîd Hogir” hatiye guhertin, bi 16 hezar pirtûkan re, pirtûkxaneya herî mezin a kantonêy e. Pirtûkxane niha bûye çavkaniya ronabiriyê ya ciwan û xwendekaran.

Pirtûkxaneya ji aliyê Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz ve tê şixulandin, li avahiya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ye. Pirtûkxane di sala 1970`an de hatiye avakirin û nêzî 16 hezar pirtûkên li ser mijarên wekî, “çandî, siyasî, felsefî, olî, zanistî, hiqûqî, pîşesazî/sînaî, hunerî” tê de hene. Her wiha ferhengên curbecur û yên Erebî û îngilîzî, dîwan û helbest jî hene.

Ji ber qedexeyên rejîmê heta niha di pirtûkxaneyê de pirtûkên bi kurdî nehatine bicîhkirin. Lê piştî pêvajoya şoreşê, êdî pirtûkên kurdî jî hatine bicîhkirin û niha nêzî 70 pirtûkên Kurdî hene.

Pirtûkxane her roj ji saet 10.00’an heta 15.00`an ji bo xwendevanan tê vekirin. Di pirtûkxaneyê de 2 endamên eslî, bi giştî 6 berpirsyar hene û bi awayekî dorveger kar dikin.

Li gorî rayedarên pirtûkxaneyê rojane bi dehan kes ji bo xwendinê serî li pirtûkxaneyê didin. Her wiha nêzî 20 kes pirtûkan beramberî nasnameyên xwe, ji pirtûkxaneyê dibin û piştî ku xwendin dîsa vedigerînin. Pirtûkên herî zêde têne xwendin jî roman û helbest in. Pirtûkxane bi vî rengî bûye çavkaniya ronakbiriyê ya ciwan û xwendekaran.

Wê pirtûkan bidin girtîgehê û xwendekaran

Endamê Rêveberiya Komîteya Çand û Hunerê ya Konfidresyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz Izedîn Kenco destnîşan kir ku ji bo pêşerojê çend projeyên wan jî hene û ev proje wiha rêz kirin:

- Berhevkirina pirtûkên ku li pirtûkxaneyê nînin û zêdekirina hejmara pirtûkên Kurdî

- Beşekî taybet ji pirtûkên zarokan re dabeş bikin

- Avakirina pirtûkxaneyekê li Dibistana Sewra ku 220 pirtûk têde hebin ji bo demsala xwendinê

- 100 pirtûkan dê bidin Rêxistina Kar û Barên Xwendevanan

- Ji bo pirtûkxaneya girtûgehê dê 20 pirtûkan bidin Asayîşê

Kenco bang li hemû xwendekar û welatiyên kir ku berê xwe bidin pirtûkxaneyê û ji bo xizmetkirina gel di pêşerojê de pirtûkan bixwînin û asta xwe ya zanstî bilind bikin.

Kenco da zanîn ku di demên pêş de dê rêveberiya pirtûkxaneyê girêdayî Desteya Çand û Hunerê li Kantonê bibe.

(ne/aq)