1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Projeyên alternatîf yên zarokan tedawî dikin
Projeyên alternatîf yên zarokan tedawî dikin,projeyên,alternatîf,yên,zarokan,tedawî,dikin

Projeyên alternatîf yên zarokan tedawî dikin

A+ A-

10:30 23.04.2014 1 / 8 AMED (DÎHA) - Li Amedê Navenda Pêşketina Zarok û Ciwanan ya Rodî, zarokên ku rastî travmayan tên armanc dike ku bi Projeyên alternatîf zarokan tedawî dikin.

Li herêmê şerê ku bi salan berdewame herî zedede li ser zarokan tehrîbata çêdike, ê navendek rehebîlîtasyonê nîne ku zarokan ji derûnî û travmayê xelas bike. Ji van navenda yek jî, li Amedê dibin banê Şaredariya Mezin xebatan dimeşîne a Navenda Pêşketina Zarok û Ciwanan ya Rodî ye. Navend bi xebatan armanc dike ku zarokên rastî tûndî û derûnî hatine, zarokên ku tiryakê bikartînin û zarokên ku bi dara zorê tên xebitandin alikariya wan dikin.

Mehmet Akyuzê ku li navendê berpirsyare diyar kir ku, ji ber derûniya şer bi neyînî li ser zarokan bando xwe dike, zarok hîn di temenê zaroktiyê de wek mezinek tev diğere. Akyuz got ku li ser zarokan hemî polîtîqayên qirêj tên meşandin û wiha got: "Dema em li dîroka siyaseta Kurdistanê dinerin dibînin ku derbarên zarokan de cîhê wan nehatine jiyanger kirin mîna zaron ne mîna mezinan hatine dîtin. Mînakên vana îstismar, qetlîama zarokan û bi destê dewletê binpê kirina mafên zarokan em dikarin rêz bikin û emê derbarê van binpêkirinan de, yên doz hatibûn vekirin şopdarbin."

Akyuz, diyar kir ku di salên borîde bikarîna tiryakê jî wek polîtîqayek dewletê binav kir û got; "Xîzanî jî divê rewşa heyî de rola xwe heye, lê zarokên malbatên bi dara zorê ji warê xwe hatine koç kirin zêdetir nêzî bikaranîna tiryakê dibin.

Akyuz, da zanîn ku ji ber şerê li herêmê rê li ber bişaftina zarokan vekiriye û heman sedem zarokan ji çanda xwe dûrdixîne û wiha bi dawî kir: "Em wek Navenda Pêşketina Zarok û Ciwanan ya Rodî, armanc dikin ku kesayetek ji kesayîtiya pergalê ya zarokê derxistiye pêş, bi projeyên alternatîf zarokên rastî travmayê hatine tedawî bikin.

(mp/mae)