1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. PYD: Roja Kobanê ya Cîhanê serkeftineke dîplomasî ya rêveberiya xweser e
PYD: Roja Kobanê ya Cîhanê serkeftineke dîplomasî ya rêveberiya xweser e,pyd,roja,kobanê,ya,cîhanê,serkeftineke,dîplomasî,ya,rêveberiya,xweser,e

PYD: Roja Kobanê ya Cîhanê serkeftineke dîplomasî ya rêveberiya xweser e

A+ A-

ANHA - NAVENDA NÛÇEYAN -Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku bi îlankirina 1’ê mijdarê wekî Roja Kobanê ya Cîhanê qonaxeke nû di serkeftina dîplomasiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de ye. PYD’ê bang li hemû endam û alîgirên xwe kir ku bi awayekî aktîf beşdarî çalakiyên Roja Kobanê ya Cîhanê bibin.

Daxuyaniya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) wiha ye:

"Îlankirina roja 1'ê Mijdarê wekî ‘Roja Kobanê ya Cîhanê’ guhertineke setratejîk di têkiliyên navnetewî li hemberî dozên veguherînên li Sûriyeyê û bi taybet Doza Kurd e. Her wiha qonaxeke dîrokî ye di raya giştî de û pênasekirina têgeha'Rastiya berxwedana lehengî ya Kobanê rastiya vîna civakî ya parastina gel e'. Berxwedana bênavber û bêsînor a Kobanê ranewestiya û tenê li cihê xwe jî nema, lê belê derket nava cîhanê û parastina nirxên mirovahiyê li cîhana azad li hemberî rêxistina herî 'terorîst' DAIŞ derket.

Hêzên YPG/ YPJ’ê û Burkan El-Firat di roja yekemîn a berxwedana Kobanê de armanc ji êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û aliyên piştgiriya wan dikin naskirin. Hêzên YPG/ YPJ’ê û Burkan El-Firat nûnertiya parastina rewa û parastina nirxên mirovahiyê û jiyana hevbeş dikin û li gorî porjeya serhildana civakî ku bi netewa demokratîk pêkhatiye ango Rêveberiya Xweseriya Demokratîk nûnertiya hemwelatiyên azad ên hemû pêkhateyan dikin. Projeyeke bi vî rengî ji bo berjewendiyên hin aliyan ku mafê gelan binpê dikin û çarenûsa wan qebûl nakin, metirsiyek e. li ser vê yekê van aliyan pilanên xwe li dijî vîna gelan dane destpêkirin. Berxwedana li Kobanê hatiye meşandin hemû projeyên desthilatdar ku dijminahiya vîna gelan dikin, yek li pey yekê li pêşiya çekên berxwedêrên YPG’ê û YPJ’ê hilweşiyan û qonax li gorî daxwaza gel veguherî. Berxwedana Kobanê bi dersên ku çarenûsa gelan bi êrîşên hovane têk naçe, dagirtî bû. çeteyên DAIŞ’ê ku çekên giran û pêşketî û hezaran çeteyên ku ji cîhanê komkirine êrîş kirin, tev vê yekê jî nikarî armanca hêzên tarî pêk bianîna. Berûvajî vê yekê Berxwedana Kobanê ya li dijî naziyên serdema nû û projeya wan a hilweşandinê ku cewhera xwe ji şovenîstê digire, bi ser ket.

Îsrara gelên azad ên cîhanê ku bibin beşekî ji berxwedana Kobanê ji bo parastina nirxên mirovahiyê li dijî porjeya nemirovî, pêngaveke nû di serkeftina dîplomasiya Rêveberiya Xweseriya demokratîk û rewabûna wê ya navnetewî de ye. Ev proje çareseriya herî guncaw ji bo derbaskirina aloziya Sûriyeyê ye û dê hemû dozên Sûriyeyê û di serî de doza kurdî çareser bike. li aliyekî din beşdarbûna jinan di berxwedana leheng a Rojavayê Kurdistanê de, rola jinan di parastina nirxên mirovahiyê de sernavê herî barçav bû û dengê Rojava li tevahî cîhanê belav kir. Jinên azad ên berxwedêr veguhertina civakê bi awayekî pratîk di çalakiya Şehîd Arîn Mîrkan û hevalên wê de diyar kirin. şehîdên berxwedana YPG/YPJ’ê bi xwîna xwe ayetên berxwedana dîrokî di dîroka gelan de nivîsandin.

Em wekî PYD’ê rola hemû saziyên civaka sivîl ên cîhanê û hemû kesayetên rewşenbîr û ramiyar ku ji bo 1’ê mijdarê bibe Roja Kobanê ya Cîhanê silav dikin. Di heman demê de em bang li hemû endam û alîgirên partiya xwe dikin ku dabikevin qadan û bi awayekî aktîf beşdarî çalakiyên Rojava Kobanê ya Cîhanê bibin. Em bang li hemû partiyên kurdî û kurdisatanî û partiyên Sûriyeyê û Rojhilata Navîn ku biratiya gelan dikin ku piştgiriya berxwedana Kobanê bikin

Em careke din soza xwe dubare dikin ku heta veguhertineke demokratîk û jiyana hevbeş pêk tê têbikoşin. Em ê riya ku şehîdên YPG’ê û YPJ’ê bi xwîna xwe ronî kirine bişopînin.”

(jh)