1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. RedHack dem da zavayê Erdogan!
RedHack dem da zavayê Erdogan!,redhack,dem,da,zavayê,erdogan

RedHack dem da zavayê Erdogan!

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - RedHackê daxuyand ku wan hesabê mailê yê zavayê Tayyîp Erdogan, Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak desteserkiriyê, heke Asli Erdogan û muxalîfên çepgir neyên berdan dê nivîsan biweşîne.

RedHackê daxuyand ku wan hesabê mailê yê zavayê Serokomar Tayyîp Erdogan, Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak desteserkiriyê. Di daxuyaniya ku hesabê twitterê de dîmenê ku tê îdiakirin aydî hesabê mailê ya Alyabrak e parve kir.

Di twittên RedHackê de hate gotin ku di hesabê maila Alyabrak de bi hezaran nivîs hene wiha hat gotin: "Heta 26'ê îlonê roja duşemê di serî de #AlpAltinors û #AslıErdogan muxalîfên çepgir neyên berdan em ê 20GB biwaşînin!" Têkîldarî mijarê ji zavayê Erdogan heta niha tu daxuyanî nehat dayîn.

(sa)


Bêjeyên Miftehî