1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Sê Berhemên Nû Ji Feratê Dengizî
Sê Berhemên Nû Ji Feratê Dengizî,sê,berhemên,nû,ji,feratê,dengizî

Sê Berhemên Nû Ji Feratê Dengizî

A+ A-

Nivîskar û Şaredarê Stewrê Feratê Dengizî sê pirtûkên nû pêşkêşi xwendevanên kurd kirin.

Feratê Dengizî bi navê xwe yê nasnameyê Mehmet Aydin Alokmen ku di hilbijartina şaredariyan a îsal de li Stewrê wekî Hevserokê Şaredariyê hat hilbijartin niha sê pirtûkên wî bi hev re ji Weşanên J&J derketin. Ji van pirtûkan "Qêrîna Dilê Min" ji helbestên wî yên ku nivîsandine, "Zarê Dilî" kurteçîrokên ku wî nivîsandine û pirtûka "Metelokên Kurdî" jî ji metelokên kurdî pêk tên ku ew berhev kirine.

Feratê Dengizî di sala 1949'an de li gundê Dengiza ya Stewra Mêrdînê hatiye dinê, heta niha du caran (bi giştî 10 sal) girtî maye, ev demeke dirêj e li ser kurdî dixebite. Wî ligel Serokatiya Enstîtuya Kurdî ya Amedê, di nav saziyên kurdî de xebat kiriye û niha jî şaredar e û Nivîskarê rojnameya me Azadiya Welat e. Ligel ev her sê pirtûkên wî, heta niha ev 9 pirtûkên wî derketine:

- Zimanê Zimên, Ciribandin, Weşanên Belkî, 2009 - Kêze û Mişto, Folklor, Weşanên Şaredariya Kayapinarê, 2009 - Tisê, Folklor, Weşanên Şaredariya Kayapinarê, 2009 - Zîzanê, Folklor, Weşanên Şaredariya Kayapinarê, 2009 - Belgeyên Komcivîna Tenduristiyê ya KCDyê- Werger- W. Aramê- Avrêl 2012 - Bi heft dengan dikim gazî, Çîrok, Weşanên Lîs, 2013 - Qêrîna Dilê Min, Helbest, Weşanên J&J, 2014 - Metelokên Kurdî, Folklor, Weşanên J&J, 2014 - Zarê Dilî, Çîrok, Weşanên J&J, 2014