1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Sînemaya serbixwe tê sansurkirin!
Sînemaya serbixwe tê sansurkirin!,sînemaya,serbixwe,tê,sansurkirin

Sînemaya serbixwe tê sansurkirin!

A+ A-

FERHAT ARSLAN - ÊLIH 31.01.2015 07:01:35 Derhênerê Kurd Huseyîn Karabey bi fîlmê ‘Were Dengê Min’ hêjayî 12 xelatên cuda hat dîtin û bi hinceta ku ji aliyê Wezareta Çanda Tirkiyeyê ‘juriyê ne ecibandiye’ ji piştgiriyê bêpar ma. Karabey da zanîn ku mijara fîlm bûye sedema biryarê û got: “Nexwestin şewitandina gundan a leşkeran bibînin. Ger em jiyanê bi rêxistin bikin, em dikarin beyî piştgiriya dewletê fîlmên gelek bi kalîte bikişînin.” Karabey bi lêv kir ku ew dixwazin mîhrîcanên fîlman ên alternatîf zêde bikin.

Fîlmê metraja dirêj yê bi navê ‘Were Dengê Min’ şewistandina gundan ên salên 90, îşkence û kuştinên kiryar ne diyar û her wiha zexta leşkerên Tirk a li bejahiya Colemêrgê li ser gel tê meşandin vedibêje.

Em bi derhênerê fîlm Huseyîn Karbey re axivîn.

WEZARETÊ MIJARA FÎLM NE ECIBAND

Hûn dikarin hinekî behsa fîlmê ‘bê dengê min’ bikin?

Fîlm projeya me ya 6 salan a em li ser dixebitin bû. Senaryoya wê Abîdîn Parilti bi me re parve kir. Çîrokek pîr-keç-nevî ya rast e. Di fîlm de me hewl da ku êgerîna çekê, dijwarbûna şer û li gel vê jî dîroka devkî ya Kurdan nîşan bidin. Lê tiştê ku nehat serê me nema. Ger ti tiştekî serbixwe li vî welatî bikî, cihê ku zêde ti biçî tine. Me ji Wezareta Çandê jî ti piştgirî negirt.

Fîlmê me bi dehan carî hat redkirin. Di her carê de gotin juriyê ne ecibandiye. Di asta senaryoyê de fîlmê me li welat û derveyê welat xelat qezenc kir. Tişta em dizanin ev e ku naxwazin şewitandina gundan y ji aliyê leşkeran ve bibînin. Di sînemaya Tirkiyeyê de fîlmên ku leşkeran vedibêje zêde tine ne. Profîleke masum a leşkeran nîşan didin. Lê di fîlm de ji bilî tiştên me gotin wê terî hovîtiyên hatine jiyîn bike. Leşkeran pêkanînên dijmirovane anî serê gundiyan.

We di mîhrîcanan de kîjan xelat girtin?

Me di Mîhrîcana Fîlman a Stenbolê de 3 xelat girtin. Me vekirina Mîhrîcana Fîlman a Berlînê kir. Li 30 welatî hat nîşandan, 12 xelat girt. Lê li Tirkiyeyê piştî mîhrîcana Fîlman a Stenbolê, ne girtin Mîhrîcana Fîlman a Edene, Antalya û Meletiyê. Helwesta Wezareta Çandê di vir de jî berdewam kir. Ger nehatiba sansurkirin, wê zêdetir xelat bigirtana.

ME ŞAREDARVANÎ HÎN KIR, DIVÊ EM SÎNEMAYÊ JÎ HÎN BIKIN

Gelo çareseriya vê dikare bi mîhrîcanên sînemayê yên alternatîf pêk bên?

Kurd êdî dixwazin xwe îfade bikin. Sînema jî yek ji qadên herî bi hêz e. Di 1995’an de em çûn NÇM’ê û me got em dixwazin fîlmekê bikişînin. Sazîbûna sînemaya kurd jî ji wê demê de didome. Ji wê komên sînemavanên baş derketin, Kazim Oz, Ozcan Alper, Ozkan Kuçuk û gelek hevalên din gihandin. Lê ez wisa difikirim ku ev gel zêde bi sînameyê re nayê cem hev.

Hewcedarî bi mîhrîcanên Fîlman ên weke, Rojên Sînemayê ya Amedê û Mîhrîcana Fîlman a Yilmaz Guney heye. Gelê Kurd hîn bû ku çawa şer bike, çawa têkoşîna hebûn û tinebûnê daye. Gelê Kurd ev fêm kir. Lê me hê jiyan bi rêxistin nekiriye. Di aliyê sînema û çapemeniyê de me zêde xwe negihand gel. Di serî de ez rexnedayîna xwe didim. Me çawa şaredarvanî hîn kir divê em sînemayê jî hîn bikin.

BEYÎ PIŞTIGIRIYA DEWLETÊ EM DIKARIN FÎLMÊ BI KALÎTE BIKIŞÎNIN

Hûn dibêjin Wezareta Çandê piştgirî nedaye. Gelo bê piştgiriya dewletê hûn dikarin sînemayê pêş bixin?

Wezareta Çandê piştgirî nade me, derhênerên ku em fîlmên wisa çêdikin. Lê em dikarin fîlmên çawa bikişînin. Di vir de divê em berê xwe bidin xwe. Ji dostan jî piştgiriyek nehat, lê gelê Kurd mala xwe vekir, xwarin da, li şûnsa 3 lîrayî bi 1 lîrayî xebitîn. Ger em dixwazin jiyanê bi rêxistin bikin em dikarin fîlmên bi kalîte bikişînin. Em neçarin vê amade dikin. Li Tirkiyeyê 13 mîlyon Kurd dijîn, li herêmê 7 mîlyon Kurd hene. Ev hêzek gelek girîng e.

15 sal berê ez hatibûm Êlihê. Niha fîrmayên li Stenbolê hene li Êlihê jî hene. Ev gel dikare bi hezar TL yî telefonê bikire û wê demê dikare bi 10 TL yî biçe sînemayê jî.

Di kêmasiya temaşevanan de zehmetî çiye?

Kurdan berxwedan hîn kiriye, di wê mijarê de pirsgirêk tine, di aliyê hunerê de qelsî heye. Gelo Mahsum Kirmizigul rastiya Kurdan nîşan dide. Ji bo vê mirov evqas temaşe dikin. Na. Lê demekê me fîlmekê evqas baş ku xwe dide temaşekirin çênekiriye.