1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Saziya Çavdêriyê: DAIŞ'ê jinên Êzidî bir Sûriyeyê
Saziya Çavdêriyê: DAIŞ'ê jinên Êzidî bir Sûriyeyê,saziya,çavdêriyê,daiş,ê,jinên,êzidî,bir,sûriyeyê

Saziya Çavdêriyê: DAIŞ'ê jinên Êzidî bir Sûriyeyê

A+ A-

LONDON 31.08.2014 07:42:55 Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ku navenda wê li Londonê ye bi daxuyaniyekê diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê herî kêm 27 jinên Êzidî yên ji Şengalê revandine birine Sûriyeyê û bi encamên DAIŞ'ê dane 'zewicandin'.

Saziya Çavdêriyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku heta niha bi belgeyan 27 bûyer hatine piştrastkirin. Li gorî agahiyên saziya çavdêriya mafên mirovan, jinên hatine revandin di berdêla hezar dolarî de DAIŞ difiroşe endamên xwe.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji destpêka şerên li Iraqê û vir ve 300 jin û keçên ciwan weke 'xenîmetê şer' revandina Sûriyeyê û aqûbeta wan nayê zanîn.

Li gorî daxuyaniya Saziya Çavdêriyê, çeteyên DAIŞ'ê jinên dîl girtine destpêkê zor li wan kirine ku derbasî ola Îslamê bibin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hin Ereb û Kurdên li Sûriyeyê, pereyê ji bo jinên hatine revandin dane û dûre jî ew serbest berdane. Lê belê çeteyên ku haya wan ji vê rewşê çê bûne biryar dane ku jinan bi tenê 'bifiroşin' endamên DAIŞ'ê.

Li Şengalê, çavkaniyên herêmî ragihandibû ku piştî êrîşa DAIŞ'ê ya 3'ê Tebaxê bi sedan jinên Êzidî hatine revandin. Hatibû diyarkirin ku jin li bazarên koleyan tên firotin û beriya firotinê jî zexta guhertina ol li wan hatiye kirin.

Revandin û komkujiya li hemberî jinên Êzidî tê kirin, di raporên Neteweyên Yekbûyî de jî cih girtibûn.