1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Swêd Êzidiyên ji Sûriyeyê radestî Ermenîstanê dike
Swêd Êzidiyên ji Sûriyeyê radestî Ermenîstanê dike,swêd,êzidiyên,ji,sûriyeyê,radestî,ermenîstanê,dike

Swêd Êzidiyên ji Sûriyeyê radestî Ermenîstanê dike

A+ A-

MÛRAT KÛSEYRÎ - STOCKHOLM - ANF Êş û azara Êzidiyan ku ji ber qewm û baweriya xwe her tim rastî cihêkarî, êrîş û komkujiyan hat, li Swêdê jî dewam dike. Daîreya Koçberiyê ya Swêdê, zarok jî di nav de xwe amade dike ku bi sedan Êzidiyên ji komkujiyên li Sûriyeyê reviyan û xwe li wan girt, radestî Ermenîstanê bike.

Rayedarên Daîreya Koçberiyê, Êzidiyên daxwaza penaberiyê kirin, îddîa dikin ku ne ji Sûriyeyê lê ji Ermenîstanê hatine. Weke delîl jî; îddîa dikin di ezmûna ziman de tespît bûye, ne devoka Kurmanciya Êzidiyên li Sûriyeyê bikar tîne, devokeke din bikar tînin

Baweriya bi ezmûnên ziman jî mijara nîqaşê ye. Kargeha bi navê Sprakab a Êzidî di ezmûna ziman de derbas kir, ji aliyê rêbazên xwe yên analîzê ve rastî gelek rexneyan tê. Dadgeha Bilind a Îngilîstanê biryar da ku li ser bingeha raporên vê kargehê, nabe ku penaber bên dersînorkirin.

Tevî hemû rexneyan jî Daîreya Koçeran van ezmûnên ziman ên kargehê ji xwe re esas girt û biryar da ku Êzidiyan dersînor bike. Ev biryar jî bi giranî ji aliyê Dadgeha Penaberan ve tên erêkirin.

QAŞO NIZANE HEŞÎNÊ ÇÊ BIKE!

Yek ji malbatên rastî van pêkanînên Daîreya Koçberiyê hat, malbata Khadr e ku li Hanaskog a li başûrê Swêdê dijî ye. Piştî ku hevserê wê yê 21 salî ji ber tavmayê nema dikare rabe ser xwe, berpirsyariya hevser û du zarokên wê ketiye ser milê Jamîla 18 salî.

Jamîla dibêje di encama êrîşeke li dijî mala wan a li Sûriyeyê de dayika wê û zarokên wê yên biçûk ji ber şewata li malê jiyana xwe ji dest dane, bavê wê li ser sînorê Tirkiyeyê hatiye kuştin û bi hevser û zarokên xwe re destpêkê derbasî Tirkiyeyê bûne, piştre jî hatine Swêdê.

Piştî ku daxwaza mafa penaberiyê kir, bi rêya telefonê testa ziman li malbatê hat kirin û hin pirs jê hat kirin.

Daîreya Koçberiyê di encama ezmûna xwe ya ziman de diyar kir ku malbat devoka Kurmancî ya li Sûriyeyê tê axivîn nenaxive, Jamîla jî nizane xwarina kevneşop a Sûriyeyê heşînê çê bike, lewma ne ji Sûriyeyê ji Ermenîstanê hatiye û biryar da ku malbatê radestî Ermenîstanê bike.

Ahmet Beşîr û Leyla Îbrahîm û zarokên wan Emîne û Leyla jî rastî heman aqûbetê hatin. Sprakab a ezmûna ziman kir biryar da ku malbata Êzidî ne ji Sûriyeyê ji Ermenîstanê hatiye.

Yek ji du kargehên xizmeta ezmûna ziman dide Daîreya Koçberan Verified AB jî biryar dabû ku ezmûna ziman li Êzidiyan neke. Ji rayedarên kargehê Johan Franzen da xuyakirin ku dema Êzidî dibe mijara gotinê di hevgirtina koka qewm û ziman de pirsgirêk derdikevin holê û dibêje, "Ji ber ku em baş nizanin çawa diaxivin, em nikarin biryareke zelal bikin ku ji ku hatine."

GELÊ SWÊDÊ DEST BI KAMPANYAYÊ KIR

Biryarên Daîreya Koçberiyê yên ji bo radestkirina Êzidiyan ji bo Ermenîstanê rê li ber nerazîbûnan vedike. Li Hanaskog a wargeheke biçûk e, gel ji bo pêşî li şandina malbata Khadr bigire dest bi kampanyayê kir. Heta niha 3 hezar kes beşdarî kampanya îmzeyan a bi vê armancê bûne. Saziyên mafên mirovan û rêxistinên civakî yên sivîl jî nerazîbûnê nîşan didin ku Êzidî ji welatekî qet nas nakin re, tên şandin.

ÊZIDÎ DU CARAN RASTÎ ZEXTAN TÊN

Rewşenbîrê Kurdistanî Azîz Aliş ê weke axaftvan beşdarî konferanseke beriya 4 salan a li ser Kurdiya Êzidiyan de bû, destnîşan kiribû ku Êzidiyên li Sûriyeyê ji ber dixwazin nasnameya xwe ya Kurd û baweriya xwe biparêzin, du caran rastî zextê tên. Aliş diyar kir ku ji ber Kurdên Êzidî Kurmancî gelekî paqij bikar tînin û bandora Erebî li ser Kurmanciya wan çê nebûye, dibe ku zimanê wan hinekî ji yê Kurdên din cuda be. Aliş got, "Ji ber vê yekê em qebûl nakin ku ji Ermenîstanê re bên şandin."

Serokê Federasyona Yarsan a rêxistinên Êzidiyan ên li Swêdê Alî Khosravî da xuyakirin ku hejmara gelên li Îranê weke Kakaî, li Sûriyeyê Êzidî û li Îranê Yarsan tên binavkirin nêzî 5 mîlyon e û destnîşan kir ku Kurmanciya Êzidiyên ji Sûriyeyê hatine dibe ku hinekî cuda bin û xwestine rewşa wan bi awayekî berfireh bê lêkolînkirin.

ÊZIDÎ ÇERMSORÊN ROJHILATA NAVÎN E

Serokê saziya mafên mirovan a li dijî qirkirinê Kurdocide Watch CHAK Azad Heyedarî ku ew bi xwe jî ji Rojava ye anî ziman ku Êzidiyên li Sûriyeyê li derdora gundên Serêkaniyê dijîn û radestî pêkanînên li derveyî mirovahiyê tên.

Heydarî ragihand ku Kurdên Misilman ên nezan zextê li Êzidiyan dikin û komên ser bi El Qaîdeyê jî komkujiyên hovane tînin serê Êzidiyan. Heydarî got, "Ji bo min Êizdî, sembola jiyana bi hev re ya gelên li Rojava di nava azadî û demokrasiyê de ye. Ew gelê herêmî ye ku bi rîska tunebûnê re rû bi rû ne. Êzidî li Rojhilata Navîn ji Xiristiyanan bêtir rastî qirkirinê hatin."

Heydarî Êzidiyên li Rojhilata Navîn şiband çermsorên li DYA dijîn û got, "Ew li cîhana barbar, ji bo tune nebin li ber xwe didin."