1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Tevgera Aştiyê ya Cîhanê: Bila li dibistanan ‘perwerdeya aştiyê’ bê dayîn
Tevgera Aştiyê ya Cîhanê: Bila li dibistanan ‘perwerdeya aştiyê’ bê dayîn,tevgera,aştiyê,ya,cîhanê,bila,li,dibistanan,perwerdeya,aştiyê,bê,dayîn

Tevgera Aştiyê ya Cîhanê: Bila li dibistanan ‘perwerdeya aştiyê’ bê dayîn

A+ A-

TOULOUSE - ANF Li Fransayê Tevgera Aştiyê ya Cîhanê di kongreya xwe ya dawî de da zanîn ku ji bo li cîhanê aştî mayîndetir bibe, divê li dibistanan ‘perwerdeya aştiyê’ bê dayîn.Her wiha di kongreyê de hate diyarkirin ku divê statuya her çar parçeyê Kurdistanê bê nasîn û hat gotin ku li şûnda mudaxaleyên leşkerî yên NATO û welatên din divê mîsyona Hêza Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî zêdetir belav bibe.

Tevgera Aştiyê ya Cîhanê di 8-9’ê Mijarê de li bajarê Toulouse kongreyek pêk anîn û Roza Dersîm der barên encamên kongreyê de ji ANF’ê re axivî û da zanîn ku li ser hemû herêmên bi pevçûn yên cîhanê nîqaş meşandine. Endama Tevgera Aştiya Cîhanê Dersîm da zanîn ku li ser zilman çeteyên DAIŞ’ê ya li ser gelê Kurd nîqaş hatine meşandin û got tevgera hewayî ya li hemberî DAIŞ’ê jî hatiye rojevê.

Roza Dersîm got li şûna êrîşên hewayî yên welatên NATO’yê hatiye gotin ku divê mîsyonên Hêza aştiyê ya NY’ê zêdetir giranî bê dayîn û hat gotin ku ligel vê mafê berxwedana çekdar a Kurdan tê parastin. Dêrsîm got di nava xalên encamnameya kongreyê de ku hêj nehatiye weşandin daxwaza ‘Bila her çar parçeyê Kurdistanê statuya wan bê nasîn’ cih digire.

Di kongreyê de hat xwestin ku divê girêdayê şerta NE’yê,bimînin û hinek biryarên şaş yên girtibûn bila dubare nekirn. Her wiha di kongreyê de hat gotin ku divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin. Damezrînerê Tevgera Gazzeyê Ziyad Meduk jî bi telefonê tevli bû û got ev du mehe li Kobanê berxwedan heye û slav kir.

Di Kongreyê de hat gotin ku ji bo ev pevçûn û şerê li cîhanê bê sekinandin, divê dawî li van newekheviyên aboriyê bê dayîn û divê wekheivya jin û mêr bikin bin ewlehiyê. Hevserok Mîchel Dolot di kongreyê de axivî û got: “Li cîhanê madeyên xam diqedin. Divê li dijî newekheviyê têkoşîn bê dayîn.

Her wiha di kongreyê de hat diya rkirin ku divê bernameya ‘perwerdeya aştiyê’ jî li mufredata perwerdeya dibistanan bê zêde kirin. Di kongreyê de hat gotin ku ‘aştî çandeke’ û got divê di navbera wezîran de mîsyonek bê avakirin û li dijî ‘perwerda aştiyê’ xebat bên meşandin.

Nêzî 150 delege ji seranserê cîhanê tevli kongreyê bû û 155 endamên NY’ê xwestin çekên nuklerê bi giştî rabin, lê welatên xwedî hêza nukleerê ne li dij vê derketin.