1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Tirkiyê li ser sînorê Rojava têl kişand, kesek jî birîdar kir
Tirkiyê li ser sînorê Rojava têl kişand, kesek jî birîdar kir,tirkiyê,li,ser,sînorê,rojava,têl,kişand,kesek,jî,birîdar,kir

Tirkiyê li ser sînorê Rojava têl kişand, kesek jî birîdar kir

A+ A-

WEDNESDAY, 23 APRIL 2014 10:08 DERIK - Dewleta tirk ji sînorê Cizîra Şirnexê heta Hecîmetre ya girêdayê bajarê Dêrik a Rojavayê Kurdistanê bi têlan sînor kişand û kesekî bi eslê xwe ereb di encama gulebarandina leşkerên tirk de birîndar bû.

Li gorî agahiyên ANF’ê girtine li sînorê Hecîmetre ya girêdayê Dêrikê di 21’ê Nîsanê de di encama gulebarandin artêşa tirk de kesekî binavê Hesen Elî birîndar bûye. Ciwanê 25 salî yê birîndar bû rakirin nexweşxaneya Dêrikê û hat hînbûn ku rewşa wî baş e.

Her wiha di sînorê Hecîmetre de artêşa tirk 400 metre di nava Rojava bi têlan sînor kişandiye û got gundiyên ku ev qebûl nekirine dê çalakiyê pêk bînin.

Ev ne sûcekî nû yê artêşa tirke. Di 18’ê nîsanêde welatiyên rojava yên xwestin derbasî bakurê Kurdistanê bibin rastî gulebarandina artêşa tirk hatibû Û kesek miribû û kesek jî îşkence lê hatibû kirin. Kesê hat kuştin Mecîd Meemo yê 32 salî û zewacandî sê zarokên wî hebûn.

Di 15’ê nîsanê de jî di navbera Derbaciya ya Cizîra bakurê Kurdistanê û Gerdeniya Dêrika Kantona Cizîra Rojava de 10 welatiyên rojava rastî şîdeta giran a leşkerên tirk hat. Rastî lêdanê hatibûn û pereyê wan hatibû girtin.

Di 14’ê Nîsanê de li navçeya Bîlbîlê ya EfrÎnê li gundê Zeerê sê kurd dema derbasî Bakur dibûn rastî êrîşa leşkerên tirk hatin. ji van du heb birîndar bûn.

Di 8’ê Nîsanê de zarokê 16 salî yê li gundê Kultepe ya sînorê wê bi Pirsûsê re heye ji aliyê leşkeran ve bi guleyan hat birîndar kirin.

Her wiha di 14-15’ê nîsanê de welatiyê ji rojava Mewlît Nezîr Hecî Yunis yê 32 salî li herêma deriyê Sêmalkê ji aliyê peşmergeyan ve hat kuştin.