1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Tirkiye dixwaze fermandarên DAIŞ'ê biparêze"
"Tirkiye dixwaze fermandarên DAIŞ'ê biparêze",tirkiye,dixwaze,fermandarên,daiş,ê,biparêze

"Tirkiye dixwaze fermandarên DAIŞ'ê biparêze"

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Siyasetmedarê başûrî Feteh Zexoyî têkîldarî nêzîkatiyên Tirkiyeyê ya ji bo opersayona Mûsilê diyar kir ku Tirkiyeyê ji bo fermandarên DAIŞ'ê biparêze dixwaze tevli operasyona Mûsilê bibe.

Siyasetmedarê başûrî Feteh Zexoyî der barê daxwaza Tirkiyeyê ya ji bo beşdarbûna operasyona Mûsilê de ji RojNewsê re axivî. Siyasetmedar Feteh Zaxoyî got ku yekane armanca Tirkiyeyê ya ku dixwaze beşdarî operasyona Mûsilê bibe parastina fermandarên çeteyên DAIŞ'ê yên li Mûsilê ne û got ku hewildaneke ji bo astengiya li pêşiya pêşketinên rewa yên kurdan ên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye.

'Tirkiye dixwaze rewşê zêdetir aloz bike'

Feteh Zaxoyî diyar kir ku Tirkiyeyê her tim li dijî pêşketinên kurdan rawestiyaye û niha jî dixwaze beşdarbûna wan a di nava şerê Mûsilê de asteng bike û wiha axivî: "Tirkiye dixwaze rewşê hîn zêdetir aloz bike û hebûna xwe bi hêz bike, li hemberî pêşketinên hêzên kurdan. Bi taybet li Rojavayê Kurdistanê. Armancekî din a Tirkiyeyê ew e ku dixwaze fermandarên çeteyên DAIŞ'ê bi parêze. Derbasî Sûriyeyê bike da ku li dijî şoreşa Rojavayê Kurdistanê şer bikin."

Zaxoyî bal kişand li ser bandora PKK'ê ya beşdarbûna şerê Mûsilê de û wiha berdewam kir: "Beşdarbûna gerîlayên PKK'ê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên li Kerkûkê, nîşana wê yekê ku hêza PKK'ê çavkaniya serkeftinê ye li kû derê be. Beşdarbûna şervanên êzidî mil bi milê pêşmergeyan wê bibe sedemê rizgarkirin û parastina beşek ji xak û xelkê Kurdistanê. Wê hebûna Kurdistanê li Iraq, Sûriye û qada navnetewî de bi hêz bike."

'Kurd di qonaxekî dîrokî de ne'

Zaxoyî destnîşan kir ku kurd di qonaxekî dîrokî de ne û wiha got: "Em di qonaxekî dîrokî de ne. Di vê qonaxê de li cihê ku em şanaziyê bi artêşa Iraqê bikin, divê em şanaziyê bi şervan, gerîla û pêşmergeyan bikin. Ji ber ku heya niha jî diyar nîne wê helwesta Iraqê piştî şerê DAIŞ'ê li hemberî mafên rewa yên gelê kurd çawa be. Divê em vê demê ji xwe re weke derfet bibînin ji bo avakirina hêzekî seranserî Kurdistanê. Yan jî avakirina rêveberiyek hevbeş, ji bo hêzên kurd. Naxabin şerê navxweyî rûpelekî reşe ji dîroka me. Maxabin her tim itîmalên şerên navxweyî heye. Dijmin û dagirkerên Kurdistanê berdewam kar li ser van sedeman dikin."

'Bila PDK nekeve pey siyaseta Erdogan'

Zexoyî di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Ji ber vê yekê divê em di vê qonaxê de gelek bi hestyar bîn. Şaşiyên derbasbûyî dûbare nekîn. Bi taybet hêzekî weke PDK'ê nekeve li pey siyaseta Erdogan û nebe darê destê wî. Ji ber ku di encam de tenê dijmin jê sûd dibîne û derfetekî zêrîn ji destê kurdan diçe."

(sa)