1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Xozat: Hilbijartinên Serokkomariyê ezmûna welatparêziyê ye
Xozat: Hilbijartinên Serokkomariyê ezmûna welatparêziyê ye,xozat,hilbijartinên,serokkomariyê,ezmûna,welatparêziyê,ye

Xozat: Hilbijartinên Serokkomariyê ezmûna welatparêziyê ye

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN 29.07.2014 10:32:56 Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Xozat bal kişand ser cudahiyên îdeolojîk û partiyî yên nava civaka Kurd û destnîşan kir ku dema berjewendiyên neteweyî mijara gotinê be, pêwîstî bi yekbûyînê heye. Xozat di hilbijartinên Serokkomariyê de destekdayîna Demîrtaş ji bo vê weke ezmûneke girîng bilêv kir.

Hevseroka Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Besê Xozat, hilbijartinên Serokkomariyê yên li Tirkiyeyê û girîngiya van hilbijartinan ji bo Kurdan, ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re nirxand.

Xozat da xuyakirin ku di van hilbijartinan de wê du xet li ber xwe bidin û got, "Xeta yekemîn, xeta azadî, demokrasî û wekheviyê ya hemû nasnameyên civakî û gelên bindest e. Vê yekê Birêz Selahattîn Demîrtaş temsîl dike. Xeta duyemîn jî; xeta mêtînger, zordar û despotîk a serdestan e. Vê xetê jî Tayyîp Erdogan û Ekmelettîn Îhsanoglû temsîl dikin."

Xozat diyar kir ku ev hilbijartin wê bibe tercîha di navbera sîstema demokratîk a gelan û sîstema depotîk a desthilatdar û destnîşan kir ku hilbijartin bi vî rengî wê ji bo civakê referandûmek be ku sîstem û siyaseteke çawa dixwaze.

Xozat ragihand ku di hilbijartinên bihurî de civak bê alternatîf bû û got, "Ji namzetê ku karibe wê temsîl bike, bêpar bû. Dewletê namzetê xwe diyar dikir, parlamentê jî bi awayekî formalîte hildibijart. Lê belê hilbijartina vê carê bê kirin, hilbijartineke bi wî rengî nîne. Ya yekemîn; di vê hilbijartinên de gel wê biçe ser sindoqan. Ev girîng e. Ya duyemîn, civak bi namzetekî gelekî giranbuha û bi pîvan ê mîna Birêz Selahattîn Demîrtaş, ku heta dawiyê nirxên azadî û demokrasiyê temsîl dike, dikeve hilbijartinê. Ev gelekî girîngtir e. Di vê hilbijartinê de civak xwedî wê şansê ye ku namzetê xwe hilbijêre, lewma wê pêşeroja Tirkiyeyê destnîşan bike.

'DENGÊ JI BO DEMÎRTAŞ XWEDÎDERKETINA LI NASNAMEYA NETEWEYÎ YE'

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Xozat da xuyakirin ku di dîroka Tirkiyeyê de yekemcar kesek bi nasnameya xwe ya Kurd dibe namzetê Serokkomariyê û got, "Bi awayekî zelal nasnameya xwe diyar dike. Ev gelekî girîng e. Nasnameyeke ku sed sal e hatiye qedexekirin, rastî qirkirinê hatiye îro Serokkomariyê dixwaze. Ji bo gelê Kurd ev destketî, serketineke gelekî bi qîmet e. Di vê hilbijartinê de Selahattîn Demîrtaş weke şexs xwe temsîl nake, gelê Kurd, nasnameya gelê xwe û sîstema pîvanên gelan temsîl dike. Dengdayîna hemû Kurdan ji bo Selahattîn Demîtaş tê wateya xwedîderketineke xurt a li nasnameya neteweyî."

Xozat ragihand ku ev hilbijartin ji bo Kurdan ezmûneke welatparêziyê ye û destnîşan kir ku ev hilbijartin ji bo Kurdan di ser îdeolojî û partiyan de ye.

'EV HILBIJARTIN JI BO KURDAN EZMÛNEKE WELATPARÊZIYÊ YE'

Xozat da zanîn ku divê Kurd di vê hilbijartinê de bi ti awayî li cudahiyên xwe yên îdolojîk asê nemînin û ev nirxandin kir: "Li her devera cîhanê di nava gelan de cihêrengî heye. Di nava gelê Tirkiyeyê de jî partî û meylên cuda hene. Lê belê dema berjewendiyên neteweyî dibe mijara gotinê ev cihêrengî li cihekî dibin yek. Her kes li hev kom dibe. Pêwîstiya Kurdan jî bi vê heye. Helwesta herî rûmetdar a hêjayî welatparêziyê ye ev e. Ev pêvajo, refleksa neteweyî, yekîtî û yekgirtina neteweyî li ser Kurdan ferz dike. Ji ber ku ya niha mijara gotinê ye, nasnameya neteweyî, rûmet û berjewendiyên hevpar ên Kurdan e. Di vê hilbijartinê de serketina nasnameya Kurd, wê bibe serketina tevahiya Kurdan, bibe rûmeta Kurdan. Ez bawerim ku her Kurd wê serketina Selahattîn Demîrtaş weke serketina xwe ya neteweyî bibîne û li ser vê bingehê desteka herî xurt bide Demîrtaş."